Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Pêvajo bi hêviyê nameşe, garantiya qanûnî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Textê hişk li Kurdistanê çawa şîn bû?

    Ji aliyê Stêrk TV

    4’ê Nîsanê tê wateya afirandina jiyana azad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Aykan Sever: Şer dikare demeke dirêj dewam bike
Rojane

Aykan Sever: Şer dikare demeke dirêj dewam bike

Rojnamevan Aykan Sever, diyar kir ku her çend Emerîka an Îsraîl operasyonek bejayî li dijî Îranê dest pê nekin jî, şerê Îran û Îsraîl dikare demek dirêj bidome.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Rojnamevan Aykan Sever, diyar kir ku şerê heyî nîşaneya kapîtalîzmê ye û got ku serokên ji hêla kapîtalîzmê ve hatine afirandin jî Trump û yên mîna wî ne. Sever, anî ziman ku niha sosyalîzm an jî komunîzm ji bo gelek mirovan mîna xeyalek dikare bê dîtin, lê utopiyek a kapîtalîzmê jî nîne. Sever got, “Ocalan her wiha balê dikişîne ser girîngiya civaka komunal a demokratîk. Pênaseyeke din a sosyalîzmê ye. Niha, rêxistina ku li dijî vî şerî were avakirin jî dikare li ser vê bingehê be. Di heman demê de ev dikare bibe hîmê enternasyonaleke nû.”

Rojnamevan Aykan Sever a ku ji ANF’ê re axivî, da xuyakirin ku şerê Îran û Îsraîlê pêşkeftineke dihate çaverêkirin û wiha got, “Pevçûn di demek wisa de ku danûstandinên Emerîka-Îranê berdewam dikirin de dest pê kir û ev yek girîng e. Dibe ku bidestxistin û weşandina agahiyên îstîxbaratê yên li ser Îsraîlê ji aliyê Îranê ve bandor li ser gavavêtina Îsraîlê kiribe. Ji aliyê din ve, Îranê di ferqa vî şerî de bû û ji ber vê di demên dawî de hawirdekirina kelûmelên fûzeyan ji Çînê zêde kiribû. Her wiha Îran derbarê gelek depoyên fûzeyan de gelek propoganda kiribû.”

Sever, destnîşan kir ku Trump “nikaribû şer bifroşe” û got ku avahiyek du-alî hewl dide ku desthilatên Trump yên şer sînordar bike. Sever, diyar kir ku di civak û burokrasiya Emerîkî de nerazîbûnek berfireh li dijî vî şerî heye.

ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN KETIYE QONAXEKE NÛ

Sever, da zanîn ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ketiye qonaxek nû û diyar kir ku ev şer hem hesabên stratejîk û hem jî yên kevin dihewîne. Sever got, “Mînak, Îran di dema şah de di pozîsyona mêtingeriyê de bû. Ji bo ji nû ve bidestxistina vê jî hewldanek heye. Li aliyê din, ev şer li dijî Çînê jî xwedî aliyekî ye. Parçeyeke stratejiya ku em jê re dibêjin dorpêçkirina Çînê ye… Ev hemû bi hev ve girêdayî ne.” Sever, diyar kir ku hewldanên Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê ji bo ku bibin hêzên hegemonîk li Rojhilata Navîn bi tundûtûjî û şer berdewam dikin.

ATMOSFERA NEASAYÎ A KU BI ŞER RE HATIYE AVAKIRIN

Sever got, “Pirsgirêka rastîn îro atmosfera ku ji ber şer hatiye afirandin e. Mirov êdî nikarin bi awayekî asayî bifikirin. Berê, encama herî xwezayî ya şer ew bû ku mirov li dijî wê derkevin. Niha ne wisa ye. Her kes temaşe dike, ew hewl didin ku mirovan bikin alîgir. Siyasetmedaran aqilmendiya xwe winda kirine. Ev serdemek e ku em ji aqilê asayî wêdetir diçine.”

TIRKIYE MANÎPULASYONEKE MEZIN DIKE

Sever, ji bo pirsa ‘Gelo dê dor were Tirkiye?’ got ku manîpulasyoneke mezin e û wiha domand, “Tirkiyeyê heta niha bi polîtîkayên ku Îsraîlê li Rojhilata Navîn xêz kiriye re paralel tevgeriyaye. Rêveberiya heyî li ser sûcekî mezin û xwînî rûniştiye, ji ber vê yekê nikare baweriya xwe bi siberoja xwe bîne. Ew vê bêewlehiyê bi gotina ‘Dibe ku Îsraîl êrîşî me bike’ li ser civakê belav dikin. Niyeta wan a rastîn ew e ku xizmeta berjewendiyên emperyal ên sermayeya Tirkiyeyê bikin; mînak, ji Sûriyeyê parek mezintir bistînin û bigihîjin herêmên petrol û gaza xwezayî.”

HEDEFÊN EMPERYAL ÊN TIRKIYEYÊ

Sever got, “Rojhilatê Kurdistanê jî dibe ku di nava hedefan de be. Tirkiye bi CIA û rêveberiya Aliyev re bi rêya Azerbaycana Başûrrojava projeyan dimeşînin. Ev pêvajo her wiha gefê li Ermenîstanê jî dixwe. Hevdîtinên Erdogan-Aliyev-Paşîniyan parçeyek ji vê projeya mezin e. Yên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin, dizanin ku sûcdar in û dizanin ku civaka Tirkiyeyê rizandine. Ji bo nixumandina sûc serî li demagojiyê didin. Ji aliyekî ve sozên xwe dane Îsraîlê, li aliyê din jî ji Trûmp re peyaman dişînin û dibêjin ‘Netanyahû xerabe ye, em baştir in’. Ji ber ku ew bi xwe jî dixwaze bibe xwedî van xelayên emperyal.”

ŞER WÊ BI RENGEKÎ JI QEWETXISTIN BÊ BERDEWAMKIRIN

Rojnamevan Aykan Sever, anî ziman ku ew texmîn dike ev şer demeke dirêj berdewam bike û wiha axivî, “”Îsraîl an jî DYE’yê wê hewl nedin êrîşa bejahî bikin. Piştî ku zirarên girîng ên hevpar rû dan, dibe ku şer bisekine. Lê belê pêvajo wê dirêj û bi rengekî ji qewetxistin bidome. Zirara herî mezin wê gel bibîne. Ji ber vê yekê, ji bo sekinandina şer divê polîtîkayek bê meşandin. Ev yek ne tenê ji bo çep, ji bo siberoja cîhanê pêwîst e. Em di serdemeke welê de ne ku mîlîtarîzm û faşîzm tê xurtkirine. Lewma sekinandina şer xwedî girîngiyeke bingehîn e.”

JIRÊZÊBÛNA KU KAPÎTALÎZMÊ FERZ DIKE EV E

Sever di dawiyê de wiha got, “Ev şer nîşana rûyê kapîtalîzma heyî ye. Kapîtalîzmê serokên mîna Trûmp li ser me ferz kir. Ev ne tesadûf in, jirêzêbûna ku kapîtalîzmê li ser me ferz dike ev e. Di dawiyê de ji bilî sosyalîzm û komunîzmê ti rêyek din li vê cîhanê nîne. Dibe ku gelek kes niha sosyalîzm an jî komunîzmê weke utopyayekê dibînin, lê kapîtalîzm utopyayeke wê jî nîne. Tişta ku dixwazin bi dest bixin, jixwe tişta ku niha bi me didin jiyîn e. Ocalan jî bi taybetî balê dikişîne ser civaka demokratîk, komunal. Bi ya min ev pênaseyeke din a sosyalîzmê ye. Qet nebe tişta ku dixwazim bibêjim ev e. Niha, rêxistinbûna ku li dijî vî şerî bê kirin jî dikare li ser vê bingehê be. Di heman demê de ev jî dikare bibe hîmê enternasyonaleke nû.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serhildêrekî nemir: Fîras
Nûçeya Pişt re Esreen Ghadri: Ji bo Kurdan dema yekîtiya stratejîk e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şervana YPJ’ê: Banga Rêbertiyê wê bigihêje serketinê

Şervana YPJ’ê Siyajîn Bawer diyar kir ku peyama Rêber Apo peyameke cîhanî ye û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Netanyahû gef xwar: Eger dîlgirtî neyên berdan wê zext girantir bibe

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû gef li Hamasê xwar, ku eger dîlgirtiyan bernede wê zextê hîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê Xezeyê: 77 kesên din hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Înê ragihand ku di şerê Xezeyê de ku ketiye meha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Çelebiyê ya ser bi Kobanê gule li gel hate reşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hikumeta demkî bêyî îradeya Çelebiyê şaredarek tayîn kir, gel daket qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?