Çarşem, 24 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bagcilarê tora çeteyan berfireh dibe, gel dilnerihet e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aleksiva: Têkoşîna gelê Kurd bi kêrî gelê Laz jî hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Bayramoglû: Di meseleya Kurd de em li ber qutbûnê nînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Têkoşîna me li cîhanê belav bûye û mafdariya me îspat kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş daxwaza Kiliçdaroglû ya ji bo hevdîtinê red kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ji bo aştiyê îrade divê, ya ku bi aliyê Tirk re nîne ev e!’
Rojane

‘Ji bo aştiyê îrade divê, ya ku bi aliyê Tirk re nîne ev e!’

Parlamentera Swîsreyî Rielle anî ziman ku nêzîkatiya desthilatdariya ya li pêvajoyê cihê fikaran e û got, "Ji bo Ocalan karibe bi rola xwe rabe pêwîstî bi statuya qanûnî heye. Li holê kêmaniya îradeyê heye. Erdogan divê diyaloga bi Ocalan re qebûl bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ku di 27’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane derî li serdemeke nû vekir. Lê belê di mijara guhertinên siyasî û qanûnî de hîn gaveke şênber nehatiye avêtin.

Pêvajoya ku di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiyê ya Kurd ve tê meşandin û ji destpêkê ve ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve bi baldarî tê şopandin, bi qasî demokratîkbûna Tirkiyeyê ji aliyê aramiya herêmî ve jî girîng e. Gelek siyasetmedarên Ewropî vê yekê weke firsendeke dîrokî dibînin û ji bo bigihêje encameke mayinde işaretê bi gavên demokratîk dikin ku divê bêne avêtin.

Parlamentera Parlmaenta Federal a Swîsreyê Laurence Fehlmann Rielle yek ji wan kesayetan e ku pêvajoyê ji nêz ve dişopîne û mijar ji ANF’ê re nirxand.

‘NÊZÎKATIYA DESTHILATDARIYÊ CIHÊ FIKARAN E’

Laurence Fehlmann Rielle destnîşan kir ku diyaloga rayedarên Tirk a bi Rêber Apo re ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd cihê hêviyê ye û got, “Vê pêvajoyê di heman demê de piştî demeke dirêj a ragirtina Abdullah Ocalan, ji bo azadiya wî hêviyek bi xwe re aniye. Lê belê dema ku mirov pêvajoya di ser demê re li ber çavan digirin, hingî rewşeke erênî li holê xuya nake. Weke ku min beriya niha got, ev hêviyek bû. Li ser banga Ocalan PKK’ê biryar da ku têkoşîna çekdarî biterikîne. Li gel vê yekê jî dikare bê gotin ku meqamên Tirk bersiveke erênî nedaye vê yekê û pêvajo xitimî. Ev jî cihê xemgînî û fikaran e.”

‘NÊZÎKATIYEKE BI WÊREKÎ’

Fehlmann Rielle diayr kir ku rageşî û atmosfera krîzê ya navneteweyî careke din bû sedem ku meseleya Kurd di asta duyemîn de bimîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Bal û berjewendî hemû çûye ser bidawîbûna şerê li Îranê û meseleya Ûkraynayê. Dawiya dawî meseleya Kurd li pişt maye. Ji ber vê yekê hîn girîng e ku îradeya gelê Kurd a ji bo terikandina çekan; di heman demê de daxwazên wan ên siyasî, daxwazên ji bo naskirina nasname û xweseriya wan bê nîqaşkirin. Helwesta Kurdan a li aliyê aştiyê, helwesteke bi wêrekî ye. Lê belê halê hazir pêvajo nîvco xuya dike.”

‘HEWL DIDE LI DEMÊ BELAV BIKE’

Fehlmann Rielle ragihand ku nêzîkatiya desthilatdariyê ya li pêvajoyê bi taybetî pirsa “Gelo Serokkomar Erdogan hewl dide demê bi dest bixe?” dixe hişê mirovan û got, “Gelo bi rengekî samîmî bersiv ji pêvajoyê re hate dayin, ya jî li gel ku ti pêşketin nîne qala pêvajoyê hate kirin? Em bi vê nizanin. Li aliyê din zextên li ser muxalefetê, bi taybetî jî li ser DEM Partî û CHP’ê dewam dikin. Wekî din yek ji hevrikên herî mezin ên Erdogan Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate girtin. Dema ku mirov van hemûyan dinirxînin, hingî tabloyeke cuda derdikeve holê.

Ji ber vê rewşê zehmet e ku mirov helwesta desthilatdariyê fêhm bike. Li şûna kêmkirina rageşiyê, destpêkirina pêvajoyeke demokratîkbûnê ya rasteqîn û afirandina aştiyê li Tirkiyeyê, ev helwestên zext û zordariyê hewldanên aştiyê berevajî dikin. Vê yekê tenê bi nêzîkatiya partiya desthilatdariyê ya ji bo mayina li desthilatdariyê û lawazkirina muxalefetê dikarim vebêjim.”

‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ ERDOGAN DIYALOGA BI OCALAN RE QEBÛL BIKE’

Parlamenter Fehlmann Rielle destnîşan kir ku ji bo Rêber Apo karibe di pêvajoyê de bi roleke çalak rabe girîng e azad bibe û bibîrxistina mînaka Nelson Mandela got, “Mandela 27 salan li girtîgehê mabû û dawiya dawî bû yek ji mîmarên bidawîbûna rejîma apartheidê. Di heman demê de li Efrîkaya Başûr zilamekî dewletê yê pêşdîtî jî derketibû holê ku hevdîtina bi Nelson Mandela re qebûl kir.

Ev mînak dibe ku di hin nuqteyan de derbasdar be. Ji ber ku Abdullah Ocallan bi heman rengî girtî ye û hîn jî li nava Kurdan fîgurekî gigrîng e ku lê tê guhdarîkirin. Banga terikandina çekan ji aliyê gel ve li ber çavan hate kirin ku ev yek jî nîşan dide, ew hîn bi bandor e.

Eger Erdogan dixwaze aştiyê bîne vî welatî, divê dirêjkirina vî destî qebûl bike û bi Kurdan re bi rastî jî tiştekî şênber ava bike. Ji bo ev bikeve meriyetê divê Erdogan diyaloga bi Ocalan re qebûl bike. Ji ber ku ev ne tenê meseleyeke ku Kurdan eleqedar dike, di heman demê de Tirkan jî eleqedar dike. Dawiya dawî demokrasî û diyalogeke rasteqîn bi jiyaneke bi hev re dibe. Mixabin em hîn gelekî dûrî vê yekê ne.”

‘BI HIKUMETÊ RE ÎRADE KÊM E’

Fehlmann Rielle got, tiştekî xwezayî û tê fêhmkirin e ku aliyê Kurd daxwaza qebûlkirina statuya Rêber Apo dike û got, “Divê Ocalan karibe di nava mercên wekhev de bi meqamên Tirk re muzakereyê bike. Lê belê hîn girtî ye. Ji bo karibe vê diyalogê pêk bîne pêwîstî bi îradeyekê heye. Lê bi dîtina min li nava AKP a îro ev îrade hîn ava nebûye.

Zexteke bi vî rengî divê ji civaka Tirkiyeyê bê; civak divê bêhtir ji bo demokrasiyê têbikoşe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN CENEVRE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Hêviyê me jiyan û hezkirina ji jiyanê ye’
Nûçeya Pişt re Alî Bayramoglû: Di meseleya Kurd de em li ber qutbûnê nînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji êşkenceyê gardiyanan derbasî êşkenceya tecrîdê bû!

Serdal Bozkûrt da xuyakirin ku birayê wî Abdulkadîr Bozkûrt ê li Girtîgeha Hejmara 2 a…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk 4 kes revandin

Dewleta Tirk a dagirker li Efrinê 4 kes revandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Abdullah Aksû piştî 31 salan hate berdan

Abdullah Aksû yê ku ji sala 1994’an ve girtî bû, ji Girtîgeha Tîpa T a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Bagcilarê tora çeteyan berfireh dibe, gel dilnerihet e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aleksiva: Têkoşîna gelê Kurd bi kêrî gelê Laz jî hat

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Alî Bayramoglû: Di meseleya Kurd de em li ber qutbûnê nînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 24’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?