Di ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re heft meh derbas bûn ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de kir. Di nava vê pêvjaoyê de bi armanca çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Meclîsê komîsyonek ava bû. Lê belê heta niha ji bo bendewariya gel gavên şênber nehatine avêtin.
Herî dawî piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Devlet Bahçelî got, “Berdana wî, wê bi xêr be”. Vê daxuyaniyê hêvî û bendewariya ji bo gava şênber xist nava gel. Ji bo berdana hemû siyasetmedarên girtî ji derdorên cuda bang hate kirin.
Piştî daxuyaniyê, hin hiqûqnasan diyar kirin ku kesên hatine girtin ne ji ber hincetên hiqûqî lê li ber hincetên siyasî dîl hatine girtin û destnîşan kirin ku divê gavên şênber tavilê bêne avêtin.
Parêzerê Hevşaredarê berê yê Amedê Selçûk Mizrakli, Mehmet Emîn Aktar têkildarî daxuyaniyên têne dayin ji ajansa me re axivî. Aktar işaret bi nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê kir ku bi daxuyaniyên Serokkomar, Wezîrê Edaletê û Serokê Giştî yê MHP’ê careke din kete rojevê û anî ziman ku ev daxuyanî ji bo bersivdayina li rexneyan e.
Li gorî Aktar, gelê Kurd ji bo pêvajoya aştiyê gavên dibe para xwe diavêje, lê ji aliyê dewletê hîn bersivek nehatiye. Aktar destnîşan kir ku berdana girtiyên nexweş û mirovên ji ber sedemên siyasî hatine girtin, yek ji bendewariyên bingehîn ên pêvajoyê ye. Aktar biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî serlêdana Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist ku cara sêyemîn biryar da û got, vê biryarê nîqaşên li ser berdanê ji nû ve xist rojevê.
Aktar bi dewamî got, “Bicihanîna biryarên DMME’yê wê bê wateya ku peyama ‘me biryar bi cih anîn’ a ji bo Ewropayê, hem jî wê ji gelê Kurd re bê gotin, ‘Me jî gav avêt’. Ji bo rêveçûna vê pêvajoyê wê bibe gaveke erênî. Kurd ji ber ku li ber sîstema serweriya yekperest a dewletê radibin têne cezakirin. Tişta li vir hatiye cezakirin birîndarkirina mirovekî yan jî zerardayina li malekî nîne; ya tê cezakirin rabûneke demokratîk a li ber sîstema serweriyê ye.”
‘DADGERÎ KIRINE WEKE AMÛREKÊ’
Aktar diyar kir ku dewlet li şûna vê îtirazê li ser zemîna demokratîk nîqaş bike, amûra zordariyê dixe dewrê, dadgeriyê weke amûrekê bi kar tîne û Kurdan timî di bin ‘gefa cezakirinê’ de dihêle. Aktar ragihand ku ne tenê biryarên dadgeriyê, her wiha kiryarên îdareyên girtîgehê jî bi rengekî li dijî hiqûqê têne meşandin û got, “Gelek girtiyên nexweş û bi nexweşiyên giran hene ku berdana wan tê taloqkirin. Li gel ku bi raporan tê gotin, di nava şert û mercên girtîgehê de nikarin bêne dermankirin, nayên berdan. Ev yek hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê mirovî ve pirsgirêkeke cidî ye.”
‘SAZÎ BI NÊZÎKATIYEKE ÎDEOLOJÎK TEVDIGERIN’
Aktar destnîşan kir ku li gel girtiyên nexweş her wiha ji ber biryarên kêfî yên Desteyên Îdare û Çavdêriyê gelek kes nikarin sûdê ji berdana bi şert werbigirin û got, “Ev sazî bi nêzîkatiyeke îdeolojîk tevdigerin. Bi gotina ‘poşman nebûye’ mehkûm li girtîgehê dihêle. Halbûkî hêviya poşmanbûyînê ji kesekî ku ji ber nêrînên xwe yên siyasî girtî ye, bê wate ye. Ev yek kêfiyeteke eşkere ye.”
‘SERERASTKIRINA QANÛNÎ ŞERT E’
Aktar anî ziman ku ji bo pêvajoya çareseriyê li ser zemîneke hiqûqî bê rûniştandin sererastkirina qanûnî şert e. Aktar got, “Zehmet e ku bi qanûnên heyî re cezayên hatine dayin ji holê bêne rakirin. Çareseriya herî bi lez û bi bandor ew e ku sererastkirineke qanûnî bê kirin ku tîpên sûc ên bi vî rengî ji nû ve pênase dike. Bi vî rengî dadgeh wê dosyayan ji nû ve binirxînin, cezayan rakin û berdin. Civak êdî di berdêla vê pêvajoyê de dixwaze gavên şênber bibîne.”
‘HÊVÎ BI EDALET Û WEKHEVIYÊ TÊ AVAKIRIN’
Li gorî Aktar, berdana girtiyan hem baweriya bi aştiya civakî hem jî baweriya bi dewletê wê xurt bike û got, “Heta ku ev gav neyên avêtin wê fikara ‘Gelo em dikevin nava serdemeke hîn tarî’ di nava civakê de zêde bibe. Hêvî bi edalet û wekheviyê ava dibe. Li pêşiya hikumetê nexşerêyeke eşkere heye. Li gorî vê yekê divê biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn, girtiyên nexweş bêne berdan, serxwebûna dadgeriyê bê xurtkirin û çarçoveyeke nû ya qanûnî bê avakirin.”
Mehmet Emîn Aktar got, “Ev yek ne tenê pêvajoyeke siyasî ye, di heman demê de meseleyeke hiqûqî û wijdanî ye. Dewlet divê bi serweriya hiqûqê tevbigere. Hingî wê qala çareseriyeke rasteqîn bê kirin.”

