Duşem, 6 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şerîfe Mihemedî sewqî Girtîgeha Lakan hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: 10 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Celal Firat: Meşandina pêvajoyê li ser gotina ‘terorê’ wê encamên baş bi xwe re nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo xatirê ciwanên jiyana xwe ji dest dan, divê mirov bi berpirsyarî nêzî pêvajoyê bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Qanûna çarçoveyê divê şênber û di asta bicihanînê de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Komebata Aboriyê de peyama ‘aboriya komunal’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li Sineyê Tara Hewramî bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya Mexmûrê: Rêber Apo xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora meha Hezîranê ya MKG’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Dengê berxwedan û serhildanê: Hozan Dilgeş
Çand û Hûner

Dengê berxwedan û serhildanê: Hozan Dilgeş

“Li Mêrdînê li Bagokê” û "Axa me zêr û zengîn e" ev awaz di salên 1980 û 1990’î de li kolanên bajêr û navçeyên Kurdistanê olan didan. Gava Hozan Dilgeş 12’ê Adara 2017’an ji nava me koç kir, wî li pey xwe 11 albûm û bi sedan awaz hiştin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Adar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Her gelek bi navdarên xwe tên naskirin û dîroka gelan bi pêşengiya van navdaran tê nivîsandin. Ji berê heta roja îro dengbêj û hozanan bi klameyên xwe yên herî giran biha, êş, hesret, evîn û têkoşîna gelê xwe û xwe vegotine. Hozan Dilgeş jî yek ji van hozana ne. Hunermendê Kurd ê Êzidî Hozan Dilgeş çendîn weke hozanekî mezin yê “Dengê berxwedan û serhildanê” were nasîn jî, li hêla din wî bi stranên xwe bingehê stranên şoreşê jî daniye û di vî warî de pêşengiyeke biqedir bilind kiriye. 

Hozan Dilgeş sala 1952’yan li gundê Fisqînê yê ser bi Nisêbînê hat dinê. Yek ji 12 xwişk û birayan bû. Çawan ku li gorî baweriya Êzîdîtiyê tembûr pîroz e, bavê wî dersa tembûrê didiyê. Hîna 12 salî, ew hînî lêxistina tembûrê dibe. 14 salî êdî ew di çalakiyên cihî de derdikeve ser dikê. 

JI KURDISTANÊ KOÇ DIKE 

Rewşa siyasî ya salên 1970’yî bandor lê kir û ew li Nisêbîn, Şirnex, Colemêrg, Wan, Wêranşar, Dêrik û Şemrexê beşdarî çalakiyan bû; vê jî gelek bandor li wî kir. Hozan Dilgeş albûma xwe ya yekê sala 1978’an bi navê “Ma qey bindestî para me ye” derxist. Di albûma xwe de ew dibêje, girî û nalîn ne çare ye û tenê rêya berxwedanê li ber Kurdan heye. Piştî vê albûmê di heman salê de neçar dimîne, ji welat dûr bikeve û berê xwe dide Elmanyayê.

CIHÊ XWE DI KOMA BERXWEDAN DE GIRT

Hozan Dilgeş sala 1983’yan beşdarî çalakiyeke Hunerkomê dibe. Piştî vê çalakiyê ew di Koma Berxwedan a ser bi Hunerkomê de cihê xwe digire. Ji bilî vê ew li seranserê Ewropayê tevlî çalakiyan bû û derket ser dikê. Di 40 salên xwe yên hunerê de wî 11 albûm derxistin. Evîna Kurdistanê ya di dilê wî de her tim jê re bû kaniya stranan.

LI MÊRDÎNÊ LI BAGOKÊ 

Wî berxwedana li Kurdistanê timî di stranên xwe de îfade dikir. Yek ji van stranan “Li Mêrdînê li Bagokê” bû ku ev strana berxwedanê di roja me ya îro de jî li ser ziman e. Wî ji bo vê stranê gotibû, “Strana ‘Li Mêrdînê li Bagokê’ ne ya min e. Leheng û qehremanan ew çêkir. Keç û xortên Kurdan ev stran û berhemên wekê wê bi xwîna xwe çêkirin. Min tenê ew gotin, a heyî min gihand siberojê.”

BERXWEDANA BAGOKÊ

Cihê herî bilind ê Çiyayê Bagokê hezar û 210 metreyî bilind e. Ev çiya di navbera Nisêbîn û Mîdyadê de ye û digihêje heta bi Hezexê. Ji ber ku sê herêmên sînor e ku Kurdistan pê hatiye parçekirin, ji aliyê stratejîk ve girîng e. Dema ku mirov ji serê Bagokê li dora xwe binihêre dikare bi hêsanî Keleha Mêrdînê, ronahiyên Nisêbîn-Qamişloyê û girên Şengalê bibîne. Bagok di salên 1980’î de bû yek ji baregehên gerîlayên Kurdistanê. Roja 1’ê Nîsana 1988’an komek gerîlayên ARGK’ê li dijî zêdeyî 10 hezar leşkerên Tirk berxwedaneke dîrokî kir. Şerê Bagokê rojekê û şevekê dewam kir. Vê berxwedanê rûpelekî nû li têkoşîna gerîla zêde kir. Piştî şer, medya Tirk tenê ragihand ku serdarekî pîlot û du leşker hatine kuştin, windahiyên din ên artêşa Tirk veşartin. Lê belê ev berxwedana gerîla ewqasî mezin bû ku dewleta Tirk nekarî veşêre û li Botan û Mêrdînê deng veda. Li gorî bîlançoya ARGK’ê nêzî 200 leşkerên Tirk di vî şerî de hatin kuştin. Gerîlayan ligel derfetên xwe yên kêm jî helîkopterek xist xwarê. Ew şerê gerîla yê herî mezin yê heta hingê bû.

Berxwedana Bagokê bi strana “Li Mêrdinê li Bagokê” ya Hozan Dilgeş di hişê mirovan de ma.

“Li Mêrdînê li Bagokê
Xwîn herikî wekî cihokê
Li Mêrdînê li Bagokê
Xwîn herikî wekî cihokê
Şer dewam kir şev û rokê
Şer dewam kir şev û rokê
Bijî şerê me li Bagokê
Bijî şerê me li Bagokê
Çiyayê Bagokê bi dar e
Leşker hat ser bi hezar e
Çiyayê Bagokê bi dar e
Leşker hat ser bi hezar e
Li wir bûbû axir dewran
Li wir bûbû axir dewran
Li ser serê çend hevalan
Li ser serê çend hevalan
Çav ji dijmin neşikandin
Şer xweş kirin kemilandin
Çiyayê Bagokê hejandin
Çiyayê Bagokê hejandin
Dîrok bi zêr neqişandin
Dîrok bi zêr neqişandin
Têkoşer û wan serdaran
Sê firokên anîn xwarê
Kuştin dijmin bi qedara
Kuştin dijmin bi qedara
Kuro nayê ji Kurda re
Kuro nayê ji me Kurda re
Çiyayê Bagokê bi nav e
Xwîn lê herikî wekî av e
Çiyayê Bagokê bi nav e
Xwîn lê herikî wekî av e
Bijî bijî ey partîzan
Bijî bijîn ey partîzan
Wan şehîdan sed silav e
Wan şehîdan sed silav e
Heval Delîl bûbû rêber
Xwişka Ayten êrîş bir ser
Heval Delîl bûbû rêber
Xwişka Ayten êrîş bir ser
Çardeh mişûdê wan hene
Çardeh mişûdê wan hene
Ewan kuştin gelek leşker 
Ewan kuştin gelek leşker
Li Mêrdînê li Bagokê
Xwîn herikî wekî cihokê
Şer dewam kir şev û rokê
Şer dewam kir şev û rokê
Bijî bijî şerê me li Bagokê
Bijî şerê me li Bagokê”

RUHÊ DEMÊ

Hozan Dilgeş muzîka xwe weke dengê berxwedan û serhildanê ji bo xelkê dan pênasekirin. Gava got, “Ma qey bindestî para me ye lo” li dijî sîstema heyî serî hildida; gava digot, “De lêxin, lêxin birano lêxin, xayînê mezin axa û şêx in” mêtingeriya şêx û axayan kire hedef. Bi “Karkero Piroletero” bang li karkeran dikir; bi “Serî dan û sir nedan” bûbû dengê berxwedana zindanan. Bi “Muxtaro” hevkarên dijmin mehkûm dikirin; bi “Biçûkê canê” zarokên di şeran de tên kuştin kiribûn rojev. Bi “Çuş çuş Xumeynî” dev avêtibû paşverûtiyê; bi “Çira find û fenerî” behsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû. Hozan Dilgeş bi “Menal şehîdê mino” şîna şehîdan girêda; bi “Bijî bijî ARGK” silav da artêşbûna Kurdan. 

SÎNOR JI HOLÊ RAKIR

Hozan Dilgeş piştî ku bi nexweşiya penceşêrê ket û her du lingên wî hatin jêkirin jî wî hewl dida awazên Kurdî çêbike û dixwest li ser berxwedana Kobanê û Şengalê albûmekê derxîne. Sed mixabin ku temenê wî têrê nekir. Hozan Dilgeş bi muzîka xwe sînorên ji bo Kurdistanê hatibûn xêzkirin ji holê radikir û hemû parçeyên Kurdistanê digihand hevûdu. Muzîka Hozan Dilgeş muzîka berxwedan û raperînê bû. Serîrakirina li hemberî zext û zilman di navenda muzîka wî de cih digire. Wêrek bû û wêrekiyê dida hezkiriyên xwe. Hozan Dilgeş di 12’ê Adara 2017’an de xatirê xwe ji gelê Kurd û hezkiriyên xwe xwest û koça dawî kir.

11 ALBÛM Û BI SEDAN STRAN LI PEY XWE HIŞTIN

Hozan Dilgeş, gava ku ji nava me koç kir, 11 albûmên xwe û di gelek albûmên Koma Berxwedan de birek stran û klam hiştin. 7 sal bi ser wefata hunermendê Kurd ê navdar Hozan Dilgeş re derbas bû. Hozan Dilgeş di serdemek gelek zehmet de, bi hunera xwe têkoşînek mezin daye, berxwedan, serhildan, êş û zehmetiya gelê Kurd bi stranan vegotiye. Ji bo wê çendê ye ku piştî 7 salan hîna jî dengê wî di dilê gelê Kurd de zindî ye.

Nav û salên albûmên wî wiha ne:

1978: “Ma qey bindestî para me ye”
1980: “De lêxin, lêxin birano lêxin, xayînê mezin axa û şêx in”
1981: “Newroz e, Newroza cejna gelê me”
1983: “Karkero Piroletero”
1986: “Serî dan û sir nedan”
1989: “Muxtaro”
1990: “Biçûkê canê”
2001: “Ez û Yar”
“Gola Wanê”
“Heval Mazlûm”
“Pale”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 11’Ê ADARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Bi wêneyên xwe xwedî li nirxên civakî û dîrokî derdikeve
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1068’an de aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn ku 12’ê Îlona…

Ji aliyê Stêrk TV

13 fezlekeyên parêzbendiyê pêşkêşî Meclîsa Tirk hatin kirin

Ji bo rakirina parêzbendiyê derbarê 11 parlamenterên ku di nav wan de Hevserokê Giştî yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredarê Guzelbahçeyê Mûstafa Gunay ji wezîfeyê hate dûrxistin

Şaredarê Guzelbahçe Mûstafa Gunay ê ji CHP'ê ku bi sûcdariya bertîl û avakirina rêxistinê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Şerîfe Mihemedî sewqî Girtîgeha Lakan hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?