Hevseroka Odeya Mîmaran a Şaxa Amedê Selma Aslan diyar kir ku ligel hemû israran jî cihên dîrokî yên ji ber erdhejê zirar dîtine nehatine restorekirin.
Ji ber erdhejên 6’ê Sibatê li 30 cihên Sûrên Amedê yên dîrokî ku di 2015’an de ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve di nav lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê de ye; qelş û derbên hilweşînê pêk hatine. Tevî ku salek ji ser erdhejê re derbas bû jî, Sûrên Amedê yên dîrokî ku zirareke mezin dîtibûn, li hêviya çarenûsa xwe ye û nayên restorekirin.
Hevseroka Odeya Mîmaran a Şaxa Amedê Selma Aslan têkildarî rewşa dîwarên dîrokî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku tevî hemû israran jî di xebatên restorasyonê de gavên cidî nehatine avêtin. Aslan, ev agahî dan: “Di encama erdhejê de cihên dîrokî bi taybetî jî Sûrên Amedê zirareke mezin dît. Qeyûm li Sûra ku piştî pevçûnan wêran bûbû, di bin navê ‘Vejînê’ de lêkolînek kir. Dema em li vê xebatê dinêrin, divê em li bersiva pirsa ‘hûn çi li ser çi vedijînin? bidin. Divê em li bersiva pirsa “Hûn li gorî tiştên ku hatine hilweşandin vejîneke nû pêş dixin?” Sûrên Amedê yên ku mane bibînin. Ji ber pêvajoya pevçûnan zerareke mezin dîtin. Bi rastî hilweşandineke giran rû da. Di encama vê hilweşînê de Sûrên Amedê ji nû ve zindî bûn. Ji aliyê qeyûm ve hewl hat dayîn dîrokek sexte bê afirandin.”
PIRSGIRÊK ZÊDE DIBIN Û DIDOMIN
Selma Aslan bi bîr xist ku di erdhejê de zirara herî mezin di navbera Birca Keçî û bircên Deriyêçiyê de pêk hatiye û wiha dewam kir: “Piştî erdhejê li 30 cihên Sûrên Amedê xisareke mezin di çapemeniyê de hat ragihandin. Her wiha zerarên Minareya Çar Ling, Mizgefta Sefa û Mizgefta Behram Paşa çêbûn. Li Mizgefta Sefayê restorasyon dest pê kiriye, lê li cihên din xebatên restorasyonê dest pê nekiriye. Îhaleyên xebatên restorasyonê yên li mizgeftên li bajêr bi piranî ji bo qezençkirinê bûn û ji alîgiran re hatin dayîn. Mixabin ev cihên dîrokî demeke pir dirêj nehatin parastin. Bi giştî dema em li 10 salên dawî dinêrin, em dibînin ku pirsgirêkên li cihên dîrokî yên heyî çareser nebûne û ji bo çareserkirina wan jî dereng mane. Em şahid in ku qeyûm ji ber ku xwe wek mêvanên demkî dibînin û li gorî avahiya dîrokî ya bajêr tevnagerin, bajêr naparêzin. Dema mirov ne tenê li avahiyên çandî û dîrokî, bi giştî li bajêr dinêre, mirov dibîne ku pirsgirêk berdewam in û li cihê xwe dimînin.”
ÇANDA PARASTINA DÎROKÊ TUNE YE
Selma Aslan bal kişand ser pêwîstiya parastina nasnameya dîrokî ya bajêr û wiha got: “Parastina avahiyên dîrokî xwedî cihekî gelekî taybet e. Di encamê de çandek derdikeve holê û divê ev ji bo nifşên nû bê hiştin. Xemsarî û pêknehatina berpirsyariyên li hemberî dîrokê faktorên sereke ne. Avahiyên dîrokî, têgihiştina wêrankirinê li dijî wêrankirinê heye û çanda parastinê tune. Hikûmet xwedî nerînê ye ku çandên din tune bikin û çanda ku ew hewl didin bi xwe biafirînin derxin pêş.”
LI HER CIHÊ BAJÊR PIRSGIRÊK HEYE
Aslan diyar kir ku divê di demek herî kurt de avahiyên dîrokî yên ku ji ber erdhejê zirar dîtine bên restorekirin û wiha got: “Ya ku qeyûm anîne polîtîkaya rantê ye. Li her quncikê bajêr pirsgirêk hene. Em li bajêr bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ne û daxwaza me ew e ku di zûtirîn dem de bajarvanîyek bi tendurist ku gel bixwe xwe bi rê ve bibe û pirsgirêkên xwe çareser bike pêk were.”