Şemî, 17 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan tecrûbeyên Jineolojiyê û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Berdevka DEM Partiyê: Divê her kes bi berpirsyarî nêzî pêvajoyê bibin
Rojane

Berdevka DEM Partiyê: Divê her kes bi berpirsyarî nêzî pêvajoyê bibin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê civîna MYK’ê ya partiya xwe daxuyanî da û got, "Ji partiyên muxalefetê bigirin heta bloka desthilatdariyê, divê her kes bi cîdiyet û berpirsyarî nêzî vê pêvajoyê bibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Dogan behsa hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an kir û diyar kir ku ji wê demê ve li Tirkiyeyê qada demokratîk teng bûye.

Ayşegul Dogan got, “Îro rojeke din a hevrûbûnê ye” û destnîşan kir ku Tirkiye li ser rêyek nû ye û wiha axivî: “Êdî dem hatiye ku ji şaşiyên berê ders were girtin û rêbazek nû were pêşxistin. Tirkiye li ber deriyê rêyeke nû ye; bi rastî, em li navenda vê yekê ne.”

‘HÎN JÎ MEXDÛRIYETA KHK’IYAN NEHATIYE ÇARESERKIRIN’

Dogan bal kişand ser binpêkirinên mafan ên ku ji ber rewşa awarte ya piştî hewldana darbeyê û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) derketin holê û wiha domand: “Gelek kes ji ber biryarên KHK’ê yên di dema rewşa awarte de hatine derxistin mexdûr bûn. Hîn jî mexdûriyeta wan nehatine çareserkirin.”

‘DIVÊ DEMILDEST TIŞTÊN PÊWÎST BÊN KIRIN’

Ayşegul Dogan li ser merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê ku di 11’ê Tîrmehê pêk hat, rawestiya û anî ziman ku ev pêvajo ji bo aştiyê gaveke dîrokî ye.

Dogan wiha pêde çû: “Ev rojeke ku wê ti carî neyê jibîrkirin bû û di dîrokê de cih girt. Rojek e ku bi çalakiyên cihêreng wê her û her di dîrokê de were bibîranîn. Em spasiya hemû aliyên ku ev bingeh danîn, beşdar bûn û pêşengiya gava dîrokî ya şênber a ku di 11’ê Tîrmehê de hatî avêtin kirin, dikin. Em di ferqa berpirsyariya vê gava dîrokî ya ku ji bo çekan ji dewrê derdixe û çareseriya demokratîk a pirsgirêka pirsgirêka Kurd derxistiye, de ne. Bi fesixkirina PKK’ê û biryarên 12’ê Gulanê re, stratejiya têkoşîna çekdarî ya li ser înkarkirina hebûna wê, dîsa weke wan bi xwe diyar kirin, rê li ber têgehên ku bi stratejiyek siyasî ya demokratîk, bernameyek aştî û civaka demokratîk û nêzîkatiyek hiqûqî têne îfade kirin vekiriye. Em alîgirê bi rêya diyalog û danûstandinan pirsgirêkên Tirkiyeyê bêne çareserkirin in û em ji bo vê armancê dixebitin. Ji bo çek bi temamî ji dewrê bêne derxistin û ev yek mayinde bibe, qada siyasî ya demokratîk xurt bibe, bêyî ku dereng bimînin divê hemû pêwîstî bên bicihanîn. Divê hemû mekanîzma werin avakirin. Biqasî ku di daxuyaniyên dawî de hate dîtin, wê komîsyon were avakirin. Em vê yekê bi keyxweşî pêşwazî dikin.”

‘DIVÊ DEMILDEST KOMISYON WERE AVAKIRIN’

Dogan anî ziman ku ji bo şopandina pêvajoya bêçekkirinê avakirina komisyonekê di rojevê de ye û destnîşan kir ku divê ev komisyon berfireh û piralî be û wiha axivî: “Divê hemû partiyên siyasî beşdarî vê komîsyonê bibin. Wek DEM Partiyê, em banga xwe dubare dikin. Divê komisyon bi awayekî bixebite ku encamên bibandor û mayinde derxîne holê.”

‘DEM PARTÎ PARTIYA DIYALOG Û DANÛSTANDINÊ YE’

Ayşegul Dogan di bersiva rexneyên li ser partiya xwe de anî ziman ku helwesta û gotinên DEM Partiyê zelal e û wiha got: “Em alîgirê diyalog û danûstandinê ne. Em alîgirê li Tirkiyeyê avakirina qanûnek hemwelatîbûna wekhev in. Me her tim rexne û pêşniyar bi qîmet dîtine. Em ne ji ber fikara hilbijêran an dengan, bi nêzîkatiyek rêgezî nêzîkî vê mijarê dibin.”

‘DIVÊ HER KES POZÎSYONÊ BIGIRIN’

Ayşegul Dogan diyar kir ku pêvajoya aştî û çareseriyê nabe ku tenê li ser milê DEM Partiyê were hiştin û wiha lê zêde kir: “Mafê me hemûyan ê aştî û demokrasiyê heye. Ji ber vê yekê ne hewce ye ku hûn endamê DEM Partiyê bin, lê divê hûn bi hestek berpirsyarî nêzîkî wê bibin. Divê her kes di vê pêvajoyê de xwesî helwest be” û bang li hemû aktorên siyasî kir ku bi berpirsyarî tevbigerin.

‘EM HIQÛQÊ BI HEV RE AVA BIKIN’

Ayşegul Dogan wiha bang li civakê kir: “Çi dibe bila bibe divê her kes xwe li Tirkiyeyek ku serweriya hiqûqê lê heye bi ewle hîs bike. Ji bo pêkanîna vê armancê, em bang li jin, ciwan, karker û hemû beşên civakê yên hatine wêderkirin dikin. Em dikarin bi hev re serweriya hiqûqê ava bikin.”

‘AZADIYA OCALAN DAXWAZEKE BÊ NÎQAŞ E’
Ayşegul Dogan pirsên rojnamevanan ên li ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan jî bersivand û diyar kir ku ev mijar ji aliyê DEM Partiyê ve zelal e û wiha bi dawî kir: “Ocalan di peyama bidîmen a duyemîn de, li ser rewşa xwe behsa azadiya civakê dike. Dibêje ku dema civak azad bibe, ferd jî azad dibe. Ez bi vî rengî bersiv bidim pirsa we. Divê hemû pêkanînên dij-demokratîk bi dawî bibin û êdî statûya li Îmraliyê bi vî rengî neyê domandin. Di peyama bidîmen a duyemîn de bi xwe dibêje ku hin hevdîtin pêk hatine. Derbarê nîqaşên li ser tên kirin pir zelal vedibêje. Belê, ew ji roja yekem, ji sala 1999’an ve daxwaza azadiya fîzîkî dike. Ev daxwaz ne tenê daxwaza rêxistina ku damezrandiye. Em li qadê bi daxwazê re rû bi rû dimînin. Bi xwe rasterast bersiv daye vê pirsê.”

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Sinûnê daxwaza xizmetê kir, lê artêşa Iraqê gule lê reşand
Nûçeya Pişt re Çalakiya li Mexmûrê bi koma 142’yan dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelkê Dirbêsiyê piştgirî da şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Xelkê Dirbêsiyê li dijî êrişên komên çete yên bi piştgiriya dewleta Tirk ên ser bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên windayan li sê bajaran hatin ba hev

Xizmên windayan û mafparêz li bajarên weke Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo Necatî Aydin…

Ji aliyê Stêrk TV

Tedawiya rojnamevan Aykol derbasî qonaxa nû bû

Rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku piştî çend emeliyat enfeksiyonê xwe li pişika wî girt, cara…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Herêma Cizîrê êrîşa li dijî pakrewangehan şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?