Ji bo rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê Balafirê Bêmirov (SÎHA) a dewleta Tirk ve hatin hedef girtin û qetilkirin, mewlûd hat danîn.
Ji bo Nazim Daştan li navçeya Giyadîn a Agiriyê şîn hatibû danîn û îro mewlûd hate dayin. Rêveberên MEBYA-DER’ê yên Wan û Agiriyê, TUHAY-DER, KURDÎGEH, DBP û DEM Partiyê, aktîvîstên TJA’yê, Parlamenterên DEM Partiyê Nejla Demîr, Heval Bozdag, Mahmut Dîndar, hevşaredarên Bazîd û Giyadînê û gelek kes tev li mewlûdê bûn. Piştî xwendina mewlûdê, rêz hate girtin.
‘ÇAPEMENIYA AZAD TARÎTIYÊ RONÎ DIKE’
Hevseroka Şaxa MEBYA- DER’ê ya Wanê Hanim Kaya, diyar kir ku Çapemeniya Azad tarîtiyê ronî dike û wiha got: “Hevalên me bi nûçeyên xwe rastî û heqîqeta raxistin ber çavan û derewên dewleta Tirk derxistin holê. Hevalên me Cîhan û Nazim lewma hatin hedefgirtin û qetilkirin. Li ku derê Kurdek hebe dê ev têkoşîn bidome û dê doza zimanê dayikê û azadiya Kurdistanê bike. Di şexsê hevalên me Nazim û Cîhanê de em bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin. Em soz didin ku dê xeyala wan a Kurdistana azad pêk bînin. Em ê bibin şopdarên têkoşîna wan.”
Parlamenter Nejla Demîr, jî ev tişt anî ziman: “Di nava êrîşên 5 salên dawî de 13 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin şehîdkirin. Ev êrîş sed sal in didomin û sedhezaran Kurd hatin qetilkirin. Bila bizanin ku gelê Kurd ne Kurdên berê ne. Mafên xwe diparêze û dê biparêze.”
‘TIRKIYE HEWL DIDE HEQÎQETÊ TUNE BIKE’
Ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn jî li navçeya Midyadê ya Mêrdînê şîn hatibû danîn û di roja dawî ya şînê de mewlûd hate dayin. Bi sedan kesên tev li şînê bûn, dovîzên ku wêneyên Cîhan Bîlgîn li ser bûn hilgirtin û meş li dar xistin. Di meşê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Cîhan û Nazim rûmeta me ne” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kirin û piştî meşê rêz girtin. Piştre jî Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Tekîn axivî û got ku ew ê têkoşîna Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mezintir bikin.
Li ser navê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Ahmet Kanbal axivî û got ku rojnamevan ji ber lêgerîna xwe ya heqîqetê hatine qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Her du hevalên me jî li ser şopa şehîdên Çapemeniya Azad bûn. Em li vir careke din soz didin wan ku dê mîrasa wan li pey xwe hiştî bişopînin û heqîqetê li erdê nehêlin. Em ê bibin şopdarên rêya wan û pênûsa wan li erdê nehêlin.”
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş, jî anî ziman ku bi saya Çapemeniya Azad tevahiya cîhanê hay ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bûye û wiha got: “Tenê di nava mehekê de 61 êrîş ser çapemeniyê hatin kirin. Tirkiye, hewl dide heqîqetê tune bike. Ne tank, ne top ne jî SÎHA dê nekarin heqîqetê tune bikin. Armanc, tunekirina Kurdan e. Ji Şêx Seîd heta niha me serî netewand û dê netewînin. Bi saya pênûsên Cîhan û Nazim her kesî hay ji berxwedana gelê Kurd bû. Lewma em ji bo wan deyndar in. Lewma divê em xwedî li mîrateya wan derkevin. Têkoşîna me ya ji bo jiyan û xeyalên me dê bidome.”
Herî dawî jî dayika Cîhan Bîlgîn, Katîbe Bîlgîn axivî û xwest cenazeyê keça wê li bajarê wê were definkirin. Katîbe Bîlgîn, ev tişt anî ziman: “Ji bo ku hemû hezkiriyên wê bikarin biçin serdana gora wê, ez dixwazin cenazeyê wê bînin vê derê. Min ew bi saxî nedît qet nebe bila bikarim biçim serdan gora wê. Dixwazim Cîhana min û Nazim bibin wesîleya aştiyê. Serê me tevan sax be.”