Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê diyar kir ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê, piraniya wan jin, zarok û ciwan 27 hezar û 585 kes di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin.
Li gorî wezaretê, di nava 24 saetên dawî de 107 kes hatin kuştin.
Hate ragihandin ku ji 7’ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve 66 hezar û 978 kes birîndar bûne.
Hamas têkildarî windahiyên xwe yên leşkerî ti daxuyaniyê nade.