Nîqaşên têkildarî mirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş dewam dike ku li Wanê li wargeha lê dima winda bû û piştî 19 rojan cenazeyê wê li kêleka golê hate dîtin. Gefên li ser malbata Rojîn Kabaîş dewam dikin. Malbat diyar dike ku hem tê xwestin ku lêgerîna wan a li edaletê bê astengkirin hem jî di bin rîskeke giran a ewlekariyê de ye.
Malbata Kabaîş ragihand ku kesên nenas demeke dirêj e gefê li wan dixwe. Malbatê diyar kir ku bi gefên ku bi rêya telefon û peyaman tê kirin ji wan tê xwestin ku dest ji dozê berdin û li gel serlêdanên wan jî rayedaran tedbîrên pêwîst wernegirtine.
Bav Nîzamettîn Kabaîş ji ANF’ê re axivî û got, nêzî heft meh in bi rêk û pêk peyamên gefxwarinê jê re tên. Kabaîş ragihand ku gef bi giranî bi rêya WhatsAppê lê têne xwarin û got, “15-20 rojan carekê peyamê dişînin û dibêjin, ‘dest ji dozê berde’. Dibêjin, ‘Em ê te bikujin û li kêleka keça te vejêrin’. Me gefxwarin bi rêya parêzerê xwe bi dozgeriyê re parve kir. Li gel vê yekê jî tedbîreke parastinê nehate wergirtin. Em dixwazin kamerayên ewlekariyê li dora mala me bêne danîn. Bi taybetî nîvê şevê bi telefonê li min digerin û gefê dixwin. Dixwazin ez dest ji dozê berdim, lê belê heta ku kujerên keça xwe ronî nekim ez ê dest ji dozê bernedim.”

