Rojnamevan-nivîskar Alî Bayramoglû krîzên siyasî yên dema dawî li Tirkiyeyê zêde bûn, nîqaşên li dora meseleya Kurd, guhertinên qanûnî yên gengaz û rêveberiya pêvajoyê ya desthilatdariyê ji ANF’ê re nirxand.
Bayramoglû işaret bi krîza li nava CHP’ê kir û anî ziman ku kaosa li nava partiyê û nêzîkatiya koman ku hevdu bi ‘binpêkirina destûra bingehîn’ sûcdar dikin, zerareke mezin dide avaniya partiyê û destnîşan kir ku ev rewş li nava civakê têkildarî siyasetê bû cihê pirsên cidî.
Li ser vegera Kemal Kiliçdaroglû got, “Eger Kiliçdaroglû kete nava vî karî, hingî binpêkirina destûra bingehîn qebûl kiriye. Ya rast Kiliçdaroglû dixwaze Ozgur Ozel û tîma wî ji partiyê biavêje. Ji ber ku di wê baweriyê de ye ku di civata giştî de bi fen û fûtan ew têk biriye. Nayê payin ku di demeke nêz de paşve gavê biavêje.”
Bayramoglû got, “Eger AKP Partî bi pêşniyara hilbijartineke pêşwext derkeve pêşberî Ozgur Ozel û hevalên wî, CHP wê nikaribe ji vê bireve. Lewma dibe ku Tayyîp Erdogan cara sêyemîn bibe namzetê Serokkomariyê.”
Alî Bayramoglû diyar kir ku xaleke din a bingehîn a siyasetê meseleya KUrd e û di vê mijarê de qanûnên ku divê komîsyon derxîne gihîştiye qonaxekê. Bayramoglû ragihand, ji ber ku desthilatdarî di pratîkê de gavê neavêje, nêrîna ku desthilatdarî pêvajoyê li demê belav dike xurt kiriye û bi bîr xist ku berdevkê AKP’ê dema dawî daxuyaniyên li ser derxistina qanûnê dan.
Bayramoglû anî ziman ku di paketa qanûnê de ya ku tê payin bê derxistin du xusûsên krîtîk li pêş in û got, “Aqûbeta hêzên PKK’yî yên çekê dînin wê çi be û bi çi rengî li sîstemê bêne entegrekirin. Bi qanûneke taybet wê qada liv û tevgerê ya Abdullah Ocalan û mercên wî bêne diyarkirin.”
Bayramoglû ragihand ku desthliatdarî di vê mijara sererastkirina qanûnî de ji du aliyan ve tengav bûye, zehmetiyan dikişîne û got, “Li aliyekî; eger qanûnên bi vî rengî derxîne wê reaksiyonoa raya giştî ya Tirk a neteweperest di pêvajoya hlibijartinê de çi be û vê yekê çawa bi rê ve bibe. Ya duyemîn jî eger ev gav neyên avêtin têkiliya AKP Partî ya bi DEM Partiyê re wê çi be. Lewma dibe ku zehmet be ku Tayyîp Erdogan bi piştgiriya DEM’ê hilbijartineke pêşwext bike û jinûve bibe serokkomar.
Bendewariya min ew e ku bi rengekî radîkal nebe jî wê paketeke qanûnî bê derxistin ku nîşan bide, ev pêvajo dimeşe. Lewma têkiliya DEM-AK Partiyê wê di vir de bêpirsgirêk bimeşe.”
‘EV YEK PÊVAJOYEKE BAZARIYÊ YE’
Bayramoglû daxwazên li ser qanûnîkirina hebûna Kurdan a Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand û diyar kir ku rewş şertekî xwezayî yê pêvajoya bazariyê ya dualiyan e. Bayramoglû got, “Normal e ku îtiraz bibin, ji ber ku du alî ıhene. Di vir de rewşeke bazariyê heye û hevsengiya navbera yê dixwaze û dide ye, pêvajoyeke bi vî rengî ye. Dawiya dawî tişta ku Kurd an jî PKK dixwaze diyar e: Rewşa Ocalan, derfet û mercên siyasetê piştî çekdanînê, pênaseya nû ya welatîbûnê, perwerdeya bi zimanê dayikê û reforma di rêveberiyên xwecihî de.
Ne bawer im ku ev bi carekê bikevin meriyetê. PKK wê vê bîne ziman, lê belê ev rewş wê rêveçûna pêvajoya heyî ji holê raneke; berevajî divê weke daxwazên ji bo pêvajoyê bêne dîtin. Di vir de em li ber qutbûnekê nînin.”
Bayramoglûu li ser qonaxa krîtîk got, “Gelo wê Kurd karibin bi rengekî azad siyasetê bikin? Ocalan li girtîgehê jî be wê karibe pêşengiyê ji avabûna partiyeke Kurd a ji bo jinûve dîzaynkirina siyaseta Kurd re bike? Ev pirsên girîng in.”

