Sêşem, 16 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îzmîrê 5 ESP’î hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer ji Îmraliyê vegeriyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Wan û Mêrsînê wê meşên ‘Mafê Hêviyê’ bên lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza li ser kongreyên CHP’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza li ser Kongreyên CHP’ê hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrîşa çekdarî de malbatek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê êrîşa çekdarî: 24 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Afîfe Kartal: Em xwedî li rêya aştiyê ya ku Rêber Apo vekiriye derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgerê ku bêdengî veguherand berxwedanê: Akîf Yilmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo ji bo serokeşîrên Ereb: Piştgiriya we ya ji bo QSD’ê pir girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Naîf Bezwan: Metirsiya esasî ya li ser Rojava ji ber Tirkiyeyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozdemîr: Bicihanîna mafê hêviyê ji bo aştiya civakî pêwîstî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî bertek nîşanî êrîşa li ser girtiyên jin da: Hewl didin tolê hilînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên navdar ên cîhanê ji bo Rêber Apo name ji Konseya Ewropa re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB: Jin Jiyan Azadî veguherî meşaleyeke azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Heta azadkirina jiyanê em têkoşînê bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Dersim: Dilxwaziya azadiyê ya hevala Emîne rê nîşanî me hemûyan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî şoreşa jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara 37’an a Kovara Ciwanên Welatparêz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Festîvala Çanda Kurd a li Marsîlyayê banga tevlîbûnê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E: Festîvala Çanda Kurd a 33’emîn peyama azadî û yekîtiya çandî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand: Mîrateya Mazdek Ararat wê ji têkoşîna me re bibe ronahî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şeva Çaran’ îşev li ser ekranên Medya Haber TV’yê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awûstûrya xwe ji şahiya “Aştî û azadiyê mezin bikin” re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê: Em ê biherikin qadan
Rojane

Deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê: Em ê biherikin qadan

Piştî Amedê HDK, DEM Partî û TJA'yê deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê eşkere kirin û diyar kirin ku wê bi hev re biherikin qadan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dem ji bo azadî û serketinê dema rabûna ser piyan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Adar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li hotêleke Stenbolê deklarasyona têkildarî pîrozbahiyên Newroza îsal ragihand. Gelek kes tev li daxuyaniya ragihandina deklarasyona “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bûn. Deklarasyon ji hêla Hevberdevkê HDK’ê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek ve hate xwendin.

Deklarasyona bi sernavê “Dema azadî û serkeftinê ye! Rabe ser pêyan!” hatiye weşandin wiha ye: “Newroz a ku gelên Asya û Rojhilata Navîn xwe tê de dibînin, xwedî lê derdikevin û pîroz dikin; mîna di dîrokê de, ji bo gelê kurd û gelên di bin mêtingeriyê de dijîn çanda berxwedan û serhildanê ye. Di şert û mercên ku kevneşopiya dewleta yekperest veguheriyê şêweyê olperest, neteweperest û faşîzma zayendperest de Newroza 2024’an dê bibe roja ku kesên dev jê bernadin, teslîm nabin û ji serkeftinê bibawer mil didin milê hev û têne gel hev.

Zext li kurdan, elewiyan, xizanan, karkeran, jinan û ciwanan tê kirin da ku li ber polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê û tekela tundiyê serî bitewînin. Li dijî vê; pêtala azadiyê ku sembola têkoşîna Kawayê Hêsinkar a li dijî Dehaq e, rêya me ronî dike.

Ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ku di hedefa ‘plana çokşikandinê’ ya rejîma faşîst de ye, Newroz weke roja serhildana li dijî mêtingeriyê tê zanîn û vê girîngiya xwe diparêze. Newroza îsal ji bo gelê kurd ê bi dehan sala ye li qadan îradeya xwe ya azadiyê raber dike, dê veguhere agirê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk.’

Sepanên agahînegirtina mutleq ên li Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tên ferzkirin ku 25 sal in di pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de tê ragirtin û ev 3 sal in bi tu awayî agahî jê nayên girtin, polîtîkayên nûjen ên yekperest, înkarger asîmîleker û mêtinger ên ji zindana Amedê heta Îmraliyê ne. Çawa ku Kawayê hemdem Mazlum Dogan bi sê zilikên şixatê rêya me ronî kiribe, îro jî em anku kesên birêz Abdullah Ocalan weke ‘Gelê Newrozê’ pênase kirî, dê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ji holê rakin. Yên li dijî mêtingerî û dagirkeriyê têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê kurd dimeşînin, weke hewcedariyeke vê rastiyê dê mîna duh îro jî îradeya xwe ya birêxistinkirî li leha bindestan û yên keda wan tê xwarin bi kar bînin.

Faşîzma AKP-MHP’ê hewl didin bi polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê re serî bi gelê kurd bidin tewandin û ji gelbûnê derxînin. Di serî de Stenbol, ev faşîzm her çar aliyên Tirkiyeyê pêşkeşî sermayedarên neteweyî û navneteweyî dike. Her wiha di navbera gelan de toximên nîfaqê direşîne, ferq û cudahiya zêde ya di navbera hilberîn û lihevparkirinê de bi polîtîkayên şer hêj zêdetir dibe. Polîtîkayên dagirkeriyê yên li rojava û başûrê Kurdistanê tên domandin, mîsogeriya mayîna ser îktîdarê ya tifaqa AKP-MHP’ê ye. Lê di heman demê de kedxwariya li dijî çîna karker zêdetir dike û sermayedaran hêj dewlemendtir dike. Em; anku kesên bindest, yên tune tên hesibandin, keda wan tê xwarin, yên daxwaza demokrasiyê dikin û xwedî li nasnameya xwe derdikevin dikarin vê çerxê hilweşînin û ev peywira me ye.

Parçekirina pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê li birêz Abdullah Ocalan ê li dijî netewe dewleta xwe dispêre neteweperestî, olperestî û zayendperestiyê çareseriya neteweya demokratîk pêş xistî û ji vî alî ve sûdekî mezin da têkoşîna bindestan; di heman demê de berpirsyartiya hemû hêzên ked, demokrasî û azadiyê ye. Lewma jî dema wê ye ku em tarîtiya dorpêçê û tecrîda li Îmraliyê dest pê kirî û li tevahiya civakê belav bûyî bi agirê Newrozê ronî bikin. Dem dema wê ye em hêviya ku agirê Newrozê têkoşîna yekbûyî ya gelên Tirkiye û Kurdistanê ronî bike zindî bihêlin. Dema dema wê ye ku em ji bo têkoşîna Komara Demokratîk li dora agirê Newrozê bigihin hev.

Qeyûmên li şaredariyên Kurdistanê hatine tayînkirin, bi deh hezaran kesên hatine girtin, yên ji ber rantê di erdhejê de hatine qurbanîkirin, karkerên madenê yên cenazeyên wan nehatine dîtin, xwendekarên bêcih û war, teqawidên terkî birçîtî û mirinê hatine kirin, yên ku bi destên xwe dinyayê ava dikin lê tune tên hesibandin, jinên ku kirdeya kedê ne lê li malên xwe nayên dîtin, gundiyên ji gundên xwe hatine kirin, mexdûrên qirkirinên ekolojiyê… Em ê bi hev re biherikin qadên Newrozê û bibin dengê girtiyên nexweş, şoreşgerên kurdistanî û tirkiyeyî yên bi awayekî derhiqûqî di zindanan de dîl hatine girtin, ji rêhevalên xwe yên 106 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Dehaqên îro ew kes in ên ku mafyayên cîhanê li welatê xwe dihewînin.

Dehaqên îro ew kes in ên ku derfetên perwerdeyê ji bo çînekecivakê bi kar tînin lê hêj di temenekî biçûk de zarokên gel neçarî karkeriyê dikin. Dehaqên îro ew kes in ên ku karkeran bi bedela 17.500 lîreyan pêşkeşî patronan dikin.

Deheqên îro ew kes in ên zilamên hevjînên xwe yên dixwazin hev berdin qetil dikin diparêzin, ew kes in ên çav berdane nefeqeya jinan. Dehaqên îro ew kes in ên ku dema ji xelkê Filistînê re silavan dişînin, li rexa din têkiliyên xwe yên bazirganiyê yên bi Îsraîlê re didomînin. Dehaqên îro ew kujerên karkeran in ku li Licikê bûne sedema qirkirina ekolojiyê.

Serketina pêvajoya dîrokî ya em tê de dijîn û serketina têkoşîna me, peywira me ya esasî ye. Bila azadî, soza me ya ji bo rêheval û gelê me ye ala Newrozê heta roja me anîn be. Dem dema hilweşandina pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ye.

Dem dema çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dem dema wê ye ku em daxwazên xwe yên azadiyê bi awayekî herî xurt biqîrin û mezinkirina têkoşîna civakî ye. Dem dema wê ye ku em bi nasname, çand û zimanê xwe yê zikmakî bijîn.

Dem dema wê ye ku em tarîtiya mîna xewnereşkê ketiye ser civakê bi agirê Newrozê ronî bikin. Dem dema wê ye ku em û rêhevalên me yên di zindanan de li cihên azad hev hembêz bikin.

Dem dema wê ye di têkoşîna hevpar a bindestan de em bêhtir biisar bin û vê têkoşînê bihêztir bikin. Û dem dema wê ye em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêyan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PYD: Serhildana 12’ê Adarê bingeha şoreşa Rojava ye
Nûçeya Pişt re ‘Pêwîstiya faşîzma Tirk ji bo mayînê bi tunekirina azadîxwazan heye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Emîne Şenyaşar 22 roj in ji bo edaletê li Meclîsê li ber xwe dide

Emîne Şenyaşar a hevser û kurên wê hatin qetilkirin, têkoşîna xwe ya edaletê bi awayekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê bi zêdetirî 100 fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir: 40 kes birîndar bûn

Îranê bi zêdetirî 100 fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir. Hat diyarkirin ku di êrîşê de herî…

Ji aliyê Stêrk TV

Îtîrafên çeteyên DAÎŞ’ê yên girêdayî Tirkiyeyê hatin weşandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îtîrafên 2 çeteyên DAÎŞ’ê yên ku li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Îzmîrê 5 ESP’î hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parêzer ji Îmraliyê vegeriyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amed, Wan û Mêrsînê wê meşên ‘Mafê Hêviyê’ bên lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Doza li ser kongreyên CHP’ê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?