Duşem, 14 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Armanca min ew e ku aştî û siyasîbûn pêk werin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang li Meclîsê kir ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E: Li dijî rageşiya li Rojava em yekîtiya gelan biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kiliç: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û pêwîstiyeke pedagojîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi beşdariya Veysî Aktaş wê li Berlînê civîna pêvajoyê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydar: Divê qanûn bi cih bê anîn, pêşî li Rêber Apo bê vekirin, çareseriya demokratîk bê pêşvebirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê bi fuze û droneyan êriş bir ser Silêmaniyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Qadên berxwedanê dagirin, xwedî li şoreşê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Şehîd Jiyan û 4 gerîllayan bi çalakiyekî hunerî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê zext û gef li malbata Jîna Emînî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Sûriyeya Demokratîk bi naskirina îradeya gelan pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Rihayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Îradeya azadiyê ya jinan nikare bê tepisandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zaxoyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Divê em bi rêxistinbûnek xurt xwedî li şoreşê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo têkoşîna jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Serhildana Jin, Jiyan, Azadî dewama têkoşîna jinên Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê banga mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ya jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Emîne Ocak li Goristana Gazî li kêleka gora kurê xwe Hasan Ocak hat veşartin
Rojane

Emîne Ocak li Goristana Gazî li kêleka gora kurê xwe Hasan Ocak hat veşartin

Sembola Dayikên Şemiyê Emîne Ocak ya di 23’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Gazî li kêleka gora kurê xwe Hasan Ocak hat veşartin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dayika Şemiyê Emîne Ocak ya di 20’ê Hezîranê de ji ber krîza dil a ji ber têkçûna nefesê li beşa lênêrîna giran dihat dermankirin, di 23’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. Merasîma cenazeyê Emîne Ocak li Qada Galatasarayê, cihê berxwedana mirovên Şemiyê, hate lidarxistin. Pişt re cenazeyê Ocak li Goristana Gazî li kêleka gora kurê xwe Hasan Ocak hat veşartin.

 

Tabûta Emîne Ocak bi qumaşê reş ê bi wateya “Her dem şîn” hate nixumandin û bi kulîlkan hate xemilandin. Bi sedan kesên ku beşdarî merasîmê bûn, dirûşmên “Emîne Ocak nemirî ye”, “Winda dikin, wê winda bibin”, “Kujer wê hesab bidin gel” û “Hêrsa dayikan wê kujeran bifetisîne” hatin berzkirin.

Li ser navê malbata Ocak Dursun Guzel axivî û ji bo xwişka xwe Emîn got, “Laş dimire, lê can namir e. Xwişka min wê her tim di dilê me de bijî. Hemû canên ku li Qada Galatasarayê têdikoşin wê bi wê re têbikoşin.”

‘ÇINARA GALATASARAYÊ’

Xizmê windayan Îrfan Bilgî diyar kir ku Emîne Ocak “çinara Galatasarayê” bû û got: “Em ê wê oxir bikin, lê tiştên ku wê nîşanî me daye wê bidomin. Laşê wê ji nav me diçe, lê bawerî, berxwedan û hewldana wê ya domdar wê bi me re be. Em soz didin. Tu namirî, oxir be dayê.”

‘SEMBOLA TÊKOŞÎNÊ’

Parêzera malbata Ocak û parêzvana mafên mirovan Gulseren Yolerî jî anî ziman ku wê di 21’ê Adara 1995’an de piştî windakirina Hasan Ocak, Emîne Ocak nas kiriye û wiha got: “Eger dayika Emîne îro li virbûya me yê hemûyan bi evînî hev hembêz kiriba. Dayika Emîne sembola têkoşîna li dijî windakirinan bû. Hîn jî kujer tên parastin, çarenûsa windayan di tariyê de ye.”

‘EM LI KOLANÊN HASAN OCAK IN’

Serokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî got ku axaftina li ser navê Emîne Ocak zehmet e û wiha domand: “Ew berî her tiştî mamosteyek bû. Mamosteya têkoşînê bû, çalakvanek yekgirtî bû. Ew xaka têkoşîna azadî û edaletê ye. Lê Dayikên Şemiyê û malbatên windayan li vê xakê têkoşînek meşandin ku polîtîkaya windakirinê ya faşîzmê rawestand. Ev têkoşîn ji me re dibêje: Gava em bi hev re bin, armancê bigrin û li rex hev bin, em dikarin bi ser bikevin. Çawa ku me polîtîkaya windakirinê rawestand, em dikarin hesabê windayan jî bipirsin, hêza me ji bo vê heye. Dayê Emîne heta kêliya dawî qet dev ji têkoşînê berneda. Em li kolanên serhildana Gaziyê ne. Em li kolanên Hasan Ocak in. Wekî hevalên Hasan Ocak, ji bo têkoşîna Emîne, heval û hemû malbatên windayan bi serkeftin bi dawî bikin, ji bo hesabê windayan bipirsin, em li vir in.”

‘DEYNÊ ME YÊ EDALETÊ HEYE’

Sezgîn Tanrîkulu jî axivî û got: “Ji Dayê Emîne û yên çûyî re deynê me yê edalet û aştiyê heye. Sembola windakirinên bi zorê, torosên spî dîsa di nav me de ne. Mesele têkoşîna li dijî vê zîhniyetê ye.”

‘RÊYEK NÛ VEKIRIN’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî axivî û wiha got: “Li ber Dayika Emîne em tenê dikarin soz bidin ku em ê têkoşînê bidomînin, bi ser bixin, dev jê bernedin û bi ser bikevin. Wan rêyeke nû ji me re vekir. Em îro li vir ji bo Dayika Berfo, Dayika Elmas, ji bo dayikên ku li qadê dilê wan diçirîne û ji bo zarokên wan soz didin.”

Ji Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê Dîlek Şeker jî wiha got: “Dema min bavê xwe veşart, Dayika Emîne ji min re got, ‘Netirse keça min, tu bûyî ez, tu bûyî çalakvanek edaletê, tu bûyî Dayika Şemiyê, di baxçeya me ya kulîlkan de tu jî heyî.”

Gulsum Elvan jî ev tişt got: “Dayika Emîne ji roja destpêkê hat ba me û me hembêz kir” û diyar kir ku wê têkoşînê bidomîne.

Piştî axaftinan cenazeyê Emîne Ocak bi dirûşmeyan li Goristana Gazî li kêleka gora kurê xwe Hasan Ocak hat veşartin.
         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 23’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Nûçeya Pişt re ROJEVA 25’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet: Têkçûna dagirkeriyê

Bi her operasyonekî gerîla re dagirkeriya Tirk ber bi têkçûnê ve diçe. Di heman demê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser sînorê Kobanê çalakî didome: Abdullah Ocalan hêviya gelan e

Di nobeta li ser sînorê Kobanê de hate destnîşankirin ku Rêber Apo hêviya gelan e…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta Îmraliyê serdana Devlet Bahçelî kir

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rêber Apo: Armanca min ew e ku aştî û siyasîbûn pêk werin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bang li Meclîsê kir ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nas bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KCDK-E û TJK-E: Li dijî rageşiya li Rojava em yekîtiya gelan biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kiliç: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û pêwîstiyeke pedagojîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?