În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ayla Akat Ata: Deriyên Îmraliyê vekin!
Kurdistan

Ayla Akat Ata: Deriyên Îmraliyê vekin!

Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata got, "Rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir, rêyeke welê ye ku ev yek bi hev re lê bimeşe. Wî derî vekin, ev gel dixwaze dengê Birêz Ocalan bibihîze."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Mîtînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ ya li Êlihê, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk tê lidarxistin, bi coş dewam dike. Piştî axaftina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê derketin ser dikê. Girseya gel jî dirûşmên ‘Êlih bi we serbilind e’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîriya.

Piştre Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (TJA) Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku gel qeyûman qebûl nake. Ayla Akat Ata ragihand ku ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd wan mîtîng lidar xistine û ew li ber desteserkirina îradeya gel radibin.

Piştre jî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata derket ser dikê û got; “Gel ji qeyûm re dibêje na.” Ata, got ku ew ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd mitîngê li dar dixin û ev tişt anî ziman: “Gelo kesên biryara qeyûm dayin Êlihiyan nas dikin? Em hinek qala Êlihê bikin. Vî gelî di salên 1970’î de got ‘Edîp Solmaz.’ Ji sala 2009’an heta niha tevî qeyûm, girtin û binçavkirin jî got; ‘Ez heme, em Kurdistanî me.’ Êlih hinek Amed e, hinek Sêrt e, hinek Mêrdîn e. Lê Êlih temamiya wan e. Êlih, Cegerxwîn e ku dibêje ‘Em kî ne.’ Ew bajare ku bi cînayetên kiryarnediyar nehat bêzarkirin û bêdengkirin. Yên îradeya gel xesp kirin, Êlih tirsa dilê wan e.”

Ayla Akat Ata da zanîn ku di demokrasiyan de kes bi hilbijartinan tên hilbijartin û wiha berdewam kir: “Di demokrasiye de muxalîf hene. Di demokrasiyê hilbijartin serbest e.  Bi hilbijartinê kes tên ser kar. Lê li Tirkiyeyê û Kurdistanê 3 serdem, ev gel bihilbijêran nayê rêvebirin. Qeyûm tayîn dikin û vîna gel xesp dikin. Ji ber vê yekê yên ku gel wan hildibijêre em ji wan re dibêjin ‘Hevserok e.’ Yên ew tayîn dikin em dibêjin ‘Qeyûm.’ Yên gel hildibijêrin Hevşaredar in. 15 roj in ciwan dibêjin ‘Em li vir in. Dawiya dawî tê qeyûm biçin, lê em livir in. Dê qeyûm biçin lê em ê li vir bin.’ Lê mixabin yên dengê ciwanan nabihîzin di polîtîkayên qirêjî de israr dikin. Ew şerm nakin. Rûyê van polîtîkayên derbeyan dikin û tune dihesibînin qeyûm e. Ji ber vê yekê em ji qeyûman re dibêjin na. Em ji vîna gel a bi demokrasiyê tên hilbijartin re dibêjin erê.”

Bi domdarî Ayla Akat Ata ev tişt anî ziman: “Qeyûm berî her tiştî dijminê jinan e. Berî her tiştî dijminê vîna jinan a azad e. Em li pratîkên wan binêrin. Di hilbijartina dawî de ev bajar li gel 2 caran qeyûm tayîn kiribûn bi dengê rekor hevşaredara jin hilbijartin. Lê ew vê yekê nabînin. Seroka me Gulistan zaroka vî gelî ye. Wê ji sedî 65 bi dengekî rekor hat hilbijartin. Seroka me Gulistan 15 roj in li qadan di nava gel de li ber xwe dide. Em bi hevre li ber xwe didin. Em bi hevre qeyûm qebûl nakin. Jiber ku qeyûm dijminê jinan e. Di sala 2016’an de dema cara yekem qeyûm tayîn kirin di serî de deriyê saziyên jinan girtin. Saziyên jinan ji bo mêran kirin qiraatxane. Ji vê yekê şerm nakin. Lê em vê yekê ji bîr nakin. Ev nêzîkatiya wan sedema têkoşîna TJA’yê ye. Ji bo jin xwe bi rêxistin bikin û jiyana azad ava bikin em têdikoşin. Ji ber vê yekê ew ditirsin. Ew ji ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ditirsin. Jin Jiyan Azadî rastiya gelê Kurd e. Em dibêjin heta jin azad nebe civak azad nabe. Ew çawa dikin. Qeyûm tayînî şûna hevşaredaran û saziyên jinan dikin. Li şûna wan meran tayîn dikin. Deriyê şaredariyan li gel û jinan girtin. Ji ber vê yekê em ê têbikoşin, xwe bi rêxistin bikin û azad bibin.”

Bi domdarî Ayla Akat Ata anî ziman ku polîtîkaya qeyûm polîtîkaya şerê taybet û neçareseriyê ye û wiha qedand: “Bi tayînkirina qeyûm vîna gel nas nakin. Em bi salan dibêjin li vî welatî şer naxwazin. Em dibêjin em dixwazin vê pirsgirêkê bi rêya çareseriya demokratîk çareser bikin. Lê vê daxwaza gel naxwazin têxin rojeva xwe. Niha li vê qadê 14 roj in tevî terora dewletê gel li ber xwe dide. Yên dibêjin gotina we tune ye. Em li vê qadê bersiv didin. Em dibêjin hûn rastiyan şêlî dikin. Rastiyan berovajî dikin.

Gel her tim li qadan, li kolanan, di girtîgehan û binçavan de got rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe. Got rêya çareseriyê, çareseriya demokratîk ku hemû gel bi hevre bijîn e. Lê îktîdara siyasî vê yekê red dike. Di 2013’an de Rêber Abdullah Ocalan got 20 sal in em çareseriya demokratîk û aştiyê dixwazin. Got ‘ez ji çareseriyê re amade me.’ Ji wê rojê heta niha gel li ser piyan e. Gel got ‘Rêya Abdullah Ocalan rêya me ye.’ Lê hûn kerr û kor in. Em dibêjin êdî tu mafê kesî tune ku şaşiyan bikin. Vîna gel li vir e. Nûnerên gel li vir e. TJA li vir e. Gel li vir e. Tevgera jinên kurd li vir e. Ji bo çareseriyê amade ye. Ji bo gavan biavêje amade ye. Heta dawî em ê têbikoşin. Heta dawî heta çareseriyê em ê têbikoşin. Bila her kes amade be. Lê divê tişta dawî ewil nebêjin. Em dibêjin van deriyan vekin. Gel dixwaze dengê Rêber Abdullah Ocalan bibihîsin. Vekin wî derî. Gel Bahçelî jî guhdar kir. Gel Erdogan jî guhdar kir. Edî dizane kî derewan dike û kî rastiyan dibêje. Em careke din li vir ji bo çareseriya demokratîk dengê xwe bigihînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÊLIH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Rêberê Gelê Kurd bila azad bibe, ev mesele jî çareser bibe’
Nûçeya Pişt re ‘Eger hûn cidî bin deriyên Îmraliyê vekin, bila Ocalan peyama aştiyê bide’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li hemberî derbeya qeyûm berxwedanê ciwanan didome

Ji ber li şaredariya Akdenîzê ya DEM Partiyê qeyûm hate avêtin, çalakiyên ku ciwanan dabû…

Ji aliyê Stêrk TV

YPG: Em ê xeta Çapemeniya Azad biparêzin

YPG’ê diyar kir ku ew ê bîranînên nûnerên leheng ên Çapemeniya Azad Nazîm Daştan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir

Meclîsa Kongra Star bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hawagê meş û çandina şitlan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?