Zanîngehên Cenevre û Bernê û ekîbên şaxa navenda lêkolîna neteweyî ya PlanetS’ê di keşifê de cih girtin.
Tê gotin ku tespîtkirina karbondîoksîtê di gerstêrkek ji dervey rojê de, rewşek îstîsna ye. Heta niha pêkhateyên ku di atmosferên gerstêrkên ji dervey rojê de, sînordar bûn.
Bi gotinek din di dîrokê cara yekem CO2 hat tespîtkirin û her wiha dikare bê pîvan. Nivîskara hevpar a xebatê Monîka Lendl wiha got: “Ev tespît qasî tespîta av, metan, molekul û okîsîjenê girîng e.”
Ev tespît ji ber ku wê di sererastkirina avhewaya karbondîoksîtê de rolek girîng bilîze, di lêgerîna jiyanê ya gerdûnê de tê wateya pêngavek nû. Karbondîoksît bi taybet weke pêkhateyek navendî ya atmosfera cîhanê tê zanîn.
Tê diyarkirin ku bi awayek zelal dîtina vê gazê ji bo lêkolînkirina cîhanên ku dibe jiyan lê hebe, pêngavek girîng e.
Lêkolînvan Lendl ya ku di medyaya Swîsre ya RTSînfo de axivî, wiha got: “Ji bo peydakirina jiyanê divê gerstêrkên biçûktir bên lêkolînkirin, ji ber ku ev gelek mezin e, gelek bi gaz e, xwedî zextek mezin e, gelek dûr e û gelek germ e (1000 pile). Lendl ji bo vê gerstêrkê da zanîn ku bi tu awayî jiyan lê nabe, dojehek e.
Gerstêrka ji dervey rojê li derdora stêrka WASP-39 b dizivire. Ev gerstêrka mezin a bi gaz weke “Jupîtera germ” tê binavkirin. Her wiha ev gerstêrka mîna rojê, 700 ronahiya salê ji cîhanê dûr e.
Ev keşfa nû nîşa dike ku di pêşerojê de teleskoba Webb dikare gerstêrkên biçûktir, di atmosferên ziravtir de karbondîoksîtê tespît bike û bi pîve.
Monîka Lendl destnîşan kir ku ji bo fêmkirina jiyanê tespîtkirina CO2’ê têrê nake û got ku kombînasyona şopên cuda jî pêwîst e.