În, 4 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG: Êrîşa li ser LeManê provaya komkujiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka DEM Partiyê: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merz bang li YE’yê kir ku ‘bi lez’ li gel DYE’yê peymaneke bazirganiyê îmze bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex, Stenbol û Antalyayê şewata daristanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bi rojeva ‘pêvajoyê’ li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şîna gerîlayê HPG’ê seredaneke girseyî pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsilê cotkarekî Kurd ji aliyê çeteyan ve hate revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê Zîlan bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Rêber Apo hîn jî nikare bi rengekî çalak tevlî pêvajoyê bibe, gaveke xweşbîn nehatiye avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Besê Hozat: Dewleta Tirk dixwaze li ser Rêbertiya me bazariyê bike
Kurdistan

Besê Hozat: Dewleta Tirk dixwaze li ser Rêbertiya me bazariyê bike

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku dewleta Tirk ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tawîzan dixwaze û got: “Em vê nemerdiyê red dikin. Bi tu awayî Rêbertiya me nabe mijara bazariyê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike mijara bazariyê û got: “Em nêzîkatî û polîtîkayên wiha kirêt û qirêj dibînin. Em nêzîkatiyên wiha bi tundî red dikin û lanet dikin. Bi tu awayî Rêbertiya me nabe mijara bazariyê. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Pîvana demokratbûnê derketina li dijî tecrîda Îmraliyê ye.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat têkildarî tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê, bersiva pirsên Medya Haber TV’ê da.

Nirxandinên girîng ên Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, wiha ye:

“26 sal in Rêbertiya me di bin pergala qirkirinê de, berxwedaneke mezin raber dike. Li dora vê berxwedanê jî berxwedanekî pir bi heybet a gel, gerîla û zindanê heye. 26 sal in Rêbertiya me di destê dewleta Tirk de dîlgirtî ye. Polîtîkayeke dîlgirtinê dimeşîne. Di van rojên dawî de hin agahî gihiştine me. Em girîng dibînin ku vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Niha li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewle hatine, hin kesên nêzî Erdogan dibêjin, ‘Eger ji bo me vê yekê bikin, em ê bihêlin ku birayê Ocalan û piştre jî parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin, lê belê ji bo em bihêlin hevdîtin çêbibe divê destpêkê vê yekê bikin. Yanî vê tawîzê, wê tawîzê bidin.’ Bi vî rengî agahiyên cur be cur tên. Çavkaniya ku ev agahî jê tên, helbest saxlem e. Em kesên ku agahiyan bi vî rengî diragihînin jî dizanin. Ji nêz ve nas dikin. Bi salan polîtîka bi Erdogan re meşandin. Helbet em vê pir girîng dibînin, yanî vê rewşê. Em dixwazin raya giştî jî bizane.

Bi rastî jî polîtîkayeke pir nemerdane li ser Rêbertiya me tê meşandin. Rêbertiya me ji bo xwe digot, ez rehîneyekî di destê dewleta Tirk de me. Rewşa xwe weke rehîne pênase dikir. Nêzîkatiyên bi vî rengî bi salane hene, me her tim digot. Me digot, li ser li ser rewşa Rêbertiya me, polîtîkayeke wiha ya şantajê, polîtîkayeke bazarê, bazariya nû tê kirin. Yanî mînakeke ku niha van hemûyan destnîşan dike jî, ev mînak e. Yanî rewşa Rêbertiya me dikin mijara bazarê. Polîtîkayekî wiha nemerdane, bi rastî jî ti sînorên wiha exlaqî û hiqûqî nas nake. Helbet em nêzîkatiyên bi vî rengî, polîtîkaya wiha pir qirêj dibînin û bi tundî red dikin. Em lanet dikin, ez vê bi eşkere diyar bikim. Bi ti rengî nabe ku Rêbertiya me bibe mijara bazarê. Ev qet nayê qebûlkirin. Hiqûqa Tirkiyeyê jî di qanûnên xwe de diyar kiriye ku mafê herî xwezayî, rewa û qanûnî ye ku Rêbertiya me bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev di hiqûqa navneteweyî de jî hatiye nivîsîn. Tirkiyeyê jî ev peyman û hiqûqa navneteweyî îmze kiriye. Niha mafê herî xwezayî, rewa û qanûnî yê Rêbertiya me tînin û dikin mijara bazarê, ‘eger hûn vê yekê yan jî wê yekê bikin, em ê bihêlin bi birayê xwe re hevdîtinê’. Yanî tiştekî qasî vê nemerdane tune ye.

Ev mafên Rêbertiya me, mafên wî yên hiqûqî, mirovî, xwezayî, rewa û qanûnê nabe ku bibe mijara bazarê. Ev tê wateya hedê xwe nezanînê. Yanî em vê bi eşkere diyar bikin. Niha helbet ev girîng e. Ez dixwazim vê yekê ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve bi taybetî diyar bikim. Niha li Tirkiyeyê gelek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar hene ku qaşo dewleta hiqûqê diparêzin, ji bo hiqûqê têkoşînê dimeşînin, xwe kemalîst, çep yan jî sosyalîst pênase dikin, nirxên komarê diparêzin û evane xwe weke rewşenbîr pênase dikin. Hiqûq, edalet û demokrasiyê jî weke mafekî mirovan ê esas, ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve weke mafekî esas dinirxînin. Vêca gelo wê ji vê re çi bêjin? Niha li Îmraliyê hiqûqa Tirkiyeyê û ya navneteweyî hatiye binpêkirin. 26 sal in li Îmraliyê sîstemeke tecrîd û êşkenceyê heye. 4 salên dawî jî sîstemeke tecrîd û îzolasyonê ya mutlaq heye. Niha ev pêkanîn belavî hemû Tirkiyeyê bûye. Niha li hemû girtîgehan sîstemeke tecrîd û êşkenceyê heye. Yên cezayê wan qediyane, nayên berdan. Mirovên nexweş, yên bi nexweşiya giran li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Mirovên di temenê 70, 80 û 85 saliyê de tên girtin. Pitikên biçûk li girtîgehan mezin dibin. Ev bêhiqûqiya ku li Îmraliyê hatî pêşxistin, niha li hemû Tirkiyeyê hatiye belavkirin. Ev bi dijwarî li ser siyasetmedarên Kurd û şoreşgeran tê pêkanîn. Niha nivîskar û rewşenbîrên ku xwe weke çep, demokrat, parêzvanên hiqûqê û edaletê didin naskirin, ji vê re çi dibêjin, wê çi bêjin? Yanî çi dibêjin? Eger tiştekî nebêjin wê demê çi eleqeya wan bi rewşenbîr û nivîskariyê re heye? Ti eleqe nîne. Niha ji bo kesên ku dengê li xwe li ber bêhiqûqiya li Îmraliyê, van bazariyên qirêj, vê siyaseta qirêj a li ser Rêbertiya me, dengê xwe nakin mirov nikare bêje rewşenbîr. Mirov nikare jê bêje siyasetmedarên gel yan jî muxalefet. Nabe ku jê re parêzvanên demokrasî, edalet û mirovahiyê jê re were gotin. Îmralî kaxeza tûrnûsolê ye, pîvan e. Di nêzîkatiya li hemberî van polîtîka, bêedaletî û bêhiqûqiya li ser Rêbertiya me tê meşandin de, derdikeve holê ku mirovek çiqasê rewşenbîr û çepgir e. Yanî pîvan ev e.

Pîvana parêzvantiya hiqûq, edalet û demokrasiyê li Îmraliyê ye. Pîvan, nêzîkatiya li dijî sîstema tecrîd û êşkenceya li hemberî Rêber Apo ye. Helbet vê jî nîşan dide ku ev pêngava azadiyê çiqasê girîng û pêwîst e. Evane hemû jî di rastiyê de encameke pêngavê ne. Rejima faşîşt li hemberî vê têkoşînê zehmetê dijî. Ew qasê tengav bûye ku hevsengiya xwe winda kiriye. Yanî nizane ka wê çi bike. Parêzer bi taybetî xebateke pir girîng dimeşînin, têdikoşin. Niha rewşa Rêbertî û sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê, ketiye rojeva Neteweyên Yekbûyî jî. Ketiye rojeva Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa jî. DMME jî wê di meha Îlonê de bicive û vê rewşê binirxîne. DMME’yê bi salan gotibû ku rewşa li Îmraliyê êşkence û binpêkirina mafên mirovan e. Tevî ku vê yekê dizane bi salane ev sazî DMME, CPT û Konseya Ewropayê temaşe dikin. Yanî li van bêhiqûqî, komkujî û polîtîkayên qirkirinê temaşe dikin. Tenê bi temaşekirinê bes nabînin. Hevkarê wê jî ne. Niha ev têkoşîna ku tê dayîn, bû sedem ku ev sazî jî vê rewşê bikin rojev. Divê mirov pey vê nehêle. Ev xebat û têkoşîneke pir girîng e. Divê mirov heta dawiyê vê têkoşînê bibe. Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de, bi rastî jî nirxên mirovên tên qetilkirin. Li dijî nirxên mirovahiyê êrîş hene. Li dijî azadî, demokrasî, edalet, hiqûq û hemû nirxên mirovahiyê êrîş hene. Ji wî alî ve, yanî bi ti rengî divê dest ji vê neberde. Em heta dawiyê têbikoşin, yanî teqez em ê encamekî bi dest bixin.

Dîsa têkoşîna civakî jî hestiyariyeke diyar afirand, xwedî lê derketin afirand. Divê mirov vê yekê jî bê navber bidomîne. Em her tim dibêjin rewşa Rêber Apo û pirsgirêka Kurd ketiye navhev, yanî mirov nikare ji hev cuda binixîne. Rêber Apo, rêberê gelê Kurd e. Muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Bi vî rengî nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd e. Nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd e. Têkildarî vê yekê her cure pêşketina erênî, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî pêşketin e. Qedera çareseriya pirsgirêka Kurd û qedera Rêber Apo, bi hev ve hatine girêdan. Ji wî alî ve divê em li her derê têkoşînê bimeşînin. Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê li her derê bibe navenda têkoşînê. Li dijî van polîtîkayên qirkirinê ku Îmralî navenda vê yekê ye, divê em li her derê bi rengekî herî xurt têkoşînê bimeşînin. Eger em vê yekê bi rengekî xurt û bê navber bidomînin, teqez em ê encamekî wergirin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobeta li dijî desteserkirin: Têkoşîna me dê bi serkeftinê bi encam bibe
Nûçeya Pişt re CPT: Di mehekê de 9 gund hatin valekirin û 184 malbat jî hatin koçberkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk vê carê dest bi diziya hinaran kir

Dewleta Tirk a dagirker, li Efrînê vê carê jî diziya hinaran kr. Li hin gundan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Edeneyê 2 kes hatin binçavkirin

Li Edeneyê 2 kes bi îdîaya posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pirê daliqandine,…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîlîtaneke fedaî: Bêrîtan Nûrhaq Çiya

Beriya ku biçe ev yek nivîsandibûn: ‘’Em ê hemû zehmetiyên xaka Bakur bi eşq û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji bo şîna gerîlayê HPG’ê seredaneke girseyî pêk hat

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mûsilê cotkarekî Kurd ji aliyê çeteyan ve hate revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên YJA Starê Zîlan bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?