Hevserokê Giştî Yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan piştî daxuyaniya PKK’ê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Bakirhan got, “Kongre li Tirkiyeyê pîroz be. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeyeke demokratîk êdî ti hincet nema. Em Hêvîdar in ku em ê vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin.”