Duşem, 17 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayramoglu: Pêvajoya rastîn dê bi pêkanîna qanûnê û rojevbûna daxwazên Kurdan dest pê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlak: Piştî çarçoveya qanûnê wê pêşiya gavên nû yên qanûnî vebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd
Kurdistan

Ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd

Ji bo rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, mewlûd hate danîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji bo rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê Balafirê Bêmirov (SÎHA) a dewleta Tirk ve hatin hedef girtin û qetilkirin, mewlûd hat danîn.

Ji bo Nazim Daştan li navçeya Giyadîn a Agiriyê şîn hatibû danîn û îro mewlûd hate dayin. Rêveberên MEBYA-DER’ê yên Wan û Agiriyê, TUHAY-DER, KURDÎGEH, DBP û DEM Partiyê, aktîvîstên TJA’yê, Parlamenterên DEM Partiyê Nejla Demîr, Heval Bozdag,  Mahmut Dîndar, hevşaredarên Bazîd û Giyadînê û gelek kes tev li mewlûdê bûn. Piştî xwendina mewlûdê, rêz hate girtin.

‘ÇAPEMENIYA AZAD TARÎTIYÊ RONÎ DIKE’

Hevseroka Şaxa MEBYA- DER’ê ya Wanê Hanim Kaya, diyar kir ku Çapemeniya Azad tarîtiyê ronî dike û wiha got: “Hevalên me bi nûçeyên xwe rastî û heqîqeta raxistin ber çavan û derewên dewleta Tirk derxistin holê. Hevalên me Cîhan û Nazim lewma hatin hedefgirtin û qetilkirin. Li ku derê Kurdek hebe dê ev têkoşîn bidome û dê doza zimanê dayikê û azadiya Kurdistanê bike. Di şexsê hevalên me Nazim û Cîhanê de em bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin. Em soz didin ku dê xeyala wan a Kurdistana azad pêk bînin. Em ê bibin şopdarên têkoşîna wan.”

Parlamenter Nejla Demîr, jî ev tişt anî ziman: “Di nava êrîşên 5 salên dawî de 13 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin şehîdkirin. Ev êrîş sed sal in didomin û sedhezaran Kurd hatin qetilkirin. Bila bizanin ku gelê Kurd ne Kurdên berê ne. Mafên xwe diparêze û dê biparêze.”

‘TIRKIYE HEWL DIDE HEQÎQETÊ TUNE BIKE’

Ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn jî li navçeya Midyadê ya Mêrdînê şîn hatibû danîn û di roja dawî ya şînê de mewlûd hate dayin. Bi sedan kesên tev li şînê bûn, dovîzên ku wêneyên Cîhan Bîlgîn li ser bûn hilgirtin û meş li dar xistin. Di meşê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Cîhan û Nazim rûmeta me ne” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kirin û piştî meşê rêz girtin. Piştre jî Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Tekîn axivî û got ku ew ê têkoşîna Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mezintir bikin.

Li ser navê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Ahmet Kanbal axivî û got ku rojnamevan ji ber lêgerîna xwe ya heqîqetê hatine qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Her du hevalên me jî li ser şopa şehîdên Çapemeniya Azad bûn. Em li vir careke din soz didin wan ku dê mîrasa wan li pey xwe hiştî bişopînin û heqîqetê li erdê nehêlin. Em ê bibin şopdarên rêya wan û pênûsa wan li erdê nehêlin.”

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş, jî anî ziman ku bi saya Çapemeniya Azad tevahiya cîhanê hay ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bûye û wiha got: “Tenê di nava mehekê de 61 êrîş ser çapemeniyê hatin kirin. Tirkiye, hewl dide heqîqetê tune bike. Ne tank, ne top ne jî SÎHA dê nekarin heqîqetê tune bikin. Armanc, tunekirina Kurdan e. Ji Şêx Seîd heta niha me serî netewand û dê netewînin. Bi saya pênûsên Cîhan û Nazim her kesî hay ji berxwedana gelê Kurd bû. Lewma em ji bo wan deyndar in. Lewma divê em xwedî li mîrateya wan derkevin. Têkoşîna me ya ji bo jiyan û xeyalên me dê bidome.”

Herî dawî jî dayika Cîhan Bîlgîn, Katîbe Bîlgîn axivî û xwest cenazeyê keça wê li bajarê wê were definkirin. Katîbe Bîlgîn, ev tişt anî ziman: “Ji bo ku hemû hezkiriyên wê bikarin biçin serdana gora wê, ez dixwazin cenazeyê wê bînin vê derê. Min ew bi saxî nedît qet nebe bila bikarim biçim serdan gora wê. Dixwazim Cîhana min û Nazim bibin wesîleya aştiyê. Serê me tevan sax be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qûrbaniyên komkujiya Mereşê hatin bîranîn: Komkujî dewam dike
Nûçeya Pişt re YPG: Em ê xeta Çapemeniya Azad biparêzin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêber Apo: Yekîtiya demokratîk mecbûriyeteke dîrokî ye

Rêber Apo: Yek ji pirsgirêkên herî esasî yên gelê Kurd pirsgirêka yekîtiyê ye. Ji ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Deriyê Qaîm ê di navbera Iraq û Sûriyeyê de jinûve hat vekirin

Deriyê Qaîm ê bi ser sînorê Sûriyeyê ve bi fermî hat vekirin û jinûve tevgera…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora Efrînê: Binpêkirin û bêcezabûn bi rengekî sazîbûn didome

Rêxistina Syrians for Truth and Justice (STJ, raporek ku tê de asta binpêkirina mafên mirovan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bayramoglu: Pêvajoya rastîn dê bi pêkanîna qanûnê û rojevbûna daxwazên Kurdan dest pê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parlak: Piştî çarçoveya qanûnê wê pêşiya gavên nû yên qanûnî vebe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Lubnanê 42’emîn salvegera Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Êlihê civîna gel

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?