Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kesên li Kizildereyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD: 7 zarok bi hinceta tevli Newrozê bûne hatine girtin û êşkence dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    11 partiyan ji bo aştî û demokrasiyê banga avêtina gavên şênber kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Naqqarînê 270 cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Atalay: Em destê Rêber Apo xurt bikin
Çand û Hûner

Atalay: Em destê Rêber Apo xurt bikin

Berdevkê Komîteya Azadî ji Ocalan re ya Swîsreyê Nejdet Atalay got, "Em ê li Kolnê bersivê bidin silava Serok Apo. Em çiqasî xurt bin, em ê ewqasî jî destê Serok Apo xurt bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Siyasetmedarê Kurd Nejdet Atalay anî ziman ku meş û mîtînga 16’ê Mijdarê ya li Kolnê ji bo paşeroja gelê Kurd girîng e û got, “Ji bo bilêvkirina daxwaza azadî û welatê xwe em li Kolnê li hev bicivin.”

Berdevkê Komîteya Azadî ji Ocalan re ya Swîsreyê Nejdet Atalay li ser girîngiya meş û mîtînga 16’ê Mijdarê ya li Kolnê ji ANF’ê re axivî.

Nejdet Atalay anî ziman ku ew hemû karên xwe yên heta 16’ê Mijdarê ji bo tevlîbûneke xurt a li vê meşê derbas dikin û got, “Di wê baweriyê de me ku em ê bi ser bikevin. Gelê Kurd mafdar e û wê vê têkoşîna xwe ya mafdar dawiya dawî bi ser bixîne, bi ser bikeve. Em zanin; berdêla vê têkoşînê giran e, lê belê em mafdar in, çavê me ne li malê kesî ye. Em ya xwe, ya ku ji me hatiye standin dixwazin. Em dixwazin bi ziman, çand û nirxên xwe li welatê xwe bi rengekî azad bijîn.”

GELÊ LI SWÎSREYÊ WÊ LI KOLNÊ BE

Atalay anî ziman ku li Swîsreyê ew civînên gel pêk tînin, serdana malan dikin, hevdîtinê bi saziyên dost re dikin û got, “Belavokên ji bo bangawaziya tevlîbûna li meşa 16’ê Mijdarê li hemû qutiyên postayê têne bicihkirin. Her wiha ji bo mirov bi rengekî girseyî bigihêjin Kolnê wesayit têne amadekirin. Ji bo gelê xwe bigihînin Kolnê em yek bi yek danûstandinê dikin. Bendewariya me ew e ku mirovên me li gel dost û malbata xwe li gorî derfetên xwe bên Kolnê. Eger derfetên xwe nebin, hingî li Navendên Civaka Kurd ên li Swîsreyê wê otobus bi rê bikevin. Em hewl didin vebêjin ku pêvajoya heyî ji bo Kurdan gelekî hêja, hesas û diyarkirina çarenûsê ye. Li gorî me divê her kesayetekî Kurd bi berpirsyarî rabe. Lewma em hewl didin vebêjin ku meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê çiqasî stratejîk e. Mirovên me jî bi rengekî erênî bersivê didin. Gelê Kurd gelê herî dînamîk, rêxistinbûyî û bi tevger e. Lewma gelê me li gel her tiştî jî wê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê be û em li benda her kesî ne ku berê xwe bidin Kolnê. Em di wê baweriyê de ne ku ji Swîsreyê wê tevlîbûneke mezin ji bo meşa li Kolnê pêk were.”

JI BO XURTKIRINA DESTÊ RÊBER APO

Atalay destnîşan kir ku tevlîbûna xurt a li meşa li Kolnê wê destê Rêber Apo hîn xurt bike û got, “Civaka Kurd, rêxistinên Kurd û siyaseta Kurd demeke dirêj e dibêje, muxatabê pirsgirêka Kurd û muzakerevanê sereke Serok Apo ye. Di demekê de ku nîqaşên dema dawî hene, tevlîbûna li meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê hîn bêhtir girîng e. Em li pişt Serok Apo ne, Serok Apo muzakarevanê me yê sereke ye. ji bo xurtkirina destê Serok APo divê em li Kolnê helwesta xwe nîşan bidin. Peyama Serok Apo ji bo me gelekî girîng e. Serok Apo got, tecrîd dewam dike. Bi vê gotinê bang li me kir ku têkoşînê dewam bikin. Bİ gotina ‘Hêza min a teorîk û pratîkî heye’ peyam da muxatabên xwe. Peyama xwe ya sêyemîn jî silavên wî bû. Spasiya her kesî kir ku heta niha ked dan û têkoşiyan. Divê ev yek li ber çavan bê girtin û em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku tevlî meşa li Kolnê bibe. Bi tevlîbûna bi sed hezaran, bi milyonan em ê li Kolnê bersivê bidin silava Serok Apo. Em li Kolnê çiqasî xurt bin, em ê hingî destê Serok Apo hîn xurt bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BERN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hunermend Thomas Klipper: Min xwest hurmeta xwe pêşkêşî Hêro û Gulistan bikim
Nûçeya Pişt re ‘Jin hewl didin ku di hemû karên civakê de rola wan hebe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rewşa girtiyên nexweş giran e: Divê demildest bên berdan

Aktîvîstên mafên mirovan diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Abdulkadîr Kuday û Ayhan Aykaç giran e…

Ji aliyê Stêrk TV

Bahçelî ji bo nexşerêyê bang kir: Bila komîsyonekî 100 kesî were avakirin

Devlet Bahçelî piştî biryarên kongreya PKK’ê bi beşdara partiyên li Meclîsê banga avakirina “Komîsyona Yekîtî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişloyê nexweşxaneyeke din jî hate vekirin

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê li Qamişloyê nexweşxaneyeke din a gel vekir. Nexweşxane dê piraniya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?