Daxuyaniya dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û nirxandinên di metna perspektîfê ya pêşkêşî Kongreya 12’emîn a PKK’ê kiribû, her wiha paradîgmaya dema nû di nava raya giştî de tê nîqaşkirin.
Soydan Akay ku piştî girtina 32 salan beriya çend rojan hate berdan perspektîfa Rêber Apo û mijarên di nava raya giştî de têne nîqaşkirin ji ANF’ê re nirxand.
‘SOSYALÎZM ÎDEOLOJIYA TEVGERA AZADIYÊ YA KURD E’
Akay anî ziman ku pênaseya ‘Sosyalîzma Civaka Demokratîk’ a bi fesixkirina PKK’ê re kete rojevê, demeke dirêj e di parêznameyên Rêber Apo de heye û got, “Pênaseya ‘Sosyalîzma Civaka Demokratîk’ ku bi fesixkirina PKK’ê re kete rojevê, bi veguherîna paradîgmayî re bi şêweyê ‘sosyalîzma zanistî’ û ‘sosyalîzma demokratîk’ di parêznameyên Rêbertî û notên hevdîtinê de weke îdeolojiya Tevgera Azadiyê hatibû pênasekirin. Di pirtûkên bi navê ‘Parastina Gelekî’ û ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk-5 Pirsgirêka kurd û Çareseriya Neteweya demokratîk’ de di pêşnûmeyên bernameyê de sosyalîzma demokratîk dikare bê edîtin. Di van pêvajoyên veguherînê hemûyan de îdeolojiya xwe weke ‘sosyalîzm’ bi taybetî hatiye destnîşankirin.
Bi fesixkirina PKK’ê re ji civakê, hêzên têkoşîna demokratîk re bernameyek tê pêşkêşkirin: Civaka demokratîk. Baş e îdeolojiya civaka demokratîk wê çi be? Wê sosyalîzm be.”
‘KARÊ DESTPÊKÊ YÊ SOSYALÎSTAN DIVÊ AVAKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK BE’
Akay got, “Hebûna civakî sosyalîst e” û destnîşan kir ku karê destpêkê yê sosyalîstan divê avakirina civaka demokratîk be. Akay bi dewamî got, “Rêbertî li ser encamên neyînî yên ji ber sosyalîzma dewletperest û reel sosyalîzmê rû dan, şîroveyên berfireh kir û asoyekî nû da sosyalîzmê. Beriya her tiştî sosyalîzmê weke ontolojîk îfade dike. Hebûna civakî sosyalîst e. Hêmana bingehîn a vê hebûnê jî jin e. Civak çawa ava bû be divê bi wî rengî bê fêhmkirin û jinûve bê avakirin.
Fikrê sosyalîzmê bi pîşesaziyê re hate nirxandin û li gorî vê yekê teorî û pratîk hate afirandin, lewma bi ser neket Ev paradîgma li ser bingeheke şaş hate danîn û nîşan dide ku dîrok û civak kêm hatiye fêhmkirin. Bi Rêbertî re qutbûneke bingehîn ji vê paradîgmayê heye. Li şûna têkoşîna civakî ya ku xwe dispêre dewleta netewe û çînê, rê, rêbaz û perspektîfa têkoşîna ‘Civaka Komunal a Demokratîk’ datîne holê.
Karê destpêkê yê sosyalîstan divê avakirina civaka demokratîk be. Neteweya demokratîk jî di nava civaka demokratîk de ye. Li hemberî modernîteya kapîtalîst alternatîf tê afirandin û têkoşîn tê meşandin. Di rewşeke bi vî rengî de nayê qebûlkirin ku li şûna sosyalîzma li ser bingeha çînî, civak radestî lîberalîzmê bê kirin ku îdeolojiya kapîtalîzmê ye.”
‘KOMUN ANTÎ DESTHILATDAR E’
Akay bi taybetî bal kişand ser pênaseya ‘komun’ ku Rêber Apo di metna perspektîfê de destnîşan dike û anî ziman ku ev pênase heta niha bi nêzîkatiyeke li ser bingeha çînî hate nirxandin. Akay got, “Pênasekirina komunê nû nîne, lê belê her tim li ser bingeha çînî hatiye fêhmkirin. Ev têgihiştina li ser bingeha çînî jî bi giranî bi Marksîzmê destpê dike. Komuna Parîsê jî dibe ku li ber vê ferasetê çûbe. Şoreşa Sowyetê ku piştre pêk hat -navê xwe li ser e- tê wateya komun, şûra yan jî meclîs. Yekîtiya Sowyetan bi cewherî bi şêweyê komunên tax û karkeran ava bû. Bawerim ên ku destpêkê afirandin jî anarşîst bûn. Mottoyê ‘Hemû desthilatdar ber bi Sowyetan ve’ yê Lenîn di demeke kurt de veguherî ‘Hemû desthilatdar ber bi dewleta partiyê ve’ çû û destpêkê li berxwedana xurt a konseyên karkeran rast hat.
Di vir de ya ku derdikeve pêşiya me dijberiya li hev a komunan û desthilatdarî-dewletê ye. Komun ku forma civakîbûnê ye li dijî desthilatdariyê ye. Lewma di rewşeke berxwedanê de ye. Avaniyên klan, kabîle, eşîr û federe; yekîtiyên karker û zanaatê, civatên olî her wiha yekeneyên civakî; her rêxistiniyeke gund û bajaran ên xweser komunek e. Dema ku mirov dîrokê dixwîne li dehan çîrokên berxwedanê, çîrokên komunan rast tên. Berxwedanên jinan ên li dora Amazon, Demeter, Kîbele hemû berxwedanên komunan e.”
‘CIVAKA DEMOKRATÎK BI RÊXISTINBÛNÊ DIKARE BÊ AVAKIRIN’
Akay destnîşan kir ku di perspektîfa Rêber Apo de dewlet weke forma civakîbûnê nayê dîtin û got, “Rêbertî civakîbûnê bi jiyîn û lêkolînkirina pirrengî, dewlemendiya xwezayê re weke perspektîfeke rêxistinbûnê pêşkêş dike. Ev perspektîf gerdûnî ye. Cihê ku têkoşîna civakî bi rengê herî xurt lê tê Rojhilata Navîn bi taybetî Kurdistan e. Lewma çareseriya wê jî wê Kurdistanî be, wê Rojhilata Navînî be.
Bi qutbûna ji paradîgmaya netewe dewlet û desthilatdariyê re rewşeke nû derkete holê. Bêyî dewletê, bêyî desthilatdariyê em çawa dikarin hebin? Dewlet weke forma netewe û civakîbûnê tê dîtin, fikrekî bi vî rengî yê hêsan heye. Qutbûn ji mejiyê cîhana hegemonîk pêk nayê. Modela rêxistiniya li derveyî dewletê bi giranî weke fikrekî utopîk tê dîtin. Her wiha ji ber ku dewleta li hemberî me xwedî qalibên hişk ên mejî ye, rêxistiniya bi rengê komunê gelekî bi pirsgirêk tê dîtin. Halbûkî rastî berevajî vê yekê ye.
Li gel zext û zordariyê jî şaredariyên ku bi rastiya gel ê polîtîk hatine avakirin, temsîla li parlamentê, hebûna saziyên jinan û çandê, çapemenî-weşanê, gelek saziyên bi vî rengî komun in. Bi dehan rêxistinên civakî yên sivîl, cemiyetên hemşerî û gundan komun in. Her yekeyeke civakî ya ku li hemberî kapîtalîzmê civakê bê rêxistin nahêle û bi tenê nahêle, komun e.
Şaredarî jî di nav de em dikarin û divê nîqaş bikin ku hemû komun li gorî esasên komunan dixebitin an na. Çarçoveya esasî ya vî karî di Manîfestoya Civaka Demokratîk de tê destnîşankirin. Qanûnîkirin jî di nav de hemû bi têkoşînê dikare bê bidestxistin. Divê mirov nekeve nava lawaziyeke welê ku dibêje ‘Ji xwe dest ji çekan tê berdan, dewlet wê daxwazên me hemûyan qebûl bike’. Danûstandinên demokratîk, destketî li ser zemîna hiqûqî û qanûnî bi cih bibin jî ev yek wê pêwîstiya bi rêxistiniya komunal kêm neke.
Weke ku di hevokên helbestvan Ece Ayhan de derbas dibe, ‘Eşq birêxistinbûne ‘. Rêbertî jî diyar dike ku civaka demokratîk bi eşqê dikare bê avakirin. Afirandina komunan a li her qadê karê civaka demokratîk e; rêbaza vê jî siyaseta demokratîk e.”