Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari bi ciwanan re civiya: Em neçar in xwe birêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê Konferansa Serhedê: Ciwanan banga rêxistinbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Guven: Em di qonaxa jinûve avakirina Komara Demokratîk de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di serlêdana YNK û Nifşê Nû de dadgehê biryar da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Tuncer Saglam li Esenyurtê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPG: Em ê xeta Çapemeniya Azad biparêzin
Rojava

YPG: Em ê xeta Çapemeniya Azad biparêzin

YPG’ê diyar kir ku ew ê bîranînên nûnerên leheng ên Çapemeniya Azad Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn zindî bihêlin û xeta Çapemeniya Azad biparêzin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rojnamever Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di encama êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî şehadeta her du rojnamevanan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan daxuyaniyeke nivîsîkî da.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Dewleta dagirker a Tirk û komên çete yên di bin kontrola wê de, ji rewşa aloz û pevçûnî ya li Sûriyeyê sûd werdigirin û êrîşên xwe li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine û bi planên berfireh hewl didin ku dagirkeriya xwe firehtir bikin. Hemû gelê me û raya giştî ya cîhanê dizane ku hincetên ewlehiyê yên ku dewleta Tirk pêşkêş dike tu bingeheke wan tune ne. Armanca wan tunekirina şoreş û modela rêveberiya demokratîk e ku li Rojava hatiye avakirin. Hemû êrîş di vê çarçoveyê de ne.

Êrîşên li ser herêmên Şehba, Minbic, Kobanê, Tişrîn û Qereqozaqê û berxwedana qehremanî ya hêzên me û gelê me li hember van êrîşan, bi hewldanên kedkarên Çapemeniya Azad digihîje gelê me. Şerê psîkolojîk û hewldanên dezenformasyonê yên dewleta Tirk beşeke girîng a van êrîşan e. Gelek rojnamevan ên ku ji salên dirêj ve kedkarên dilsoz ên kevneşopiya Çapemeniya Azad in, bi fedakariyeke mezin dixebitin da ku êrîşên li ser sivîlan, binpêkirinên mafên mirovan, êrîşên li ser cihên jiyana gel, avahiyên bingehîn û kargehên ku pêdiviyên bingehîn ên gel berhem tînin belge bikin. Du rojnamevanên ku nûnerên herî girîng ên vê kevneşopiyê ne, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, di 19’ê Kanûna 2024’an de dema ku li pey nûçeyan bûn, bi êrîşeke armancgirtî ya dewleta Tirk li ser wesayîta wan şehîd ketin.

Nazim Daştan li Kobanê piştgiriya ku Tirkiyê dida çeteyên DAÎŞ’ê belge kiribû, operasyonên paqijkirina Reqa û Dêrezorê ji DAÎŞ’ê bi fedakariyeke mezin şopandibû û gihandibû cîhanê, sûcên şer ên ku dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrîn û bajarên me yên din de pêk anîbûn belge kiribûn. Cîhan Bîlgîn zoriyên ku gel li gelek deverên Rojava dijî tomar kiribû, çîrokên gelê me yê ku bi êrîşan koçber bûbû gihandibû Cîhanê û li her derê ku lê bû bi fedakariyeke mezin bûbû nûnerê netirsê kevneşopiya Çapemeniya Azad. Ev êrîşa bi zanebûn a li ser her du rojnamevanan binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî û mînakeke sûcê şer e. Ev êrîş, êrîşeke giştî ye li ser çalakiyên çapemenî-weşanê li Rojava. Divê saziyên navneteweyî û rêxistinên rojnamevaniyê li hember van sûcan bê deng nemînin û ji dewleta dagirker a Tirk hesab were pirsîn.

Em rojnamevanên di vê êrîşê de şehîd bûne Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re dixwazin. Em wek YPG soz didin ku em ê xeta Çapemeniya Azad biparêzin û li bîranîna hevalên xwe yên rojnamevanên şehîd xwedî derkevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd
Nûçeya Pişt re Li Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîdên Parîsê li Ermenistanê hatin bi bîranîn

Komkujiya Parîsê li paytexta Ermenistan Erîvanê daxuyaniya çapemenê hat şermezarkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

YE’yê biryara li ser plana navendên koçberiyê ji bo meha Hezîranê taloq kir

Yekîtiya Ewropayê (YE) biryara xwe ya dawî ya li ser reforma cihê nîqaşê ya têkildarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan li ber Wezareta Edaletê ji bo Rojîn Kabaîş edalet xwest

Platforma Jinan a Enqereyê ji bo ronîkirina mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Kongra Star li Dêrikê li dijî tundiya li ser jinan meş li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di serlêdana YNK û Nifşê Nû de dadgehê biryar da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?