În, 26 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hunermend Serhedo hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 55’an de ye: Gundiyên Tatanê nobetê dewr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber abonetiyê derbarê du rojnamevan de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Nurî Avras û Seyfettîn Xelef ên li Tetwanê şehîd bûn, hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Bayram Balci wê li Enqereyê were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta edaletê ya Şirnexê di hefteya 4’emîn de ye: Daxwaza aştiyê ne sûc e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê li gelek bajaran bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî: Di pêvajoyê de samîmiyet û edalet divê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêrejina Nisêbînî ‘Hêvî’ya Kurdistaniyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê kolberan qala êşkence û destdirêjiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Berdevka DEM Partiyê: Rola Abdullah Ocalan jiyanî ye!
Rojane

Berdevka DEM Partiyê: Rola Abdullah Ocalan jiyanî ye!

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser daxuyaniya Rêber Apo û got, “Rola birêz Ocalan girîng e. Siyaseta demokratîk amade ye, birêz Ocalan jî amade ye. Dora ew kesên ku vê bangê dikin û piştgiriyê didinê ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyaniyê da. 

Ayşegul Dogan, behsa êrîşa li dijî TUSAŞ’ê kir û bal kişand ser daxuyaniya MYK’a DEM Partiyê. Ayşegul Dogan têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha axivî: “Em bang li hemû aliyan dikin ku zêdetir li ser guftûgo û rêyên çareseriya aştiyane bisekinin.” 
 
‘BIRÊZ OCALAN ÎRADEYA MILYONAN E’
 
Ayşegul Dogan wiha berdewam kir: 

“Di serdemeke ku li ser çareseriyê tê axaftin û bingeha guftûgoyê ava bûyî de berpirsyartî dikeve ser milê hemû derdorên Tirkiyeyê. Em, geşedanên heyî bi baldariyeke zêde bi we re parve dikin û ji bilî vê tu daxuyanî û şîrove DEM Partiyê eleqedar nakin. Bi sala ye ji ber van rêbazan windahiyên mezin ên canî û aborî tên jiyîn. Em dikarin pêşî li vê rewşê bigirin. Vekirina rêyeke nû pêkan e. 
 
Weke DEM Partiyê em careke din bang dikin; werin em bi hev re vê rêya nû vekin. Bi sala ye pirsgirêka Kurd tune hate hesibandin, hate înkarkirin û weke pirsgirêkeke ewlehiyê hate nirxandin. Hewl dan bi taktîk û planên têkbirinê çareser bikin. Lê pirsgirêka Kurd weke pirsgirêkeke mirovahiyê li pêşberî me disekine. Di rojên dawî de bû yek ji rojevên herî girîng a Tirkiyeyê. Bi roja ye tê nîqaşkirin û piştî 1’ê Cotmehê dîsa ev pirs tê kirin; çima Ocalan? Weke DEM Partiyê em careke din bersivê bidin; ji ber ku em qala kesekê emrê xwe ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd derbas kirî dikin. 25 sal in di girtîgeha giravê de tê ragirtin. 44 meh in di tecrîdeke giran de ye û tu agahî jê nayên girtin. Bi milyonan kes dibêjin; ‘îradeya min e.’ Em qala rêberekî wiha dikin. 
 
Her wiha ev piştgirî ne tenê bi Tirkiye û Kurdan re bisînor e. Em qala piştgiriyeke sînor derbas kirin dikin. Em qala aktorekê ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatab ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya Rojhilata Navîn dê gelek sûdewer be dikin. Ji ber tecrîdê û astengkirina hevdîtinan, ev pirsgirêk roj bi roj girantir dibin. Ji bo van pirsgirêkan xwedî fikr û projeyên baş e. Di demên berê de Tirkiye bi xwe jî bû şahidê vê rastiyê. 
 
‘ROLA BIRÊZ OCALAN JIYANÎ YE’

Birêz Ocalan, ji salên 90’î heta niha li ber aştiyeke mayinde û rasteqîn digere. Lewma jî rola ku ew ê di çareseriya demokratîk a meseleya Kurd de bilîze, înîsiyatîf û berpirsyartiya ku dê li xwe bigire jiyanî ye. Me ne piştî 1’ê Cotmehê, em ji destpêkê heta niha her tim wisa dibêjin. Ji bo vê jî me bedel da.” 
 
‘MA DEWLET AMADE YE?’

Dogan, bal kişand ser agahiyên parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parve kirî û wiha domand: “Peyameke ji 3 rêzik û 3 hevokan pêk tê ye lê di hundirê xwe de gelek peyaman dihewîne. Ya yekemîn; ew bi xwe dibêje ku tecrîd hêj didome. Ya duyemîn; dibêje ku heke şert û merc bên avakirin, ew xwedî wê hêza teorîk û pratîk e ku pêvajoya pevçûn û tundiyê veguhêze ser zemîneke hiqûqî û siyasî. Îmrali Amed ye, birêz Ocalan amade ye. Lê gelo dewlet amade ye? Siyaseta demokratîk amade ye, birêz Ocalan amade ye, gelo dewlet jî amade ye ku mercên tecrîdê ji holê rake û bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û bingeha hiqûq û siyasî ava bike? Êdî dor dora kesên ev bang kirin û piştgirî dayin vê bangawaziyê ye. Êdî gotin carekê hate kirin, dem dema pratîkê ye. Gotineke ku êdî nema dikare were taloqkirin hate kirin. Gotinên girîng û krîtîk in. Lê divê berpirsyartiyên wê yên dîrokî jî bên cibîkirin. 
 
Divê micid nêzî çareseriya meseleya Kurd bibin. Divê ji pêvajoyên berê ders bên girtin. Birêz Ocalan şert û mercên giran ên tecrîdê dibîne û dijî ku qala tecrîdê dike. Her wiha derheqê rewşa wî ya tenduristiyê de çendek gotinên spekûlatîf tên kirin. Weke berpirsyartiyeke dîrokî em bi raya giştî re bi eşkereyî dibêjin; rewşa tenduristiyê ya birêz Ocalan baş e. Ev spekûlasyonên tên kirin bi zanebûn tên kirin. Her wiha silav li her kesên pirsa wî dikin, di meseleya Kurd de li benda gavavêtinê ne, yên daxwaza aştî û demokrasiyê dikin û ji bo vê berpirsyartiyêl i xwe digirin kir. 
 
Di daxuyaniya xwe ya berê de jî me gotibû ku; heke daxwazeke we ya ji bo avakirina aştiya birûmet û adilane hebe; heke daxwazeke we ya ji bo vekirina rêyeke demokratîk a muzakere û guftûgoyê esas digire hebe; em dizanin ku ev şer zehmettir e. Lewma em pir bi baldarî nêzî van daxuyaniyan dibin. Em careke dibêjin; partiya me amade ye ku bi rêya têkoşînê û di çarçoveya çareseriya demokratîk de rol bilîze û înîsiyatîfê li xwe bigire. Ev mijar ji bo me pir zelal e. 

Em careke din vegerin meseleya aktoran… Me muxatabtiya birêz Ocalan bi we re parve kir. Em dizanin ev yek bê zanîn; ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd, ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û aştiyeke mayinde, tu aktorên di nava DEM Partiyê û li derveyî rû bi rû bimîne tune ye. Bila kesek ji bo vê keyfxweş nebe. Tevahiya aktorên di siyaseta Kurd de; di pêvajoya çareseriyeke demokratîk a bi muxatabiya birêz Ocalan de amade ne ku li ser bingeha hiqûqî û siyasî bi berpirsyarî tevbigerin. Amade ne berpirsyartiya xwe nîşan bidin. 
 
‘DI SIYASETA KURDAN DE AKTORÊN BÊN BERAMBERÎ HEV TUNE NE’
 
Bila kesek nekeve nava bizavên ku weke di nava siyaseta Kurd de dijberî hebe û aktorên cuda hebin. Bila qet keyfa xwe bi vê neyînin. Ji ber ku ji berê heta niha ev hewldan tevek vala derketin. Lewma jî hewcehî bi xerckirina enerjiya ji bo vê hewldanê nîne. Ez careke din dubare dikim; weke DEM Partiyê em dibêjin ku birêz Ocalan amade ye. Peyama xwe daye. Siyaseta demokratîk amade ye. Wê demê dem dema kesên ev bangawazî kirin û yên xwedî lê derketine. Di demeke ku li Rojhilata Navîn şer mezin dibe de, ji bo pirsgirêka Kurd ji bilî guftûgo û muzakereyên demokratîk tu vebijêrkên din tune ne.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê 2 baregehên dagirkeran hedef girt
Nûçeya Pişt re Li Mexmûrê êrîşên dagirkeriyê bi girseyî hatin şermezarkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karayilan: Hevalê Fûat projektoreke îdeolojîk bû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku şehîd Alî Haydar Kaytan projektora…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gorî îstîxbarata DYE’yê gefa herî mezin Çîn e

Li gorî rapora îstîxbarata Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Çîn li ser berjewendiyên DYE'yê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya jinan hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê dewam

Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê panelek lidar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hunermend Serhedo hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 55’an de ye: Gundiyên Tatanê nobetê dewr girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji ber abonetiyê derbarê du rojnamevan de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?