Bahoza Darragh ku li başûr rojavayê Îngilîstan û Gallerê di saetê de leza wê gihişt 149 kîlometreyî, bandor li mîlyonan mirovî kir. Bahoza Darragh a ku bû sedema baran û bayê dijwar, di encamê de du kes mirin û bi sed hezaran mal bê elektrîk man.
Duh piştî nîvro ji bo nêzî 3 mîlyon malan re hişyariyên lezgîn hatin şandin. Ji şêniyan hate xwestin ku li malên xwe bimînin. Li bakur rojavayê Îngilîstanê, ji ber bahozê darek ket ser komyoneta kesekî 40 salî û di encamê de ev kes mir.
Bi heman rengî li herêma Erdîngton a Bîrmînghamê jî ji ber bahoza dijwar dar bi ser wesayîta kesekî de ket û bû sedema mirina wî.
Piranî li Îrlandaya Bakur, Galler û rojavayê Îngîlîstanê bi sed hezaran mal bê elektrîk man.
Ji ber bahozê rêyên mezin û pirên li hemû welêt hatin girtin, gelek seferên trenê jî hatin sekinandin. Hin seferên balafiran ên li paytext Dûblînê jî hatin betalkirin.