Tirkiye bi banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê re kete nava pêvajoyeke nû. Di asta heyî de bi beşdariya partiyên li meclîsê komîsyonek hate avakirin û vê komîsyonê dest bi kar kir.
Prof. Dr. Şukru Aslan ku bi karên xwe yên li ser Elewiyan û Elewîtiyê, sosyolojiya bajêr û koçê tê naskirin, bendewariya Elewiyan a ji pêvajoya nû wateya pêvajoyê ji ANF’ê re nirxand.
‘LI TIRKIYEYÊ MESELEYEKE NASNAMEYÊ HEYE’
Aslan anî ziman ku ne tenê Kurd an jî mirovên ne Misilman, li Tirkiyeyê pirsgirêka gelek derdoran ji ber nasnameya xwe heye û got, “Weke akademîsyenekî Elewî ku li ser Elewîtiyê kar kiriye, dikarim hin dîtinên xwe yên şexsî bibêjim.
Li Tirkiyeyê ne tenê pirsgirêka Elewiyan an jî Kurdan heye; bi giştî meseleyeke nasnameyê heye. Pirsgirêka cihêkariya li hemberî nasnameyan heye. Ji bo tasfiyekirina nasnameyan, dibe ku di dawiya Osmanî de û bi modernbûyîna Tirk re meseleyeke gelekî bingehîn hatiye afirandin. Ji wê rojê û vir ve li Tirkiyeyê bi gelek nasnameyan re -ku berevajî texmînan ne tenê nasnameyên ne Misilman, nasnameyên Misilman, nasnameyên koçberan, nasnameyên koçberên Balkan û Kafkas jî di nav de- travmayên civakî yên mezin ên ji ber vê polîtîkayê, encamên wê yên civakî û maliyetên wê yên civakî yên mezin hene.”
‘RONAHIYÊ CAREKE DIN XUYA KIR, EGER POLÎTÎKAYÊN KEVNEŞOP BÊNE TERIKANDIN WÊ ENCAM BÊ DÎTIN’
Aslan diyar kir ku çavekî Tirkiyeyê timî li ronahiya ji bo çareseriya pirsgirêkan e û got, “Ji ber vê yekê çavekî Tirkiyeyê timî li ronahiyekê digere ku nîşan bide, ev mesele wê çawa, kengî û bi çi rengî bêne çareserkirin. Tirkiye her tim bi vî rengî bû û ev ronahî kengî xuya kir, kêm be jî dema ku xwe nîşan da, di nava van nasnameyan hemûyan de xweşbîniyek, bendewariyeke erênî afirî. Rewşa niha jî bi vî rengî şîrove dikim. Careke din ronahiyeke bi vî rengî xuya kir û eger Tirkiye vê polîtîkaya kevneşop di astekê de biterikîne; wê encamên maliyeta civakî ya ku heta niha hatiye afirandin bê dîtin. Hêviyek afirî ku heta astekê dibe ku pê re rû bi rû jî bimîne.”
Aslan diyar kir ku di nava gelan hemûyan de hêviyek çêbû û destnîşan kir ku ev pêvajo derfeteke mezin e, ji bo pêşketinên erênî pêk werin divê her kes hewl bidin.
‘JI BO BÊHN BÊ BER TIRKIYEYÊ EV PÊVAJO FIRSENDEK E’
Aslan got, “Ev hêvî ne tenê di nava Kurdan de ku weke muxatab tê dîtin, di heman demê de li nava hemû nasnameyan tê dîtin. Dibe ku ev yek hêvî û bendewariyek be, lê belê hêvîdar im ku vê carê bi ser bikeve. Gelo dikare bi ser bikeve? Ji bo bi ser bikeve gelek sedem hene, lê belê hin dînamîk jî hene ku li pêşiyê dibe asteng. Lewma ji bo ber bi erênî ve bi pêş biçe, ji bo bêhn bê ber Tirkiyeyê, ji bo bi nasnameyên xwe re li hev bike, ji bo ew hest bê afirandin ku ev cografya warê hevpar ê hemû nasnameyan e, ev pêvajo firsendek e, Hêvîdar im bi vî rengî be. Weke hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê bi meraq li benda vê pêvajoyê me.”
‘ELEWÎ DIXWAZIN ÊDÎ AZAD BIBIN’
Şukru Aslan anî ziman ku Elewî berevajî texmînan xwedî rêxistiniyeke mezin nînin, bal kişand ser daxwaza jiyana azad a Elewiyan û got, “Dema ku em bên ser mijara Elewiyan, Elewî ji hemû nasnameyên din cudatir xwedî hin taybetmendiyan e. Çekên wan nîne ku bişewitînin, ya rast tiştekî wan nîne. Dijminekî wan jî nîne. Rêxistiniyeke wan a mezin jî nîne ku wan bixe nava liv û tevgerê. Civakên wan ên biçûk, warên wan ên biçûk hene ku dengê xwe didin bihîstin. Warên wan ên bedew hene ku li hev kom dibin, cemên xwe lê pêk tînin. Ewqas; wekî din tiştekî wan nîne û dixwazin di nava vê yekê de azad bibin, weke her kesî. Hêvîdar im ev pêvajo wê ji bo Elewiyan jî bi vî rengî bi encam bibe.”