Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di doza komkujiya girtîgehê de biryara ‘demborî’ hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyvên Kurdî yên ku cara yekem ketin girtekên Meclisê dîsa hatin jêbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara destpêkê gotinên Kurdî ket nava girtekên meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Bila mafê hêviyê pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Balafira kargoyê ya leşkerî ya Tirk li Gurcistanê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îmamoglu bi ‘serokê rêxistinê’ tê tewanbarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Goçer: Divê dewlet dest ji avaniya xwe ya mîlîtarîst berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziya Şehîd Şervan Şoreş hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê serdana karkerên di berxwedanê de kir: Ev ne qeza ye komkujî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek li dijî derbasbûna kujer bo girtîgeha vekirî: “Ev sîstem hevkarê sûc e”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de rêbazên berxwedanê hatin vegotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Em ê dadweriya karkerên jin ên hatine qetilkirin biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên jin çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Aldar Xelîl: Destwerdana dewleta Tirk krîza Sûriyeyê hîn giran dike
Rojava

Aldar Xelîl: Destwerdana dewleta Tirk krîza Sûriyeyê hîn giran dike

Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku bi ketina rejîma Esad re divê li Sûriyeyê demeke nû destpê bike û got, destwerdana Tirkiyeyê krîzê girantir dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li ser bûyerên dawî yên li Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.

Li ser rewşa heyî ya piştî ketina desthilatdariya Beşar Esad, Aldar Xelîl got, “Weke ku tê zanîn Baas 8’ê Adara 1963’an bûbû desthilatdar. Di 8’ê Kanûna 2024’an de bi dawî bû. Piştî 3 mehan wê 62 sal li pey xwe bihişta. Yanî dema Esad û rejîma Baasê ya 61 sal û 9 mehan bi dawî bû. Desthilatdarî ji salên 1970’î û vir ve di destê malbata Esad de bû. Di nava 14 salên dawî de ji bo guhertina desthilatdariyê gelên Sûriyeyê li her derê di nava berxwedanê de bû. Lewma di dîroka Sûriyeyê de îro rojeke dîrokî û bi wate ye. Ji ber ku desthilatdariyeke 61 sal û 9 mehan bi dawî, wê bibe destpêka demeke nû. Ya rast divê mirov vê bipirse; Desthilatdariya malbata Esad bi dawî bû lê belê Sûriyeya nû wê çawa be? Gelô çeteyên dewleta Tirk û hêzên cuda wê bi çi rengî nêzî Sûriyeya nû bibin? Wê Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin? Wê sîstemeke çawa bê avakirin? Ev mijar hêjayî nirxandinê ye û her kes li van mijaran difikirin. Divê Sûriyeyeke demokratîk ne tenê ji bo neteweyekê, lê ji bo hemû gelan bê avakirin.

Ji sala 2011’an û vir ve me her tim heman nirxandin kirin. Eger wê şoreşek pêk were divê ev mejiyê hişk biguhere, divê rêveberiya Sûriyeyê biguhere. Êrîşên li ser Sûriyeyê ku rejîma Esad têk bir, ji aliyê komên cuda ve hatin kirin. Di nava van koman de pirsgirêk û nakokî hene. Weke gava destpêkê li hev kom bûn û hilweşandina desthilatdariya Şamê ji xwe re kirin armanc. Lê belê her komek xwedî planeke cuda ye. Metirsî heye ku li Sûriyeyê di nava van koman de şerekî navxweyî destpê bike.

‘HETA KU DAWÎ LI DESTWERDANA TIRKIYEYÊ YA LI SÛRIYEYÊ NEYÊ WÊ KRÎZ BI DAWÎ NEBE’

Divê ev yek jî bê dîtin. Sedemeke din a neçareseriya krîza Sûriyeyê ya bi salan destwerdana dewleta Tirk a li Sûriyeyê bû. Heta ku dagirkeriya dewleta Tirk neyê dîtin, heta ku Tirkiye weke berpirsyarê vê krîz û kaosê neyê dîtin krîza Sûriyeyê bi dawî nabe. Lewma hilweşîna rejîma Esad nayê wê wateyê ku krîz bi dawî bûye. Destwerdana dewleta Tirk a li dosya Sûriyeyê neqediya ye. Mînak me êşên giran ji destê Baas û desthilatdariya wê kişand. Li hemberî gelên Sûriyeyê bi taybetî li dijî gelê Kurd 61 sal û 9 mehan polîtîkaya tinekirin û tepisandinê hate meşandin. Ev yek êşeke giran e. Dema ku me dît em ji vê rejîmê azad bûn, em kêfxweş bûn.

Bêguman em dixwazin li paşeroja nû ya Sûriyeyê jiyanek aram û aştiyane bijîn lê belê destwerdana dewleta Tirk a li dosyaya Sûriyeyê metirsiyan zêde dike. Metirsiyeke çawa? Çawa ku dewleta Tirk polîtîkaya tinekirin û tepisandinê meşand, dewleta Tirk jî ne kêmî wê ye û polîtîkaya wê hîn girantir e. Dewleta Tirk hebûna fîzîkî ya gelê Kurd jî qebûl nake. Qet nebe rejîma Baasê li zindanan û ji bilî rewşên taybet hebûna gel tine nedihesiband. Sînorekî xwe yê diyarkirî hebû. Bi kiryarên Kembera Ereb re hewl dida tevlî nifûsê neke û demografiyê biguherîne, lê belê gelê me li gund û bajaran jiyana xwe dikarîbû dewam bikira. Polîtîkaya dewleta Tirk bi vî rengî nîne. Li gorî polîtîkaya dewleta Tirk ev herêm herêma Tirkan e, divê Kurd li van herêman nebin. Ji xwe ne alîgirê avabûna Sûriyeyeke demokratîk e û nêteke xwe ya bi vî rengî jî nîne. Ji xwe heta niha navek an jî sîstemek ji bo Sûriyeyê diyar nekirine.

‘EGER ALÎGIRÊ SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK IN, BILA ÊRÎŞ NEKIN, BILA DIYALOGÊ BIKIN’

Bi ya dewleta Tirk be divê projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê ji holê rabe. Dewleta Tirk piştî hilweşîna rejîma Esad li şûna ku civînan bike, li şûna ku muxalefeta demokratîk li hev kom bibe û gelên Sûriyeyê bi hev bişêwirin, paşeroja Sûriyeyê nîqaş bikin, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Niha li ser Minbicê û derdora wê êrîşeke giran heye. Ev êrîş bi fermana dewleta Tirk têne kirin. Eger tê xwestin Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin, ev yek bi êrîşa li ser Minbicê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabe. Berevajî vê yekê eger Sûriyeyeke demokratîk bixwastibûna diviyabû bi Rêveberiya Xweser re diyalog danîbûna. Ji bo Sûriye karibe bê birêvebirin diviyabû di nava hewldanên nîqaşê de bûna. Bi êrîşan nabe. Ev komên êrîş dikin rastiya Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê temsîl nakin.

Em bibêjin rejîma Esad guhertin û beşeke Sûriyeyê bi rê ve birin; eger hebûn û nasnameya Kurdan qebûl nekin; şêweyê xwe yê rêveberiyê navendîparêz be û li ser gelên Sûriyeyê serwer û zordar bin, hingî wê bê pirsîn, çi cudahiya we maye? Lewma li pêşiya Sûriyeyê pêvajoyeke nû heye. Ya girîng ew e ku di vê pêvajoya nû de îradeya gelên Sûriyeyê esas bê wergirtin û êrîşên li ser herêmên Rêveberiya Xweser tavilê bêne bidawîkirin.”

‘LI SER MINBICÊ ÊRÎŞÊN GIRAN HEYE’

Aldar Xelîl têkildarî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Minbicê got, “Li Minbic û derdora wê êrîşên giran hene. Di van êrîşan de çete bi tenê nînin. Bala xwe bidinê, daxuyaniya destpêkê ya çeteyan ne li ser rê û rêbazên avakirina paşeroja nû ya Sûriyeyê bû. Daxuyaniya wan a destpêkê li ser êrîşa Minbicê bû. Niha (Heta doh êvarê) êrîşên giran têne kirin û ev çete li berxwedaneke mezin rast hatin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kêlî bi kêlî daxuyaniyan dide. Berxwedan dewam dike. Eger ev êrîş neyên şikandin wê dewleta Tirk neyê rawestandin. Eger gava destpêkê ya projeya dewleta Tirk pêk were wê gav bi gav dewam bike. Dewleta Tirk wê nesekine. Şopandina van êrîşan têrê nake, divê mirov tevlî nava refên berxwedanê bibin. Armanca dewleta Tirk tinekirin e. Ji ber vê yekê jî divê gel li eniyekê, li çeperekê li hemberî êrîşan li ber xwe bidin.”

‘DÊRAZOR DI BIN GEFA DAÎŞ’Ê DE YE’

Li ser rewşa li Dêrazorê jî Aldar Xelîl got, “Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Baxoz a Dêrazorê dawî li DAÎŞ’ê anîn, ev herêm tê parastin. Bi taybetî bi ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê re hîn xurtir bû. Ji wê rojê û vir ve ev herêm di bin kontrola QSD û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê de ye. Dema ku van koman berê xwe dan Hamayê, DAÎŞ’ê jî berê xwe da Dêrazorê. Êrîşên li ser Dêrazorê ji bo kontrolkirina herêmê bû. Eger ev yek pêk bihata wê metirsî li ser herêmên din ên Rêveberiya Xweser jî çêbûya. Lewma Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê, her wiha xelkê Dêrazorê ji bo valahî bi êrîşên DAÎŞ’ê re rû nede, ev valahî dagirtin. Divê were zanîn, heta ku ev polîtîkaya dewleta Tirk û DAÎŞ hebe wê gef jî dewam bikin. Li Dêrazorê di nava amadekariyan de ne. Li hin deveran êrîşê dikin lê belê ev êrîş bi parastineke xurt tê şikandin.”

‘RÊVEBERIYA XWESER JI ÇARESERIYÊ RE AMADE YE’

Ji bo pirsa ‘Rêveberiya Xweser ji çareseriyê re çiqasî amade ye?’ Adar Xelîl ev bersiv da: “Rêveberiya Xweser di demekê de ku hîn nehatibû ragihandin; yanî sala 2011’an û bi îlana sala 2014’an re heta roja îro destnîşan dike ku ji bo Sûriyeyê projeya xwe projeya yekîtî û hevgirtin e. Bala xwe bidinê; di sala 2015’an de weke meclîsa sîwanî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hate ragihandin. Sîwana MSD’ê ew sîwan e ku hêzên muxalefetê hemûyan ên Sûriyeyê li hev kom dike. MSD niha dikare bi rola lihevkomkirina hêzên muxalefetê yên Sûriyeyê bilîze. QSD jî dikare bibe hêza leşkerî ya Sûriyeyeke demokratîk. Projeya Neteweya Demokratîk jî dikare ji bo Sûriyeya nû bibe projeya paşerojê. Rêveberiya Xweser bi hemû sîstem û civaka xwe ji çareseriyê re amade ye. Rêveberiya Xweser amade ye ku bi her kesî re diyalogê dîne û çareseriyê pêk bîne.”

Di dawiya axaftina xwe de Aldar Xelîl destnîşan kir ku destketiyên bi xwîna şehîdan û bi keda gel hatin afirandin di vê dema dîrokî de divê bêne parastin û got, “Eger em karibin roja xwe ya îro biparêzin ev yek wê bê wateya parastina 14 salên me yên dawî. Eger em xwe sist bikin dibe ku em li rewşeke neyînî rast bên. Divê gel bêteredût destketiyan biparêzin û di nava berxwedanê de bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xwejahrkirina Mirov
Nûçeya Pişt re KNK: Siyaseta Kurd divê berjewendiyên neteweyî di ser her tiştî re bibîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jin çûn serdana gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guran

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê bi wesîleya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê 2 leşkerên Ermen hatin kuştin

Hate ragihandin ku li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê, di şer de 2 leşkerên Ermen hatine kuştin.

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta li ser sînorê Qamişloyê didome: Em berxwedanê silav dikin

Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişloyê ya li dijî êrîşên li ser Bakur û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

HRW: Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di dadweriyê de şefafî û berfirehî nîşan nade

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rojavayê Siwêdayê bi çekên giran tê topbarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê bihayên înterneta mobîl bû du qat: Gel banga boykotê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?