Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û peyama bi dîmen a Rêber Apo, merasîma şewitandina çekan a gerîla û pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê nirxand.
Bayik diyar kir ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, tecrîda Îmraliyê hîn jî nehatiye rakirin. Bayik destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide ku tecrîdê wekî ku hatiye rakirin nîşan bide, ev ne rast e. Bayik anî ziman ku Rêber Apo di şert û mercên dijwar de gavên yekalî avêtiye û got, “Rêber Apo bi însiyatîfa xwe gelek gavên dîrokî avêt. Daxwaza fesixkirina PKK’ê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî kir, tevgera me jî bersiv vê yekê da û daxwazên Rêbertiyê pêk anî. Piştî ku Rêber Apo pêngava yekalî bi pêş xist, di aliyê xwe de tiştên dikeve ser milê xwe pêk anî. Dîsa, tevger jî tiştên ku dikevin ser milê wê pêk anî. Êdî divê şertên Rêber Apo biguherin. Pêwîste cihê wî ew were guherandin; divê bi gel, tevger, rewşenbîr, siyasetmedar û akademîsyenan re têkiliyê deyne. Divê qedexe werin rakirin. Rêber Apo tiştên ku divê bihatana kirin hemû kir. Êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye.”
Bayik anî ziman ku têkoşîna bi salan a Tevgera Azadiya Kurd û pêşketinên li Rojhilata Navîn dewleta Tirkiyeyê tengav kiriye û destnîşan kir ku tevî vê yekê jî, desthilata AKP’ê hîn kî hewl dide ku bi rêya zext û girtinê muxalefetê bitepisîne. Bayik anî ziman ku dewlet bi girtin û zilmê nikare vê pêvajoya zehmet debas bike û wiha domand: “Mesela li Stenbolê polîsan êrîşî kesên ku muzîka Kurdî guhdarî dikirin kirin û jinek rakirin nexweşxaneyê. Ma ew ê bi vî rengî pirsgirêkên xwe çareser bike, ma wê bi vî rengî xwe bi gel bide qebûlkirin, ma wê desthilatdariya xwe bi rengî xurt bike. Ev ne pêkan e.”
Nirxandinên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi vî rengî ne:
Pêşî ez dixwazim dîmenên Rêber Apo bipirsim. Piştî 27 salan peyameke bi dîmen a Rêber Apo hate weşandin. Ew peyamek çawa bû? Ji ber ku tu wekî hevrêyekî ji roja yekem ve bi Rêber Apo re yî. Piştî 27 salan bi dîtina Rêber Apo re te çi hîs kir?
Pêşî ez rêz û hurmetên xwe pêşkêşî Rêber Apo dikim. Rêber Apo ne tenê ji bo me, tevgera me û gelê Kurd, ji bo mirovahiyê jî roleke dîrokî dilîze. Ji ber vê yekê banga ku kirî bangek dîrokî ye. Rêber Apo bi berpirsiyarî tevdigere. Wekî ku min got, ne tenê ji bo tevgera me û gelê me, ji bo mirovahiyê vê berpirsyariyê digire ser xwe. Dîmenê ku hatî weşandin bandor li hemû hevalan kir, lê esasî bandorek mezin li ser gel û mirovahiyê kir. Rêber Apo çi got? Got ku cihê ku parêznameyên lê ne ez jî li wir im. Ev heqîqeta Rêber Apo ye û heqîqeta me ye jî. Ji weşandina dîmenê Rêber Apo wêdetir, ji bo me felsefe, raman û sîstema ku Rêber Apo pêşxistiye esas e. Em çiqas vê yekê kûrtir fam bikin, wê girêdana me ya bi Rêber Apo re ew qas xurttir bibe. Tişta ku ji bo me esas ev e. Bêguman, weşandina dîmenan bandora ku li ser me, hevalên me, gelê me û dostên kir, ne wekî hev bû.
Bandorek kûr li ser gelê me kir, ji ber ku bi salan e li ser Rêber Apo tecrîd heye. Ev tecrîd ne tecrîdek ji rêzê ye. Dibe ku li cîhanê ti kes tecrîdek wisa nejiya be û ev tecrîd bi salan dom kir. Armanca wan ew bû ku têkiliya Rêber bi tevger, gel û mirovahiyê re bi tevahî qut bikin. Hesab dikirin bi rengî domandina tecrîdê wê bandorek kûr li ser Rêber Apo bike û di aliyê ramanî de Rêber Apo qels bikin. Lê paşê dîtin ku wê ji tecrîd û zextên ku dimeşînin ti encamê negirin. Heta berevajî vê yekê, Rêber Apo di wê tecrîdê de di aliyê felsefî û rewşenbîrî de kûrtir bû. Di dîrokê de hin tecrîd hene, yên ku wê tecrîdê dijîn dikevin nava kûrahiyekê. Lê tecrîda ku wan jiya, ne wekî ya ku Rêber Apo jiya ye. Rêber Apo bi salan e vê yekê dijî. Kesekî bi salan ji cîhanê û tevgerê qutkirin û tenê hiştin rewşeke zehmet e. Jiyana bi vî rengî, heta pêşxistina ramanên nû zehmet e, heqîqeteke Rêber Apo heye: Rêber Apo di kîjan şert û mercan de bijî jî her tim di hedefa xwe de kilît dibe û li ser wê bingehê dimeşe. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Rêber Apo bandorek berevajî afirand.
Ger em naveroka banga Rêber Apo bi baldarî lêkolîn bikin, em ê bibînin ku hewcedariyên gelê Kurd çi ne, ji bo gelên Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û mirovahiyê çi pêwîst in û dixwaze çi bike. Wekî ku min got, Rêber Apo li hember mirovahiyê, Rojhilata Navîn û gelê Kurd erkek dîrokî dijî. Bê vê erkê çawa bicîh bîne esas digire. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên gelan û pirsgirêkên mirovahiyê têdikoşe. Ev heqîqeta Rêber Apo ye. Rêber Apo ji malbateke ji hev belav bûye ye. Yanî ji malbateke ku qet hêviya wan tineye, di nava pirsgirêkan de dijî derket, ji civaka Kurd a ku ji hev belav bûye, her tiştê xwe winda kiriye û bê hêvî ye, derket. Çi esas girt? Wê çawa vê belavbûnê ji holê rake, çawa wan komî ser hev bike, vejîne û rake ser piyan esas girt. Ne tenê gelê Kurd wê çawa rake ser piyan, wê jinên Kurd jî çawa rake ser piyan esas girt. Li vir jî xebateke dîrokî meşand. Mudaxaleyî civaka ku ji hev belav bibû, bêhêvî bû û her kes hesabê xwe li ser wê dikir, kir û civakê ji vê rewşê rizgar kir, rakir ser piyan û heta ji bo mirovahiyê bû mînakek. Ev tiştekî wisa ne hêsan e. Li cîhanê ti kes nikare vê yekê bi rehetî nikare bike. Rêber Apo vê yekê kir.
Çawa ku Rêber Apo civaka ku ketibû, ji hev belav bibû, bê hevî bû û ew jinên wê civakê çawa rakir ser piyan, tevgerên sosyalîst ên ku bi belavbûna sosyalîzma reel re hilweşiyabûn rakir ser piyan, wan vejand û anî asta ku bibin hêviya mirovahiyê esas girt. Hem jî di nava mercên komployê de vê yekê esas girt. Banga dawî jî li ser vê bingehê bû. Heta ku pirsgirêka Kurd ji zemîna şer dernexe, têkoşîna tê dayîn hem wê zêde encamê jê negire û hem jî gelek alî li ser şerê ku li Kurdistanê didome xwe bidin jiyîn. Gelê Kurd wê her tim bi şer û komkujiyan re rû bi rû bimîne. Hemû gavên ku Rêber Apo avêtiye, têkoşîna ku pêşxistiye li ser bingeha, çawa vî gelî ji belavbûnê rizgar bikim, wan vejînim, bi hêvî bikim, demokrasî û azadiyê misoger bikim. Ji bo vê têkoşiya. Ji vê têkoşînê encam girt. Înkara Kurdan ji holê rakir û êdî ne pêkan e ku Kurd careke din bê hêvî bibin. Ji ber ku gel ji nû ve vejand, ji bo her kesî bû hêvî û hêzek mezin. Îspat kir ku êdî kes nikare Kurdan ji holê rake. Rêber Apo vê yekê pêk anî. Bi gavên ku diavêje armanc dike ku pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokrasî û azadiyê çareser bike û civakek demokratîk pêş bixe. Banga Rêber Apo li ser vê bingehê ye.
Em dibînin ku şert û mercên li Îmraliyê neguherîne. Behsa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û banga Bahçelî jî hebû, lê hîn jî parêzer, malbat û şandeya DEM Partiya nikarin her tim biçin Îmraliyê. Li gorî we nermbûnek heye yan jî tecrîd hîn jî didome?
Di çend mehên dawî de tecrîda li ser Rêber Apo nerm bûye, lê tecrîd nehatiye rakirin. Dewleta Tirk hewl dide ku tecrîd wekî hatiye rakirin nîşan bide, lê ev nerast e. Dewleta Tirk çima hewceyî bi vê yekê dibîne? Ji ber ku Konseya Ewropayê ji bo di şert û mercên Rêber Apo de guhertinan bike heta meha Îlonê dem daye dewleta Tirk. Ew dem nêzîk dibe. Dewleta Tirk di vê noqteyê de tengav dibe. Ya din jî, Rêber Apo bi însiyatîfa xwe gelek gavên dîrokî avêt. Daxwaza fesixkirina PKK’ê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî kir, tevgera me jî bersiv vê yekê da û daxwazên Rêbertiyê pêk anî. Piştî ku Rêber Apo pêngava yekalî bi pêş xist, di aliyê xwe de tiştên dikeve ser milê xwe pêk anî. Dîsa, tevger jî tiştên ku dikevin ser milê wê pêk anî. Tevgera me agirbest îlan kir û bi awayekî erênî bersiva daxwaza Rêber a danîna çekan da. Ev hemû bi yekalî ji hêla Rêber Apo ve hatin pêşxistin û tevgerê gavên ku ji hêla Rêber ve hatine pêşxistin xurt kir û temam kir. Hin beş bawer dikirin ku ger Rêber Apo van gavan biavêje, wê pirsgirêk û parçebûn di nav tevger û gel de derkevin holê û wê hingê encamek hêsantir bi dest bixin. Lê wan dît ku di navbera Rêber Apo û tevgerê de, di navbera Rêber Apo û gel de girêdanek xurt heye. Her kesî ev yek dît. Dîtin ku ne pêkan e ku di nav tevger û gel de parçebûn û pirsgirêk derkeve.
Dîtin ku destê Rêber Apo ne qels e û pir xurt e. Dîtin ku hem li ser tevgerê û hem jî li ser gel her roj mezin dibe û li qada navneteweyî jî pêş dikeve. Ji ber vê yekê ew tengav bûn û wekî ku tecrîd hatiye rakirin nîşan dan. Xwestin têgihan biafirînin û xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Xwestin bi vî rengî her kesî bixapînin, lê her kesî dît ku şert û mercên Rêber Apo neguherîne. Hin nermbûn çêbûne, tenê şande carinan diçe. Ne di cihê Rêber Apo de guherîn çêbûye, ne jî çûnûhatina siyasetmedar û rojnamevan heye. Dewleta Tirk hîn jî destûrê nade vê yekê. Rêber Apo hîn jî di bin tecrîdê de xebatên xwe dimeşîne. Her kes vê yekê dibîne. Rêber Apo, piştî ku gavên yekalî avêt, erka xwe bi cih anî. Tevgerê jî erkê xwe bi cih anî. Niha, divê şert û mercên Rêber Apo biguherin. Divê cih were guhertin; divê bi gel, tevger, rewşenbîr, siyasetmedar û akademîsyenan re têkiliyê deyne.
Pêwîste êdî qedexe rabin. Yên ku dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, hevpeyvînê bikin divê karibin biçin Îmraliyê. Divê dewleta Tirk di vî alî de astengiyê dernexe. Sîstema Îmraliyê sîstema tecrîdê ye. Divê ev sîstem ji holê rabe. Daxwaza me li ser vê bingehê ye. Ev daxwaz tenê ne ya me ye, ev daxwaza gel û yên ku li qada navneteweyî pêvajoyê dişopînin e.
Dibêjin di qada navneteweyî de Rêber Apo pêngav avêtiye, li hember wê pêwîst e dewleta Tirk jî gavan bavêje û dibêjin di nava şert û mercên bi vî rengî de ne mimkûn e ku rola xwe bilîze. Ev rast e. Eger dewleta Tirk bi rastî jî dixwaze pirsgirêkan çareser bike, rêya vê Rêbertî bi xwe ye. Eger Rêbertî bi rengekî azad bixebite, armanc dikarin pêk werin. Eger dixwazin Rêber Apo di nava şert û mercên tecrîdê de pirsgirêkê çareser bike, ev yek ne pêkan e.
Wan bi xwe jî got; mirov nikare bi yek baskî bifire. Rêbertî di hewzê de bi cih kirine, lê av tê de nîne; dibêjin ‘bikeve tevgerê’. Ev ne mimkûn e. Her kes vê dibîne. Rêber Apo her tiştê ku ji destê wî hat kir. Êdî kes nikare tiştekî jê bixwaze.
Piştî bersiva erênî ya KCK’ê ya li ser banga Rêber Apo, komek ji gerîla merasîma şewitandina çekan lidar xist. Bûyereke mezin û bi heybet bû, hemû cîhan şopand, kêliyeke dîrokî bû. Di vê çarçoveyê de her kes meraq dike; pozîsyona wê koma gerîla niha çi ye, li ku ne, wê bi ku ve biçin, wê karibin biçin Tirkiyeyê? Nîqaş hene ku hin komên gerîla yên din jî bi vî rengî çekên xwe deynin. Ev çiqas rast e?
Li ser banga Rêber Apo merasîmeke bi vî rengî hate lidar xistin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo me esas e. Tenê eger bangek ji Rêber Apo bê kirin, gerîla, tevger û endamên tevgerê dikarin vê bikin. Ji bilî Rêber Apo guh nade gotinên din. Lazim e her kes bi vê zanibe. Ji ber ku yên tevlî vê Tevgerê dibin tevlî Rêber Apo dibin. Îro yên ku di vê tevgerê de dixebitin sond dixwin ku li ser bingeha armanc, xet û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rahêjin çekê. Li ser vê bingehê têdikoş in. Ji ber vê yekê ji bilî Rêber Apo ti kes nikare ji wan daxwaza çek berdanê bike. Eger kes daxwaz bikirana jî, qebûl nedikirin. Me jî got em ê nehêlin bê danîn.
Ji ber ku hemû kesên tevlî tevgerê dibin, li ser esasê rastiya Rêber Apo vê çekê bikar tînin. Gerîla li ser banga Rêber Apo ew pêngav avêt. Pêngava ku hate avêtin pêngaveke dîrokî bû. Ev pêngav li cihekî dîrokî hat avêtin.
Di axaftinên hatin kirin de jî li ser esasê banga Rêber Apo bû. Wan hevrêyan jî ev tişt anî ziman. Yanî rave kirin bê ka çima çek datînin, armancên wan çi ne û dixwazin çi bikin. Her wiha çek hatin şewitandin. Ew çek çima hatin şewitandin? Ji ber ku îro NATO li cîhanê çekan pêş dixe. Bi gotineke din, hîn bêhtir çekên heyî zêde dike. Cîhanê dikişîne nava şerê çekan.
Her wiha li Rojhilata Navîn şerekî mezin diqewime. Guhertin û veguherînên girîng hene. Şewitandina çekan ji bo vê jî bersivek e. Wateyeke din jî ew e ku em careke din naxwazin şer bikin an jî çekan bi kar bînin. Ji ber vê yekê pêwîste dewleta Tirk çarçoveyeke qanûnî pêş bixe. Eger vê yekê pêş bixe, em jixwe naxwazin careke din çekê bikar bînin.
Di dîroka Kurdan de çandek heye, ronahiya agir nûbûn û pêngavên nû temsîl dike. Yek ji sedema şewitandina çekan jî ev e. Hevrêyên ku daxuyanî dan bi zelalî gotin, ‘Em li ser daxwaza Rêber Apo gaveke sembolîk diavêjin. Lazim e dewleta Tirk, raya giştî ya Tirkiyeyê û heta cîhan vê bibîne. Em dixwazin pirsgirêkê li ser bingeha siyasî û hiqûqî çareser bikin. Em naxwazin şer bikin. Ji ber vê yekê em çekan dişewitînin û vedigerin cihên xwe.’ Çima? Ji ber ku li Tirkiyeyê şert û merc û qanûn ji vê re ne amade ye. Eger biçin wê bên girtin û bi dadgehan re rû bi rû bimînin. Dibe ku cezayên giran jî bistînin, ji ber ku li gorî qanûnên wan kesên radihêjin çekê dijmin tên hesibandin. Cezayê vê jî gelek giran e.
Heta ku qanûn neguherin û zemîneke hiqûqî neyê amadekirin, heval wê çawa biçin Tirkiyeyê? Ji ber vê yekê neçûn. Tu zemîna vê nîn e. Ji bo vê jî dîsa vegerîn cihên xwe. Mirovekî ku bi salan e li çiyê bi çekê dijî û xwe parastiye çawa dikare çeka xwe biterikîne û bi vî rengî bimîne? Li Tirkiyeyê cihekî ku biçinê tune ye, zemîn tune ye, nikarin li wir jî bijîn. Neçar in ku careke din vegerin cihên xwe. Ji ber vê yekê careke din vegeriyan cihên xwe.
Eger Tirkiye di şert û mercên Rêber Apo de guhertinan bike, tecrîdê ji holê rake, Rêber Apo bi awayekî azad bixebite, karibe bi her kesî re têkiliyê deyne, qanûnên azadiyê û entegrasyona demokratîk bi pêş bixe, hingî wê zemînek bê avakirin û em jî dikarin çekên xwe deynin. Heta ku ev nebe, kes nikare ji me bixwaze ku em çekên xwe deynin.
Di medyayê de hin nîqaş hene; dibêjin ‘wê li Duhokê çekên xwe deynin’ an jî ‘wê li Hewlêrê deynin’. Ev bi temamî nîqaşên vala ne. Kes ne dikare bi vî rengî zextê li me bike, ne jî dikare feraseteke bi vî rengî biafirîne. Dibe ku hinek dixwazin gavên wisa bi me bidin avêtin, lê heta ku şertên ku min behs kir pêk neyên em nikarin komeke nû bişînin. Ev ne mimkûn e.
Bi qasî ku em fêm dikin, pêvajo nû dest pê kiriye û tiştek bi dawî nebûye. Li Tirkiyeyê jî behsa avakirina komîsyonekê tê kirin. Der barê vê komîsyonê de agahiyên we di çi astê de ne? Komîsyona ku were avakirin wê çi bike, pêşniyarên we yên di vê mijarê de çi ne û gelo parvekirina nêrînan çêbûne?
Rêber Apo çend caran daxwaza avakirina komîsyonekê li Meclîsa Tirkiyeyê kir. Got ku divê ev komîsyon jî bi awayekî qanûnî bên avakirin. Me jî çend caran daye xuyakirin, ku divê komisiyon bi awayekî fermî û qanûnî pêk bê. Ji ber ku heta ku di warê hiqûqî de ava nebe, kengî bixwazin dikarin wê komîsyonê ji holê rabikin.
Di dema bihurî de jî komîsyon hatin avakirin. Wan komîsyonan nekarîn tiştekî bi ser bixin. Komîsyonan agahî kom dikirin û didan Recep Tayyîp Erdogan. Wê demê Serokwezîr bû; ew agahî didan wî. Wê komîsyonê pirsgirêk çareser nekir. Eger komîsyona ku niha were avakirin jî bi vî rengî be, wê nikaribin pirsgirêkan çareser bikin.
Bi qasî ku em fêm dikin, komîsyona ku ew dixwazin ava bikin, tenê ji bo PKK’ê çekan deyne hatiye avakirin. Yên ku bi salan e li çiyê ne çi kirine û li gorî vê yekê cezayên wan çi ne? Dixwazin van tespît bikin û li gorî wê gavan bavêjin. Armanca vê komîsyonê tenê bêçekkirin e.
Mesele ne tenê bi bêçekbûnê re eleqedar e. Bêçekbûyîn parçeyek ji mijarê ye, ne temamiya wê ye. Lê belê dewleta Tirk dixwaze pirsgirêkê bi tenê li ser bingeha bêçekbûyînê bi pêş bixe. Eger ev yek pêk were, li gorî wan wê hemû pirsgirêk çareser bibin. Lê ne wisa ye.
Pirsgirêka Kurd beriya têkoşîna çekdarî jî hebû…
Eger têkoşîna çekdarî bi pêş ketibe, sedema wê heye. Kurd nehatin qebûlkirin, hatin înkarkirin û dixwestin Kurdan tasfiye bikin. Xwestin her tiştên ku behsa Kurd û Kurdistanê dikin ji holê rakin. Kurdan jî xwestin bi îrade, nasname, nirx û çanda xwe azad bijîn. Derfetên vê tinebûn. Ji ber vê jî têkoşîna çekdarî pêş ket, da ku Tevger bikaribe xwe û gelê xwe biparêze. Tevgereke parastinê ye. Armanca Tevgerê ev bû. Ji ber vê yekê , binesaziya derketina têkoşîna çekdarî heye. Eger hûn vê binesaziyê ji holê ranekin, dibe ku PKK’ê çeka xwe deyne, lê sibe yekî din xwe bi çek bike.
Eger PKK’ê xwe bi çek kiribe, ev yek ne ji ber ku dixwest çekê bi kar bîne, ji ber polîtîka û pêkanînên dewleta Tirk zext lê kir. Ji ber vê yekê tevgereke çekdarî bi pêş ket. Eger naxwazin tevgera çekdarî hebe, lazim e polîtîkayên xwe biguherînin. Tenê wê demê dê pirsgirêk çareser bibe. Mesele tenê bi mijara çekan nayê çareserkirin.
Pirsgirêka Kurd cuda ye. Lazim e pirsgirêka Kurd bê çareserkirin; ji bo vê jî divê di qanûn, polîtîka û hişmendiyên xwe de guhertinan pêk bînin. Heta niha em dibînin ku di zihniyeta wan de tu guhertin çênebûye. Ji bo vê jî di qanûnên xwe de jî tu guhertinan çênakin. Hê jî qanûnên ‘terorê’ bi cih tînin. Eger komîsyon van neguherîne, çareseriya pirsgirêka Kurd esas negire, qanûnên azadiyê dernexîne û qanûnên entegrasyona demokratîk dernexîne holê, pirsgirêk çareser nabe. Ji ber vê yekê pêwîste komîsyon li ser vê bingehê bixebite.
Komîsyona ku ew dê ava bikin, zêde bawerî nade. Çima? Ji ber ku pêwîst e hemû siyaseta Tirkiyeyê di komîsyonê de bê temsîlkirin.
Ji aliyekî ve dibêjin ’em ê komîsyonekê ava bikin’, li aliyê din jî li dijî CHP’ê operasyonan dimeşînin û wan dixin girtîgehan. Ji bo vê jî CHP-Ozgur Ozel got, ’em niha tevlîbûna li komîsyonê radiwestînin’.
Eger CHP’ê raweste yan beşdar nebe, wê komîsyon pirsgirêkan çawa çareser bike? Wê kîjan pirsgirêkan çareser bike? Eger bi rastî jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrasiyê komîsyonek were avakirin, hingî divê her tevgereke siyasî tevlî vê komîsyonê bibe. Pirsgirêk wê demê dê bi piştgiriya civakê çareser bibe. Lê belê tu beşeke mezin a wê li derve dihêlî. Ne tenê hûn wan li derve dihêlin, di heman demê de hûn wan dixin girtîgehan. Di rewşeke bi vî rengî de kî di wê baweriyê de ye ku ev komîsyon wê pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike? Ev rewş fikaran çêdike.
Hûn dibêjin hûn ê bi avakirina komîsyonekê pirsgirêkê çareser bikin, lê hûn diyar nakin ku ev komîsyon wê pirsgirêka Kurd çawa çareser bike. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de, pirsgirêka axaftina bi Kurdî hê jî tiştek nîne.
Ew çi dibêjin? ‘Tirkiyeyeke bê teror’ li ser vê nîqaş dikin. Ev tê çi wateyê? ‘ Em ê bikin ku PKK’ê çeka xwe deyne.’ Vê yekê tînin ziman. Nav lê nakin. Lê ya rast navê wê pirsgirêka Kurd e û li ser çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ev xala yekem e.
Xala duyemîn jî ev e; dibêjin ’em ê pirsgirêkê çareser bikin’, lê li aliyê din ji bo pirsgirêk çareser nebe gavan diavêjin. Girtina şaredaran, zextên li ser CHP’ê û axaftinên hatine kirin tam dema ku komîsyon were avakirin pêk tên. Kesekî ku armanca wî çareserkirina pirsgirêkê be, çawa dikare gavên bi vî rengî bavêje? Avêtina van gavan, neçareserkirina pirsgirêkê nîşan dide. Ev yek fikaran zêde dike.
Birêz Bayık, piştî merasîma gerîla, Erdogan axaftinek kir. Her kes li bendê bû ku tiştekî pratîk bibêje. Hinekan ew rexne kirin, hinekan jî erênî pêşwazî kirin. We ew axaftin çawa dît?
Piştî pêngava dîrokî ya koma me, Erdogan axaftinek kir. Rast e, hinek dibêjin axaftin erênî bû, hinek jî diyar kirin ku pir tişt di navarokê de nîne. Erdogan di sala 2009’an de jî axaftinek kiribû ku di heman çarçoveyê de bû. Dibe ku niha hinekî zelaltir îfade kiribe, lê di esasê xwe de heman çarçove bû. Ne pir cuda ye.
Mînak, berdevkên AKP’ê beriya wê axaftinê hin daxuyanî dan, bendewarî afirandin û gotin ‘Recep Tayyîp Erdogan wê axaftineke dîrokî bike’. Bi gotineke din, wan bendewariyek afirand ku ew ê ragihandineke nû, dîrokîtir, girîngtir bike. Daxuyaniya ku hatiye dayîn baş e, lê pir kêm e.
Di axaftina xwe de negot, ‘Em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin, ji bo vê yekê komîsyonekê ava dikin’. Got, ‘Em ê pirsgirêkê weke AKP-MHP-DEM Partiyê çareser bikin’ û hemû aliyên din li derve hişt. Qala tifaqeke Kurd, Ereb û Tirk kir; Temam, bandora van civakan li Rojhilata Navîn heye, cihekî wan ê girîng heye, lê li Rojhilata Navîn civakên din jî hene. Hinekan bigre û hinekan li derve bihêle jî, fikaran çêdike. Ji ber vê yekê gelek nîqaş tên kirin. Her wiha gelek rexne jî hatin kirin.
Baş e, dibe ku em beşekê axaftinê baş bibînin. Her kesî ev yek hêvî dikir, lê em nabêjin encamên dihat xwestin derket. Lê belê diviyabû axaftineke xurttir bûya. Diviya bigota ‘Em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin; em ê vê yekê bi her kesî re pêk bînin.’ Divê gotiba ev ‘Ne tenê berpirsyariya me ye, berpirsyariya her kesî ye, lewma divê em bi hev re çareser bikin.’ Piştre her kes wê bawer bike ku komîsyon bê avakirin û axaftinên bên kirin wê pirsgirêkê çareser bikin.
Lê belê di daxuyaniya hat dayîn de hin fikar zêde bûn û rê li ber rexneyan vekir. Paşê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo telafîkirina vê yekê hin daxuyanî dan. Got, ‘Ne tenê pirsgirêka me ye, em ê bi hev re çareser bikin.’ Ev baş bû. Diviyabû axaftina ji destpêkê ve ev bûya.
Rayedarên dewletê ku di nava wan de Erdogan jî heyî, diyar dikin ku pêvajo li gorî plana ku amade kirine gav bi gav pêş ve diçe. Gelo rewş ji aliyê we jî bi heman rengî ye?
Dewleta Tirk bi taybetî rayedarên AKP’ê diyar dikin ku her tişt mîna ku plan dikirin, bi rêve diçe. Heta dixwazin di nava civakê de jî feraseteke bi vî rengî çêbikin. Lê belê ji aliyê me rewş ne bi vî rengî ye.
Pirsgirêk mîna ku dibêjin çareser nabe û gav nayê avêtin.
Çima vê dikin? Ev jî gumanan çêdike. Çareseriya pirsgirêka Kurd esas nagrin. Tenê armanc dikin ku Tevger çekên xwe deyne. Dixwazin Tevgerê qels bikin û bêbandor bikin da ku bikaribin bigihîjin armancên xwe. Dixwazin feraseta ‘her tişt di bin kontrola me de ye, her tişt li gorî daxwazên me pêş dikeve’ hem li hundir hem jî li derve biafirînin. Bi vê yekê armanc dikin ku pozîsyon û desthilatdariya xwe xurt bikin.
Lê belê, bi afirandina feraseteke bi vî rengî re ka çiqas encam bi dest xistine, em nizanin. Em bi vî rengî hesab nakin û bi vî rengî fêm nakin.
Her tişt li gor wan nameşe; pêngavên ku heta îro hatine destpêkirin bi însîyatîfa Rêber Apo hatine pêşxistin.
Bi rêya bazariyê ti gav nehatin avêtin. Bahçelî axaftinek kir, hemû ev e. Ji bilî wê ne dewletê û ne jî AKP’ê wekî ku wan gotiye tu gav neavêtine. Li gorî wan tu gav nayên avêtin.
Rêber Apo dît ku Bahçelî ketiye ferqa Tirkiye û Rojhilata Navîn di nava xeteriyê de ne. Fêm kirin ku ji bo Tirkiye ji vê rewşa xetere derkeve pêwistî bi Kurdan heye. Ji ber vê yekê Bahçelî ew axaftin kir. Rêber Apo jî bersiv da axaftina Bahçelî. Got, ‘Eger bi rastî jî hûn dixwazin gelên Tirkiyeyê, Tirkiyeyê ji nava metirsiyê derxînin; rêya vê yekê jî guhertina siyaseta xwe ya li hemberî Kurdan e.’ Got, ‘Eger hûn dixwazin biguherînin, ez amade me; Ez dikarim erka xwe bi awayekî teorîk û pratîk bi cih bînim. Rêber Apo li ser vê bingehê gav avêtin.
Hema wisa li ser daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo tasfiyekirina PKK’ê, me biryara fesixkirinê neda. Rêber Apo bi vî rengî xwest. Dewleta Tirk negot dawî li şerê çekdarî bînin, berevajî Rêber Apo got. Ji ber vê gavên heta roja îro hatin avêtin, ji aliyê Rêber Apo ve bi awayekî yekalî hatin avêtin. Me jî bersiv da Rêber Apo. Me pêngavên ku Rêber Apo daye destpêkirin, temam kir. Ya ku hatiye kirin ev e.
Me jî got, ‘Êdî gavên yekalî ku ji aliyê me ve bê avêtin ewqas in; em ê gaveke din neavêjin.’ Eger bi rastî jî hûn dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, me zemîn ji vê re amade kir. Tiştên hatin kirin di nav vê çarçoveyê de ne.
Her tiştê ku mîna dibêjin wan plan kiriye nebû. Rewşeke mîna ku dibêjin ‘Her tişt li gorî plana me bi rê ve diçe’ nîne. Feraseteke bi vî rengî diafirînin. Dixwazin hem li hundir hem jî li qada navneteweyî feraseta ‘Me şer kir, Me PKK’ê qedand, ti rêyek din ji PKK’ê re nemaye, em PKK’ê teslîm digirin’ biafirînin. Divê her kes bizanibe ku rastî ne ev e.
Tirkiye gelekî tengav bû; Ji ber ku têkoşîna ku me daye meşandin siyaseta wan a li hemberî Kurdan û Rêber Apo têk biriye. Vê yekê ji bo Tirkiyeyê pirsgirêkên gelekî giran afirand. Eger wan ev polîtîka dewam bikira, pirsgirêkên ew pê re rû bi rû man wê gelekî mezintir bibûna. Dîsa li Rojhilata Navîn guhertinên girîng pêk tên. Ev guhertin jî bandoreke mezin li Tirkiyeyê dikin. Dema pirsgirêkên navxweyî bi pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re dibin yek, bandorê li çarenûsa Tirkiyeyê dikin.
Çawa ku Rêber Apo li hemberî Kurdan xwe berpirsyar dibîne, li hemberî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî xwe berpirsyar dibîne. Xeterî dît û xwest pêşî lê bigire. Naxwaze Kurd, Tirk an jî gelên Rojhilata Navîn xeteriyê bijîn. Naxwaze Tirkiye bi pirsgirêkên ku Împaratoriya Osmanî jiyane re rû bi rû bimîne. Ji ber ku Rêber Apo bi rastî jî bi berpirsyarî tevdigere. Ji Tirkiye û gelên wê hez dike. Naxwaze pirsgirêkên wan hebin. Ji bo vê jî gavên yekalî avêt.
Hewl didin gavên me niha avêtine mîna ku ew bi me dane avêtin nîşan bidin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Divê her kes vê rastiyê pir baş bizane.
Niha jî pêvajo bi awayekî yekalî tê meşandin. Heta niha jî bi vî rengî hat meşandin. Piştî 41 salan we biryarên pir girîng girtin ku têkoşîna çekdarî bi dawî bibe û di rê û rêbazên cuda de têbikoşin. Hin alî PKK’ê weke temîneta ewlekariya dibînin. Ji ber vê yekê, eger pêvajo xera bibe yan jî negihêje encamekê, wê kîjan pozîsyon bê girtin?
Lazim e her kes vê yekê pir baş fêm bike; felsefeyek me heye, îdeolojiyek, şêwazeke jiyanê û ya têkoşînê heye. Çawa ku me li ser vê bingehê li Enqereyê dest pê kir, em niha jî li ser vê bingehê têkoşîna xwe dimeşînin û em ê di dema pêş de jî vê bidomînin. Di vê de guhertin çênabe. Eger em bûne partî, em li ser vê esasê bûne partî û me gav li ser vê esasê avêtine. Di vê çarçoveyê de eger me PKK’ê fesix kiribe, me dawî li şerê çekdarî anîbe, ji bo berdana hemû çekan amade bin, eger em dixwazin tevlî siyaseta demokratîk bibin û siyaseta demokratîk bi pêş bixin; hemû li ser vê esasê tên avêtin. Em naxwazin şerekî din ê leşkerî di navbera me û dewleta Tirk de bê jiyîn. Me ev yek jî nîşanî her kesî da. Li ser banga Rêber Apo komek ji 30 hevrêyên me çekên xwe şewitandin. Em naxwazin xwe bi çek bikin û careke din şer bikin. Me ev yek nîşan da. Ev bi têra xwe hatiye jiyîn.
Gihiştiye wê encamê ku divê pirsgirêk li ser bingeha siyasî û demokratîk bê çareserkirin. Ji ber vê yekê divê qanûn biguherin. Me ev yek anîbû ziman. Em li ser vê bingehê bi biryar in. Ev êdî li ser milê dewleta Tirkiyeyê ye.
Eger dewleta Tirk bi rastî jî dixwaze pirsgirêka xwe ya bi gelê Kurd re çareser bike, hingî divê bikeve nava tevgerê. Divê şert, polîtîka, qanûn û rêziknameyên têkildarî Rêber Apo biguherîne. Bi tenê wê demê dê pirsgirêk ber bi çareseriyê ve biçe.
Lê belê eger dewleta Tirk dixwaze me bixapîne, me bêçek bike, qels bike û armancên xwe yên li dijî Kurdan pêk bîne; ev ne mimkûn e. Lazim e her kes vê fêm bike.
Armanceke vê tevgerê heye. Azadî, demokrasî û sosyalîzm e. Ji roja destpêkê ve li ser vê bingehê ava bû û wê li ser vê bingehê bimeşe. Hemû gavên di demên berê de hatin avêtin li ser vê bingehê bûn û gavên îro bên avêtin jî wê li ser vê bingehê bin. Divê gelê me, dostên me, her kes bizanibe ku em ber bi armancên xwe ve dimeşin. Tiştên ku her kes dibêje ji bo me ne girîng e.
Gelo dewleta Tirk dixwaze ferasetekê biafirîne, dixwaze bixapîne, yan jî wê hin neteweperest êrîş bikin? Gelo hin komên sosyalîzma pêkhatî esas digirin wê rexne bikin û êrîş bikin; em van gelek esas nagirin.
Em ne tenê îro van tiştan dijîn; Ji roja ewil ve ku me dest pê kir, em van rastiyan dijîn. Belkî me bala xwe dabe tiştên ku gotine, lê belê me qet wan esas negirt û ti carî em li gorî wan tevnegerîn. Armancek, xetekek û rêgezek me heye. Şêwazeke me ya jiyanê heye, moraleke me heye û em li ser vê bingehê dimeşin. Lazim e her kes vê zanibe. Ev tevger wê ti carî teslîm nebe.
Eger kesek bêje “em ê wan teslîm bigirin” xwe dixapînin. Eger hin gumanên mîna ku dewleta Tirk wê bikeve nava tevgerê yan jî wê Tevger teslîm bigire hebe; bila bizanibin ku ev Tevger ti carî teslîm nebûye, di rojên pir zehmet de jî, di bêderfetiyan de jî, di bin zilm û zordariyeke mezin de jî her tim li berxwedan û li armancên xwe xwedî derketiye.
Îro rewşa Tevgerê ne wekî berê ye. Di van şert û mercan de kes nikare vê Tevgerê bixapîne ango teslîm bigire. Nikarin ne Rêber Apo ne jî Tevgerê bixapînin. Rêber Apo û ev tevger ne tevgereke ku bên xapandin e. Armanca derketin û têkoşîna wan ew e ku pêşî li xapandina gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê bigirin, pêşî ji rê derxistinê û ji şer dûrxistinê girtine. Armanc pêşvebirina jiyaneke li ser kok, armanc û daxwazên xwe ye. Tevger derket holê û li ser vê bingehê têkoşînê didomîne. Eger difikirin û dibêjin ku dikarin hesabên bi vî rengî ji rêzê bikin, têgihiştinan biafirînin, mîna ku pirsgirêkê çareser dikin tevbigerin, hin gavan bi PKK’ê bidin avêtin, bêçek bikin û bi vî rengî wan tine bikin, ev yek nepêkane.
Ev tevger bi armancên xwe ve girêdayî ye. Çi bi çek be çi jî bêçek be, li gorî armancên xwe dewam dike. Têkoşîn ne tenê bi çekê ve girêdayî ye; Ev tenê alîyekî wê ye. Rê û rêbazên têkoşînê gelek in. Tevgera Apoyî ji roja avabûye heta roja me ya îro di qadên cuda de têkoşiyaye. Wê ev têkoşîn berdewam bike. Ji bo gelê Kurd, gelên Kurdistanê, gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê çi pêwîst be, ev Tevger wê esas digire û wê vê yekê bidomîne. Lazim e her kes Rêber Apo û Tevgerê bi vî rengî fêm bike.
Dema em li tecrubeyên berê dinêrin, pêvajo çend caran têk çû, Erdogan masê qeliband. Gelo dewlet niha bi rastî ji dil e vê pirsgirêkê çareser bike? Ger bi rastî ji dil be, çima hîna jî li hin qadan operasyonên dagirkeriyê didomînin? Li gorî we ma hîna di nava dewletê de kesên ku dixwazin şer berdewam bike hene?
Niha AKP bi piştgiriya MHP’ê bi hevre desthilat in. Dema tiştek li gorî armanc û daxwazên wan be, ti tişt li pêşiya wan nabe asteng, çi bixwazin dikin. Lê tiştekî ku ne li gorî armancên wan be û ne xizmeta wan bike, hemû qanûnan binpê dikin, çi dixwazin dikin. Eger bi rastî jî bixwazin Tirkiyeyê ji zehmetî û pirsgirêkan derxînin, wekî ku Bahçelî digot, ‘pirsgirêka Bekayê heye’, ev rast e. Eger bixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, rêya wê ne xapandin e, ne girtin e, ne jî zordarî ye. Divê dev ji van hemûyan berdin. Tirkiye bi vî awayî nikare ji pirsgirêka Bekayê derkeve. Tenê eger hişmendiya xwe biguherînin, ji kiryarên ku li gorî vê hişmendiyê dimeşînin dev jê berdin, qanûnan esas bigrin, hiqûqê esas bigrin, daxwazên gelê Kurd, çepgirên Tirkiyeyê, demokratan û rewşenbîrên Tirkiyeyê esas bigrin, li gorî van gav biavêjin, wê demê dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Ev ji bo wan jî wê baş be. Heta niha her tiştê ku kirine ji bo desthilata xwe û ji bo xurtkirina desthilata xwe kirine. Ji ber ku gelek lewaz ketin û dixwazin ji wê derê derkevin. Bi zextê nikarin ji vê rewşê derkevin. Bi girtinan jî nikarin ji vê rewşê derkevin.
Li Stenbolê polîs êrîşî kesên ku muzîka Kurdî guhdar dikin dike, jinekê derb kirin û niha li nexweşxaneyê ye. Ma bi vî awayî wê pirsgirêkan çareser bikin, gel bi xwe re bidin qebûlkirin, desthilatdariya xwe xurt bikin? Ev ne mimkûn e. Bi vî awayî desthilatdariya xwe hîn bêtir lawaz dikin. Ger bi rastî dixwazin di desthilatdariyê de bimînin, wê demê divê gelan qezenc bikin, hêzên demokratîk qezenc bikin, dev ji siyaseta ku dimeşînin û civakê perçe dikin berdin. Divê hinekan nekin alîgirê xwe û hinekan jî nekin li dijî xwe. Ji vê yekê em dibînin ku ew tenê desthilata xwe hesab dikin, lê ev hesab jî şaş e. Bi vê hesabê nikarin desthilatdariya xwe xurt bikin. Bi vî awayî ew herî zêde zirarê didin xwe. Ev yek bûyerên mezin ên bertekan çêdike. Ez bang li wan dikim ku dev ji vê siyaseta xwe berdin û siyaseta demokratik esas bigrin. Pêwîst e ev qad bê pêşxistin. Qezenca wan û ya her kesî di vê yekê de ye.
Ez dixwazim hinekî rewşa Sûriye û Rojava bipirsim ku salvegera Şoreşa Rojava ye jî. Ev şoreş niha di kîjan qonaxê de ye û pozîsyona şoreşê hûn çawa dibînin? Rewşa Kurdên li wir û pêkhateyên din çawa ye? Niha aloziyek heye, dem bi dem tevlîhevî çêdibe. Rewşa hikûmeta nû, bi giştî nêrînên we yên li ser Sûriye û Rojava çi ne?
Rast e, niha li Rojava şoreşek pêş ket vê hêviyek jî çêkir. Hem ji bo Kurdan, hem ji bo yên şerê têkoşîna azadî, demokrasî, azadiya jinan û ekolojî têdikoşin, yanî ji bo her kesê ku li dijî zilmê û neheqiyê derdikeve, hêviyek bû. Her kes dibêje, modela li Rojava pêşketiye divê hem li Sûriyeyê hem jî li derveyî Sûriyeyê esas bê girtin. Her kes vê yekê tîne ziman. Ev rast e jî. Her kes dizane ku tevî hemû kêmasiyên xwe, ger li Rojava modelek hatibe pêşxistin, ev bi fikirên Rêber Apo pêş ket. Di bingeha vê şoreşê de kedên Rêber Apo yên pir mezin hene. Rêber Apo li wir bi salan têkoşiya. Gelek mirovên me yên li wir bi Rêber Apo re man, hevdîtin kirin, civîn çêkirin. Yanî ger di gel de guherînek çêbûye, hişmendî çêbûye, ev bi xebatên Rêber Apo bûye. Îro ger gelê Rojava xwedî li Rêber Apo derdikeve, sedem ev e. Ji ber ku Rêber Apo xizmeta wan kir. Bi encama vê xizmetê Şoreşa Rojava pêş ket. Dibe ku her kes vê yekê bi temamî nizanibe, lê kesên ku dizanin jî hene. Yanî ev şoreş bi xwe pêş neket. Bingehek wê heye. Ev bingeh kê ava kir? Dema li ser Rojava disekinin, digihîjin rastiya Rêber Apo. Ew dibînin ku fikirên Rêber Apo vê şoreşê pêş xistiye. Ji ber vê yekê dixwazin rastiya Rêber Apo baştir fêm bikin. Mînak, Tevgera Jinên Kurd ji hemû jinên cîhanê re bûye nimûne. Dixwazin fêm bikin ka ev tevger çawa di nav Kurdan de pêş ket. Li wir jî Rêber Apo dibînin. Wê demê dixwazin rastiya Rêber Apo baştir fêm bikin. Hinek rexne jî dikin; dibêjin çawa mêrek dikare pêşengiya tevgera jinan bike. Rêber Apo bersiv da vê jî; ger ez pêşengiyê dikim, divê tevgera jinan encamekê ji vê derxîne. Yanî ji ber ku ew nekarin pêşengiya xwe bikin, ez pêşengiyê dikim. Hemû daxwaz û têkoşîna min ji bo wê ye ku jin xwe bi xwe birêve bibin. Ger li Rojava di hişmendî û pratîkê de guherînek çêbûbe, di gel û jinan de guherînek çêbûbe, neteweya demokratîk pêş ketibe, gel li gorî vê jiyabe, ev pir girîng e. Kêmasî tine ne? Bêguman hene, lê tevî vê yekê jî Şoreşa Rojava ji bo her kesî modelek e.
Eger bixwazin pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bikin, bi vê modelê dikarin çareser bikin. Yanî eger wekî berê, wekî desthilata BAAS’ê netew-dewletê esas bigrin, nikarin pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bikin. Di wê rewşê de şer çêdibe, parçekirin çêdibe, qetlîam çêdibin, asîmîlasyon çêdibin. Bi ti awayî nikarin yekîtiya Sûriyeyê, yekîtiya gelên Sûriyeyê pêk bînin. Lê tenê bi modela Rojava hem yekîtiya Sûriyeyê hem jî yekîtiya gelên Sûriyeyê dikarin pêk bînin. Ev model tenê dikare demokrasî û azadiyê bîne. Wê demê her kes bi zimanê xwe, nasnameya xwe, îradeya xwe, çanda xwe xwe îfade dike, xwe organîze dike û berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelên din jî bi cih tîne. Sûriye tenê bi vî awayî dikare ji rewşa xirab derkeve. Rojava ji bo pêşxistina Sûriyeyeke demokratîk têdikoşe, bedel dide. Lê yên ku li şûna rejîma BAAS’ê hatine desthilatê, dîsa fikrên rejîma BAAS’ê esas digirin. Nijadperestiyê, netew-dewletê esas digirin. Dixwazin her kesî di nav netew-dewletê de bitepisînin û bikin yek. Jixwe pirsgirêk ji vê çavkaniyê derketin. Ev jî dixwazin pirsgirêk berdewam bin.
Niha yên li Sûriyeyê di desthilatdariyê de ne kî ne? El-Qaîde ye. Kî ew anîne desthilatdariyê? Amerîka û Îngilistanê anîne. Li Efxanistanê jî ev kirin, niha jî li Sûriyeyê dikin. Bi gotina xwe li dijî El-Qaîde û DAÎŞ’ê bûn. Lê belê, ev desthilatdarî çawa li hemberî her kesî derdixin û dibêjin divê hûn vê desthilatdariyê qebûl bikin, tevlî bibin. Dibêjin her tiştê xwe berdin û tevlî Sûriyeyê bibin. Yanî dibêjin tevlî DAÎŞ’ê û El-Qaîdeyê bibin. Ev çiqas rast e, kî vê qebûl dike? Gelan bi salan li dijî netew-dewletê rawestiyan, li dijî rejîma BAAS’ê rawestiyan, ma ji bo vê rawestiyan? Ev plan birêve naçe. Divê ti kes li ser vê israr neke. Dibêjin divê entegrasyon çêbibe. Entegrasyona ku ew dibêjin ev e ku Kurd, Durzî, Elewî, her kes nasnameya xwe înkar bike û tevlî vê desthilatdariyê bibe. Entegrasyonê bi vî awayî dibînin. Entegrasyona ku Rêber Apo û tevgera me esas digire, bi vê yekê ve ti eleqeya xwe nîne. Em behsa entegrasyona demokratîk dikin. Divê dewlet û demokrasî hevdu qebûl bikin, bi hev re bijîn. Dewlet divê demokrasiyê, demokrasî jî divê dewletê qebûl bike.
Demokrasî tê wateya çi? Tê wateya ku gelê Kurd, Suryanî, Ermenî, Durzî, Elewî bi nasnameya xwe, çanda xwe, îradeya xwe xwe îfade bike û xwe bi rêxistin bike. Çawa ku ew ji bo xwe berpirsiyarî digire, divê ji bo dewletê jî bigire, dewlet jî divê bi heman berpirsiyariyê li hemberî gelan nêzîk bibe. Tenê bi vî awayî dikarin bi aramî bijîn. Yekîtî bi vî awayî çêdibe, ne bi zorê, ne bi tinekirinê, bi dildarî çêdibe. Yekîtiya dildar jî ger tu nasname, îrade, çand û rêxistina kesê li hemberî xwe nas bikî çêdibe. Bi kuştinê, asîmîlasyonê, koçberkirinê kes kesî qebûl nake. Ev yek jixwe bi salan dom kir. Li Rojava, PKK li dijî vê têkoşiya. Divê ji van encaman bê derxistin. Bi zorê, bi gotina ‘xwe înkar bikin’ nabe. Rojava jî vê yekê qebûl nake, divê jî qebûl neke. Eger ev siyaseta xwe bidomînin, Rojava, Durzî, Elewî, hemû Erebên ku DAÎŞ’ê û HTŞ’ê qebûl nakin, Xiristiyan, rewşenbîr her kes dikarin dest bidin destê hev û Sûriyeyeke demokratîk pêş bixin. Dikarin qanûnên xwe çêkin, bi hev re li dijî zordariyên desthilatdariya El-Qaîdeyê derkevin. Tenê bi vî awayî dikarin encamê bistînin.
Der barê rewşa Sûriyeyê de daxuyaniyeke Tom Barrack hebû. Wî got divê Kurd, yanî QSD, daxwaza Kurdistanê nekin. Jixwe daxwazeke wan a wisa nîne. Wê demê Tom Barrack çima peyameke wisa da?
Min navê Barrack neda, lê min fikir û pêkanînên wî anî ziman. Ew li ser navê Amerîkayê siyasete dimeşîne. Ew bi xwe Xiristiyanekî Lubnanî ye. Der barê wî de gelek îdia hene, lêkolîn hatine kirin, sermayedarek e. Gelo ew çiqas nûnertiya fikren Amerîkayê dike, ev jî gumanbar e, bi temamî em nizanin. Lê ew li ser navê Amerîkayê van daxuyaniyan dide. Dibêje, divê Rojava, rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî xwe ji holê rake û tevlî rêveberiya Şamê bibe û tê de cih bigire. Yanî dibêje, yek dewlet, yek gel, yek welat, yek al. Tam wekî dewleta Tirk. Dewleta Tirk bi salan ev polîtîka meşand, lê çi encam girt? Îro dewleta Tirk ji ber vê polîtîkaya xwe ketiye rewşeke zehmet. Dîsa dixwaze bi Kurdan ji vê rewşê derkeve. Dixwestin Kurdan ji holê rakin, lê wan xwe ji holê rakirin. Niha jî neçar man ku wan ên ku dixwestin ji holê rakin qebûl bikin da ku ji wê rewşê derkevin. Li Sûriyeyê jî heman tişt tê jiyîn. Timî dibêjin yek, yek û netew-dewletê dixwazin. Gel çawan vê qebûl bike? Ev nabe. Ji ber vê yekê, eger li ser vê siyaseta xwe israr bikin, wê demê hêzên demokrasî û azadiyê yên li Sûriyeyê neçar in ku eniyeke demokrasiyê ava bikin, qanûnên xwe çêkin. Li ser vê bingehê divê xwe îlan bikin. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk divê têkoşîna xwe geş bikin, ya rast jî ev e.
We behsa hêzên navneteweyî kir. Pirsgirêka Kurdî pirsgirêkeke 100 salî ye. Di afirandina vê pirsgirêkê de destê hêzên navneteweyî jî heye. Wan peymanên Sykes-Picot û Lozanê çêkirin. Eeer ev hêz qebûl nekin, pirsgirêk wê çawa bê çareserkirin?
Sykes-Picot, Lozan û hwd. hemû têk çûn. Ji ber ku dîtin ev têk çûne, wan li Rojhilata Navîn Bahara Erebî pêş xist. Yên ku Sykes-Picot çêkirin, ev kirin. Dixwestin Rojhilata Navîn careke din li gorî berjewendiyên xwe birêxistin bikin. Lê her çend gav avêtin jî, li Sûriyeyê asê man. Rejîma BAAS’ê ew asê kir. Dîtin ku heta rejîma BAAS’ê ji holê ranekin, nikarin li Rojhilata Navîn berjewendiyên xwe ji nû ve birêxistin bikin. Eger li Sûriyeyê guherîn û veguhertinek çêbûye, sedem ev e. Ji ber ku li wir bûbûn girêk û xeniqîbûn. Ji bo vê girêkê vekin, guherînê esas girtin. Dixwestin rê li ber xwe vekin û li ser bingeha berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn ji nû ve birêxistin bikin. Niha şer li ser vê bingehê pêş dixin. Armanca guherînên ku dikin jî ev e. Bêguman, ev ji bo gelên herêmê rewşeke metirsîdar e. Gelên herêmê ji wan tifaqan zirarên mezin dîtin, Ereb jî û Kurd jî dîtin. Çimkî ew parçe parçe kirin. Gelek êş kişandin, gelek bedel dan. Niha divê vê qebûl nekin. Divê careke din tifaqên nû yên ku şûna tifaqên têkçûyî digirin qebûl nekin. Ji ber ku ew dixwazin ji bo berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn ji nû ve birêxistin bikin. Ev ji bo gelan metirsiyên mezin diafirîne.
Sîstema ku niha Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn pêş xistiye, ji bo vê yekê ye. Li Rojhilata Navîn ol, gel û çand divê neyên li hemberî hev, hevdu perîşan nekin, da ku sîstema kapîtalîst nikaribe bernameya xwe ya li ser Rojhilata Navîn bimeşîne. Sîstema ku Rêber Apo afirandiye, ji bo vê yekê ye. Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê, lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêngav pêş dixe. Ji ber ku niha destwerdaneke pir mezin li ser Rojhilata Navîn heye. Rêber Apo hem mudaxeleyî tevgera me kir, hem mudaxeleyî dewleta Tirk kir, hem jî mudaxeleyî Rojhilata Navîn dike. Bi van mudaxeleyan dixwaze çi bike? Naxwaze gel rojên tarî, qetlîam û êşan bijîn. Divê bi hev re bi awayekî azad û demokratîk bijîn. Rêber Apo ji bo vê sîstemek, çareseriyek pêş xist. Ev jî sîstema neteweya demokratîk e. Modela Rojava jî, tevî hemû kêmasiyên xwe, li ser vê sîstemê hatiye avakirin. Eger her kes bixwaze ji şer rizgar bibe, bi awayekî demokratîk û azad bijî, divê modela Rojava esas bigrin û li Sûriyeyê û li derveyî Sûriyeyê ev model belav bibe.
Herî dawî ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê peyamek we heye?
Tişta ku ez ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bibêjim ev e; Divê xwedî li pêngava Rêber Apo pêş xistiye derkevin. Rêber Apo bang kir; lê ev tenê bang nîne. Ji bo ku ev di pratîkê de jî bibe rastî, Rêber Apo gelek gavên yekalî avêtin. Her kes divê bizane ku tenê bi Rêber Apo nabe. Gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê her kesê ku dibêje li Tirkiyeyê divê demokrasî û azadî hebe, divê pirsgirêka Kurdî bê çareserkirin, divê li vê pêngavê xwedî derkeve. Yanî ji bo ku di pratîkê de bibe rastî, divê xebat bê kirin. Tenê daxuyanî nedin, nebêjin ev pêngav baş e lê gumanên me hene. Belê, dibe ku guman hebin, kirinên dewleta Tirk û desthilatdariyê di mirovan de guman çêdikin, di rabirdûyê de jî çêdikir û niha jî çêdike, lê ji bo ku ev guman ji holê bên rakirin jî divê xebat bê kirin.
Tenê bi xebatê ev guman dikarin ji holê bên rakirin. Heta ku xebat neyê kirin, ev guman wê bidomin, dibe gumanên nû jî çêbibin. Madem em dixwazin gumanan ji holê rakin, wê demê divê em bixebitin, yanî divê em li gavên ku Rêber Apo avêtiye xwedî derkevin, ji bo ku ew bibin rastî divê em bixebitin. Divê em zextê li dewletê, li desthilatdariya AKP’ê bikin. Dema ku zext li wan bê kirin, neçar in gav biavêjin, ger zext tine be, gav navêjin. Ya ku ew dixwazin tenê ev e ku ev tevger çekan berde. Çareserkirina pirsgirêka Kurdî, pirsgirêka demokrasî û azadiyê ya li Tirkiyeyê ne derdê wan e. Em jî dixwazin pirsgirêk bên çareserkirin. Gelên Tirkiyeyê, sosyalîst, demokrat, heta lîberal yên li dijî desthilatdariyê ne, yên ku dixwazin pirsgirêkên aborî û çandî bên çareserkirin, wê vê çawa bikin? Tenê bi xwedîderketina li vê pêngavê, bi zexta li ser desthilatdariyê, bi neçarkirina dewlet û desthilatdariyê ku qanûn û hişmendiya xwe biguherînin, ev pirsgirêk tên çareserkirin. Erka her kesî ev e.
Ev ne tenê pirsgirêka Kurdan û gelên Tirkiyeyê ye. Parçeyên din jî divê li vê pêngavê xwedî derkevin. Divê ji bo vê têbikoşin. Li derveyî welat, li Ewropayê, Kurd li ku derê bin bila bibin, divê hem xwe bixin nava tevgerê, hem jî dostên xwe bixin nava tevgerê. Eger zexteke mezin bikin, wê demê dewleta Tirk neçar dimîne ku gavên demokrasî û azadiyê bavêje. Wê demê daxwaz û hêviyên wan pêk tên, guman ji holê radibin. Tenê gotina ‘pêvajo baş e’ û daxuyaniyanî dayî, çalakî kirin vê pirsgirêkê çareser nake û ti feydeyê jî nade. Eger gavên ku Rêber Apo avêtiye tenê bi Rêber Apo re sînordar bimîne, encam nayê girtin. Rêber Apo bi awayekî yekalî xebateke mezin kir. Hemû gavên ku diviyabû bavêta avêtin, ên ku wê van gavan temam bikin jî ew kes in ku dibêjin em demokrat in, azadîxwaz in, em dixwazin pirsgirêkên Tirkiyeyê bên çareserkirin û demokrasî hebe. Niha berpirsiyarî dikeve ser wan. Eger hûn dewleta Tirk neçar bikin, ew gav bavêje, wekî din navaêje. Li Efrîkaya Başûr Nelson Mandela jî bi vî awayî encam girt. Eger têkoşîn nekiribana, encam nedigirtin. Divê em jî ji vê encaman derxînin.