Girtiyê bi navê Mehmet Alî Yaşa yê ku 74 roj beriya înfaza xwe ya 30 salan temam bike ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Meletiyê hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da. Parêzerê Yaşa ji ber nexweşiya pençeşêra pêşketibû bi daxwaza rawestandina cezayê înfazê serî li Serdozgeriya Komarê dabû û cezayê Yaşa ji bo 6 mehan hatibû paşxistin. Yaşa di 16’ê Sibata 2024’an de hatibû berdan.
Yaşa yê ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê dihat dermankirin 45 roj berê ji bo dermankirinê çû Fînlandiyayê û li wir jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku cenazeyê Mehmet Alî Yaşa wê li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê bê veşartin.