Şemî, 7 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aqûbeta jinên hatine windakirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çomanê êrîşa bi SÎHA

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Divê sermuzakerevanê pêvajoyê Ocalan azad bixebite!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Dumlu ava vexwarinê nayê dabînkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê Berxwedana Koçgiriyê bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Armanca vê 8’ê Adarê divê azadkirina Rêber Apo be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Nêçîrvan Barzani bi telefonê axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koyê partiyên Rojhilat 4 car hatin bombebaran kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çîrok Cuda ne, xizanî hevpar e: Jinên kedkar mafê keda xwe nagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kaplan: Azadiya jinan temînata civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çinar: Jin bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ jiyanek nû dihûnin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Weke jin divê em têkoşîneke hîn mezintir bimeşînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrşan Ferho: Divê jin destkeftiyên xwe biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Heya destkeftiyên jinan mîsoger nebin em ê têkoşîna xwe bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Azadiya Abdullah Ocalan yekane rêya rizgariya ji tundiyê ye’
Rojane

‘Azadiya Abdullah Ocalan yekane rêya rizgariya ji tundiyê ye’

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Botan anî ziman ku gelê Kurd ê ku xwe bi fikrê Rêber Apo bi rêxistin kiriye, zextê li dewleta Tirk dike û got, "Azadiya Birêz Ocalan rêya yekane ya derketina ji tundî û şer e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Lezgîn Botan ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn modela herî guncaw e.

‘JI BO VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK A LI ROJHILATA NAVÎN YEKANE ALTERNATÎF’

Lezgîn Botan diyar kir ku Rêber Apo destnîşan dike ku avaniya pir nasnameyî ya herêmê tenê bi zemîneke demokratîk dikare hebûna xwe dewam bike û got, ev feraseta siyasê li hemberî pirsgirêkên sîstema netewe delwetê yekane alternatîf e.

Botan bi bîr xist, perspektîfa ku Rêber Apo di Newroza Amedê ya 2013’an de danî holê ji aliyê dewleta Tirk ve hate sabotekirin û got, di sala 2015’an de dewleta Tirk şer da destpêkirin û ji hingî ve tundî zêde bûye. Botan bi dewamî got, “15 bajar hatin serûbinkirin, mirovên sivîl hatin qetilkirin. Şer ji Bakurê Kurdistanê derbas bû û li Rojava Efrîn û herêmên hatin dagirkirin. Jiyan li qadên sivîlan hate herimandin. Li Başûrê Kurdistanê li hemberî gerîla çekên kîmyewî jî di nav de her rê û rêbaz hate bikaranîn. Li gel vê yekê jî gelê Kurd li hemberî vî şerê têkbirinê li ber xwe da û têk neçû. Di rewşa heyî de yekane rêya çareseriyê, perspektîfên Birêz Ocalan e.”

‘EGER ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BIKETIBÛYA MERIYETÊ WÊ PÊŞÎ LI HILWEŞÎNÊ BIHATA GIRTIN’

Lezgîn Botan ragihand ku Rêber Apo ji salên 2000’î û vir ve diyar dikir ku herêm wê bi lez bikeve nava pêvajoyeke hilweşînê, dema ku ev yek dianî ziman hişyarî jî dikir û got, “Bi hilweşînên heyî re ev pêşdîtin piştrast bû. Eger modela çareseriya demokratîk a ku Birêz Ocalan pêşniyar dikir bihata bicihanîn, wê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ev hilweşîna mezin bihata astengkirin.”

‘EGER DEWLET ÇARESERIYÊ DIXWAZE DIVÊ HEMÛ ASTENGIYAN RAKE’

Botan destnîşan kir ku sîstema demokratîk, pir çandî, pir zimanî ya bi pêşengiya Kurdên li Rojava hate avakirin, nîşan dide ku modeleke bi vî rengî pêkan e, lê belê Tirkiye hewl dide modela zordar û navendîperest a li Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê ferz bike, ev nêzîkatî nayê qebûlkirin.

Botan diyar kir ku Tirkiye li Rojhilata Navîn nikare bibe dewleta diyarker, hêza esasî ya li herêmê Îsraîl û welatên Rojavayî yên li pişt disekinin e û got, “Berxwedana gelê Kurd polîtîkayên faşîst ên Tirkiyeyê têk bir. Kurdên ku xwe li ser bingeha felsefeya Birêz Ocalan bi rêxistin kirine, bi modeleke mirovî, hurmeta li hiqûqê û vehewandina hemû cihêrengiyan, nêzîkatiya înkar û faşîst a Tirkiyeyê li Sûriye û Rojhilata Navîn pûç kirin.”

‘HETA KU AZADIYA RÊBER APO NEYÊ PÊKANÎN, AŞTÎ NABE’

Botan destnîşan kir ku hevdîtinên dema dawî bi Rêber Apo re hatin kirin ji bo welêt firsendeke mezin e û got, “Ev hevdîtin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo lawazkirina rejîma faşîst û avakirina sîstemeke azad a gelan dikare bibe gaveke girîng.”

Botan ragihand ku divê dewleta Tirk dest ji hewldanên bêcidiyet ên berê berde û got, “Şert e ku modela çareseriya demokratîk a Birêz Ocalan bikeve meriyetê. Ji bo ev pêvajo bi rê ve biçe divê Birêz Ocalan azad bibe. Bikaranîna mafê hêviyê, rakirina astengiyên li pêşiya Birêz Ocalan pêwîstî ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Botan got, “Eger daxwaza demokrasî û aştiyê tê kirin, divê ders ji tevlîheviyên li Rojhilata Navîn bê derxistin û modela çareseriyê ya Birêz Ocalan bê bicihanîn. Ev model wê di pêkanîna aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn de xwedî roleke krîtîk be. Ji bo vê jî divê Birêz Ocalan azad bibe û karibe bi her beşên civakê re hevdîtinê bike. Eger bi rastî jî çareseriyek tê xwestin, divê astengiyên li pêşiya Birêz Ocalan bêne rakirin û karibe hevdîtinê bi hemû beşan re bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Şiyar Dersim qala Sakîne Cansiz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Emîne Ocak li Goristana Gazî li kêleka gora kurê xwe Hasan Ocak hat veşartin

Sembola Dayikên Şemiyê Emîne Ocak ya di 23’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da, li Goristana…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Rêber Apo dixwaze pirsgirêka Kurd ji ser zemîna şer bikişîne ser zemîna demokratîk’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku wan nameyek ji Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên operasyonê yên QSD’ê li Reqayê şaneya DAÎŞ’ê têk birin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) li Reqayê şaneyeke çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Aqûbeta jinên hatine windakirin, hate pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Çomanê êrîşa bi SÎHA

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rêxistinên hiqûqî: Bila 8’ê Adarê bibe çiraya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê 3 kes hatin revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?