Tora Mafên Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyek de eşkere kir roja 5’ê Mijdarê hêzek ya ser bi Îtleata Îranê bêy biryara dadgehê bi ser gundê Dêweznawî ya ser bi navçeya Sewlawa ya bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê de girtine.
Hat gotin ku di dema serdegirtina gund de 4 welatiyên bi navên Cehfer Erdelanî (40), Mihemed Kerîmî (31), Hemîd Salihnejadî (27) û Sîna Esed Hekîmî (15) sal binçavkirine.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin piştî ew her çar kes hatine binçavkirin, ew birine navenda Îtaletê ya li Sine û ji wê demê ve rê nayê dayîn hevdîtina li gel parêzer û malbatan pêkbînin.
Hat diyarkirin ku heta niha di derbarê rewşa her çar mirovên Kurd de ti agahiyek nayê zanîn.