Hevserokên Bajaran ên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî ya partiyê li hev kom bûn. Di civînê de rêveberiyên herêmî têne nîqaşkirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beriya civînê axivî. Bakirhan, ji ber şerên li seranserî cîhanê rewşeke nediyar û bêpergalî heye û wiha got: “Hemû şerên wekaletê yên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi destê hêzên hegemon tên domandin. Li erdnîgariya kesên ji vê rantê dixwin tu şer nînin. Zêdetir li herêmên kedkar û bindestan e. Yên ranta şer dixwin û yên dimirin ne heman kes in. Wisa xuya dike ku dê têkoşîna ji bo qadên enerjiyê û veguhestina vê enerjiyê bi awayeke ewle dê di demên pêş de jî bidome. Yek ji herêmên ku ev şer herî zêde lê diqewimin jî Rojhilata Navîn e.”
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê û ev tişt anî ziman: “Gelê Filistînê li Xezeyê tê qirkirin. Polîtîkayeke mezin a dagirkeriyê didome. Weke gavek berê min gotî, vî şerî eleqeya xwe bi xetên enerjiyê heye. Niha jî qadeke nû ya şer derxistin. Geşedanên li Behra Sor hûn tevek dişopînin. Êdî keştiyên şer li wir in. Xuyaye ku dê ew der di dema pêş de veguhere qadeke şer a mezin. Hewl didin li ser xwînê rantê bixwin û rêveberiyên xwe bidin avakirin. Guftûgo tune ye, aştî û muzakere tune ye.
Tirkiye bi sekna xwe piştgiriyê dide polîtîkayên şer. Ev sekna wê ji hêzên hegemon serbixwe nîne. Herî dawî TUÎK’ê agahiyeke girîng parve kir û lixwe mikûr hat. Dibêje; Tirkiyeyê ji Îsraîlê re çek neşandin lê parçe şandine. Di demên berê de di fîlmên Yeşîlçamê de digotin; ‘ez nakujim lê cînayetan dikim.’ Mîna wan e. Anku parçe şandine û tenê montaja wan ji Îsraîlê re hiştine. Îcar bi vê pesnê xwe didin. Tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn dikarin bi guftûgo û muzakereyan bên çareserkirin.”
Bakirhan, bal kişand ser gotina Seroka Giştî ya Partiya Îyî’yê Meral Akşener a “cînayet bi merdane dihatin kirin” û ev tişt anî ziman: “Divê Akşener bê darizandin. Me berê gotibû ku kuştin, windakirin û cînayetên kiryarnediyar kiryarekî nemerdane ye. Di esrî de rejîma Îranê ya ku her roj kurdan bidarve dike, dê li Rojhilata Navîn tu zalim nekarin bi şer, cînayetên kiryarnediyar û girtinan bigihijin armancên xwe.”
Têkildarî rewşa aboriyê jî Bakirhan wiha got: “Mûçeyê kêmtirîn eşkere kirin û pesnê xwe pê didin. Weke 17 hezar û 2 lîre ragihandin lê hêj mehek derbas nebûyî sînorê birçîtiyê bû 17 hezar û 440 lîre. Anku ew mûçeyê kêmtirîn daket bin sînorê birçîbûnê. Bifikirin ku li Tirkiyeyê sînorê xizaniyê derket 48 hezar û 500 lîreyan. Bi rastî jî mereq dikim bê ka xelk bi 17 hezar lîreyan çawa debara xwe bike. Xelk anîn rewşekî wisa ku her roj ciwan, zarok întîhar dikin. Sedema vê jî xizanî ye, krîza aborî ye.”
Bakirhan, der barê pêşhilbijartina DEM Partiyê de jî ev tişt anî ziman: “Rêbazekî nû bû. Anku rêbazekî gel esas digire bû. Ev rêbaz, pir binirx bû. Erê rast e li hinek herêman kêmasî derketin lê rêbazekî wiha demokratîk li seranserî cîhanê cara ewil e tê ceribandin. Lewma pir biqedr e. Heke kêmasî hebin, em ê ji bo hilbijartinên din hewl bidin van kêmasiyan temam bikin.
Di rewşekî ku em rêbazên demokratîk bi kar tînin de, îktîdar li pey hîleyan e û hewl dide vîna me xesp bike. Ji bo hilbijartinê demekî kin ma. Di wê baweriyê de me ku xelkê me yê Amed, Êlih, Sêrt, Wan, Qers û herêmên din kelecana şandina qeyûman dijîn. Hikûmetê ev rastî dît. Em li kîjan herêma Kurdistanê bi ser kevin, leşker, polîs û cendirme li wan deveran veguhestin. Li ku derê qişleyek hebe, li ku derê klubeyeke nobetgirtinê hebe, bi hezar leşker û polîs lê veguhestin. Ev kes ji bo dengê xwe bidin AKP’ê veguhestin van herêman. Îcar muxalefetek heye ku vê rastiyê jinedîtî ve tê û dengê xwe dernaxîne. Li dijî kiryarên li Kurdistanê xemsar in. Lê em ê pey vê nêzikatiya zordest û hîleker bernedin. Em xwedî wê îradeya xurt in ku hemû lîstikên van hîleker û derewînan vala derxînin. Em ê tevahiya van lîstikan vala derxînin. Di serî de dozger, dadger û lijneyên hilbijartinê yên li Kurdistanê îtîrazên me red kirin, em ê derheqê tevekan de serlêdana sûc bikin.
Di serî de hûn hevserok, niha berpirsyartiyên mezin dikevin ser milê me. Erê rast e ew hilbijêran vediguhêzin û hewl didin îradeya me xesp bikin. Li şûna her hilbijêreke qaçax ê wan anî, divê em du hilbijêran qezenc bikin. Heke em di halê xwe de bihêlin, encam diyar in. Lê em ê vê lîstikê vala derxînin. Em ê gel qaneh bikin û bi ser kevin. Divê em kesên ji bo hilbijartinê nehatin bajar qaneh bikin û bînin da ku dengê xwe bidin. Banga me ji bo baroyan û komeleyên mafên mirovan ew e ku li dijî vê paşverûtî û neheqwiyê serlêdana sûc bikin.
Gelek saziyên me ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û rakirina tecrîdê dê di navbera 1-15’ê sibatê de meşekê li dar bixin. Weke DEM Partiyê em jî piştgiriyê didin vê meşê. Bi tecrîdê pirsgirêk çareser nabin. Berevajî vê kûrtir dibin. Ya ku aboriya Tirkiyeyê veguherandî vê rewşê, di şexsê tecrîdê de neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Bi rastî jî heke ev welat bixwaze li Rojhilata Navîn nûnertiya aştiyê bike, bila li şûna avakirina baregehên leşkerî, bila tecrîdê rake, bi rêya guftûgo û muzakereyan li çareserkirina pirsgirêka kurd vegere. Em ê di tu hevkêşeyeke ku kurd, elewî, jin, kedkar û ciwan ne di nav de cih negirin. Dibe ku rêbaza wan a siyasetê derew bin lê ya me guftûgo, muzakere û lihevkirina Tirkiyeyê ye. Ji bo vê jî divê em Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin.”