Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûlûs: Xizmeta tenduristiyê divê ji bo her kesî bê pere be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zubeyîr Aydar: Mafê Kurdan jî heye ku li ser kursiya Neteweyên Yekbûyî biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bayik: Ji bo azadiya Rêbertî pêwîstî bi hewldaneke hîn mezin heye
Kurdistan

Bayik: Ji bo azadiya Rêbertî pêwîstî bi hewldaneke hîn mezin heye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser pêngava çareserî û azadiyê axivî û got, "Bêguman karê tê kirin pîroz e, lê belê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têrê nake. Divê hewldanên hîn mezintir bêne kirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di beşa sêyemîn a hevpeyvîna xwe de ku ji ANF’ê re axivî, qonaxa duyemîn a pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ nirxand.

Beşa sêyemîn û dawî ya hevpeyvîna Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a ji bo ANF’ê bi vî rengî ye:

“Li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngavek hate destpêkirin. Vê pêngavê ji derveyî Kurdan enternasyonalîstan pêş xistin. Gelê Kurd jî di vê de cih girt. Pêşengî ne Kurdan kir, derveyî Kurdan di gelek gelan de yên ku ji bo demokrasî, azadî, edaletê, wekheviyê têkoşîn dikin, wan pêşengiya vê pêngavê kirin û gelek ji wan di vê pêngavê de cih girtin. Ev pêngav rojevek çêkir. Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo da naskirin û li seranserê cîhanê belav kir. Ji bo pêngavê yekê mirov dikare bibêje bi serkeftî temam bû. Li ser vê pêngava duyemîn li Kolnê mitîng çêbû, bi wê mitîngê destpê kir, hat îlankirin. Niha saleke xwe temam kir, em dikevin sala duyemîn. Sala duyemîn li ser sala yekemîn pêş dikeve. Wê xurttir jî pêş bikeve. Yên ku di vê pêngavê de cih girtin, ez yek bi yek silav dikim, pîroz dikim, hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim.

Gelê Kurd di vê pêngavê de cih girt, vê pêngavê pêş xist, xurt kir, li cîhanê belav kir, bi enternasyonalîstan vê erkê pêk anîn. Ev ji bo gelê Kurd serkeftinekî ye. Dibe ku ev bi gelek êş û berdêlan çêbû, feqet gelê Kurd qezenç kir. Gelê Kurd wê li ser vê esasê qezencê xwe mezintir bike. Wê armanca xwe pêk bîne. Wê Rêber Apo bi fizîkî azad bikin, pirsgirêka Kurd çareser bikin. Bi vê munasebetê ez gelê me yê qehreman jî silav dikim, pîroz dikim, hurmetê xwe diyar dikim. Niha di vê pêngavê de gelek pêşketin, serkeftin çêbûn. Di van pêşketin û serkeftinan de rola enternasyonalîstan girîng e, esas e. Pêngava ku li ser qonaxa yekê pêş dikeve jî dîsa ew pêşengiyê wê dikin. Gelê Kurd jî di vê de ji her aliyê ve cih digire, xizmeta vê pêngavê dikin ku ev pêngav bi ser bikeve. Wisa diyare ku ev pêngav wê di sala pêşiya me de encam werbigire. Ji ber ku her ku diçe li cîhanê belav dibe, her ku diçe parêznameyên Rêber Apo tên xwendin, zêdetir xwendin çêdibe, hejmara kesên dixwînin her ku diçe zêde dibe. Divê jî ew xwendin û nîqaş zêdetir pêş bikevin, hejmarê ku tevlî dibin jî her ku çû zêdetir pêş bikeve. Ji ber ku Rêber Apo jî got, ‘Parêznameyên min li ku derê bin ez li wê derê me.’ Yanî serkeftina vê pêngavê bi vê re girêdayî ye. Çiqas parêzmane bên xwendin, bên fêmkirin, ewqas rastiya Rêber Apo, ev siyasetê ku li ser Rêber Apo, li ser PKK, li ser gelê Kurd tê meşandin jî zêdetir baş tê fêmkirin.

PARADÎGMAYA RÊBER APO ÇIQASÎ BAŞ BÊ FÊHMKIRIN WÊ XWEDÎDERKETIN JÎ EWQASÎ ZÊDE BE

Di vê pêngavê de ku me salek li pey xwe hişt, gel tê de cih girt, jinan tê de cih girtin, ciwanan tê de cih girtin, hunermend, şaredarî, bi taybet sendikaya Îngiltere, Îskoçya, hinek siyasetmedar, akademîsyen, parêzeran dîsa ên ku nobelê wergirtine û geleka bi vî şeklî kar kir, xîzmet kir. Eger ku Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo hinde li cîhanê hat naskirin, nîqaş dibin, her ku diçe lê xwedî derketin çêdibin, hêvî çêdibin, rolê vana hemûyan girîng e. Ez vana hemûyan yek bi yek silav dikim, pîroz dikim, hurmetê xwe ji bo vana diyar dikim. Çawa heta niha karkirin baweriyamin ew e ku niha ve jî zêdetir kar bikin. Ji ber ku her ku diçe Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo zêdetir fêm dikin. Çiqas fêm bikin wê xwedî derketin zêdetir pêş bikeve. 

Niha çawa ev pêngav hate pêşxistin, sîstema kapîtalîst modernîte jî li dijî pêngavê sekinî. Ji ber ku armanca wan ewe ku dixwazin Rêber Apo, PKK bêtesîr bikin û qirkirinê temam bikin. Ji bo vê bi temamî di qada navneteweyî de li dijî vê pêngavê disekinin bi her aliyê ve. Çawa hên ku komploya navneteweyî pêş xistin di vê de israr dikin, vêya bi tecrîda mutleq pêş dixin, dixwazin Rêber Apo bêtesîr bikin, PKK tesfiye bikin, qirkirinê temam bikin, li dijî wê jî di qada navneteweyî de her ku diçe li dijî siyasetê komplo sekînin jî çêdibe. Xwedîderketina li Rêber Apo û paradîgmaya Rêber Apo pêş dikeve. Ji bo vê şerekî di asta cîhanê de tê meşandin. Komplo di asta navneteweyî de be li dijî vê sekînin jî divê di asta navneteweyî de be. Vaye her ku diçe şer li ser vê esasî pêş dikeve.

Niha ên ku di vê pêngavê de cih digirin, ên ku ji bo Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe çi dibêjin, dibêjin rewşa Rêber Apo dişibe yê Mandella. Ji bo Mandela çi hatiye pêşxistin divê ji bo Rêber Apo jî were pêşxistin. Rast e, hinek aliyên Mandela û Rêber Apo dişibin hevdu. Feqet hemû aliyên wan naşibe hevdu. Eve rastiyek e. Wextê ku ji bo Mandela di qada navneteweyî de tevgerek pêş ket, rewşa cîhanê cuda bû. Îro rewş pir cuda ye, şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin. Û li dijî Rêber Apo komployekî navneteweyî tê meşandin. Ji bo vê gelek aliyên wan ên cuda hene. Dibe ku ê Nelson Mandela rehet pêş ket, zû encam da. Feqet tevgererekî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wisa rehet, wisa zû, weke Mandela pêş nakeve. Divê em vê bibînin. Ji bo vê jî lazim e em tevgera ku pêş dixin, mezintir pêş bixin

DIVÊ RÊBER APO NAVENDA HEMÛ KARÊN ME BE

Yanî tevgerê tê pêşxistin pîroz in, feqet kêm in têre nake ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Li vir mirov çi encam derbixe? Lazime em tevgerekî hê mezintir pêş bixin. Ji bo vê lazim e her kesek xwe di vê de kilît bike. Temamiya rojeva xwe li ser vê esasî, karê ku dimeşînin jî li ser vê esasî bimeşînin. Di hemû karan de karê navendî Rêber Apo ye. Em ê çawa bikin ku Rêber Apo zû bi fîzîkî azad bikin? Ji ber ku her ku wext derbas dibe, ji bo Rêber Apo ne baş e, ji bo gelê Kurd, ji bo mirovatiyê ne baş e. Ji bo divê em zûtirîn tevgerekî pir xurt pêş bixin. Ew jî dimîne ser her kesekî. Dema her kesekî xwe di vê de kilît kir, hemû wesfên xwe ser vê esasê pêş xist, wê demê tevgerekî pir xurt pêş dikeve. Lazim e em tevgerekî bi milyonan kesan pêş bixin. Êdî lazim e milyon kes bimeşin, bi milyonan kes tevlî mitîngê bibin. Lazim e ên ku li ser mirovatiyê tesîra xwe heyî di van mitîng û meşan de cih bigirin û biaxivin. Xitabî wîjdana mirovatiyê bikin. Wê demê Rêber Apo zû bi fîzîkî azad bibe. Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, pirsgirêka Kurd jî bikeve rêya çareseriyê. Rastiya Rêber Apo û rastiya pirsgirêka Kurd wek hevdu ye hevdu temam dikin. Ji bo vê gel dibêje, ‘Bê Rêber Apo jiyan ji bo me heram e.’ Nêzîkbûna Rêber Apo ji bo me nêzîkbûyîn e, ji bo me nêzîkbûyîn ji bo Rêber Apo nêzîkbûyîn e. Ev heqîqetekî îfade dike. Hanî yekser di dîrokê de hewarî hene, bi dil bi temamî xwe kilît kirine ku Îsa, felsefeya Îsa di nav mirovatiyê de belav bikin, wisa jî belav bûye, pêş ketiye. Niha her kesek bi taybet jî endamên vê tevgerê yanî tevgera PKK, PAJK’ê lazim e wek hewariyan parastinên Rêber Apo belav bikin, bigihînin her cihekî. Li ser parêznameyan nîqaşan li her cihekî pêş bixin. Eger ku vêya bi vî şeklî pêş bixin ev pêşketineke di cîhanê de ji bo Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo pêş ketî wê hê xurttir pêş bikeve, wê hê baş bê fêm kirin, xwedîderketina li Rêber Apo, gelê Kurd hê xurttir pêş bikeve. Niha di pêngavê de her kesek lazim e li ser vê esasî kar bike û bimeşe. Meşa me, karên me bi temamî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, pirsgirêka gelê Kurd çareser kirin e. Li ser van esasan ez ji bo her kesê serkeftinê dixwazim. Ez komploya navneteweyî şermezar dikim hêrsa ku di me, heval, gel û dostên me de çêbû lazim e hê xurttir bibe û bibe zanebûn, bibe rêxistin, bibe çalakî. Li ser van esasan ez carekî din we hemûyan silav dikim, we pîroz dikim, hurmetê xwe diyar dikim, dibêjim, Bijî Rêber Apo.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Wan li dijî tecrîdê ji mîtînga mezin re amade ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

3 şervanên YPJ’ê ku şehadeta wan hatinbûn ragihandin di nava dîlgirtiyan de derketin

Di nav 28 şervanên YPJ’ê yên ku di çarçoveya pevguhertina dîlgirtiyan a li gorî Peymana…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Barzanî 20 hezar Sûriyeyî di nava hêzên PDK’ê de bi cih kir’

Endamê YNK’ê Mehmûd Xoşnaw ragihand Mesrur Barzanî 20 hezar welatiyên Sûriyeyî di nav hêzên Zêrevan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûriyeyê çeteyekî El Qaîdeyê hate kuştin

Hate ragihandin ku hêzên CENTCOM'ê li Sûriyeyê çeteyekî El Qaîdeyê kuştine.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?