Li dijî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Rihayê û tecrîda li Îmraliyê, li Bakurê Kurdistanê çalakî didomin.
Yekîneyên YCWK’ê yên li Wan û Êlihê, di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê bibin yek, bi Rêber Apo re azad bibin” de çalakiyên xwe domand.
Yekîneyên YCWK’ê li gelek nuqteyên Wan û Êlihê di tevahiya şevê de li hemberî polîsan şer kirin.
YCWK’ê got, “Yekîneyên me yên ku gelek çalakî lidar xistin, li her qadê pêşengiyê ji gelê Kurd ê welatparêz re dike. Em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li hemû qadan xwedî li nirxên xwe yên têkoşînê derbikevin.”
Di dawiya daxuyaniyê de, peyama ‘şerê gel ê şoreşgerî’ hate dayîn.