În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Besê Hozat: Em dîrokeke nû dinivîsînin
Kurdistan

Besê Hozat: Em dîrokeke nû dinivîsînin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat li Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê axivî û got, "Em dîrokeke nû dinivîsînin. Bêguman PKK'ê rola xwe lîst. Em ê pêvajoya nû li ser vê mîrateya mezin ava bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got, “Dîrok wê li şûna xwe bê rûniştandin û em ê bibin pêşengê vê yekê” û anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Tevgera Azadiyê mezin û xurt kir.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat li Kongreya Awarte ya 12’emîn a PKK’ê axivî, destpêkê Rêber Apo bi hezkirin, hurmet û hesreteke mezin silav kir. Ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anî.

Axaftina Besê Hozat a li kongreya 12’emîn a PKK’ê bi vî rengî ye:

“Beriya her tiştî ez Rêber Apo bi hezkirin, hurmetek û hesreteke mezin silav dikim. Hevalên Fûat û Riza bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînim. Hemû şehîdên şoreşê di şexsê herdu hevalan de bi hurmet û minet bi bîr tînim. Her wiha salvegera darvekirina Denîzan e, Denîzan jî bi hurmet û minet bi bîr tînim.

Bi rastî jî ev kongreyeke gelekî girîng e. Piştî 52 salan lidarxistina kongreyeke bi vî rengî ji her alî ve, hem ji aliyê hestewarî bêguman bandorê li mirovan dike, lê belê em vê kongreyê ji ber çi dikin, çima em hatin vê astê, dema ku mirov bi kûrahî vê fêhm bike, weke ku Rêbertî jî got, ev yek bi rastî jî bidawîbûnek nîne, destpêkeke nû ye. Pêvajoyeke guhertin, veguhertin û jinûve avabûnê ye. Dema ku mirov bi kûrahî li dîrokê dinihêrin, li dîroka xwe ya têkoşînê û dema hewl dide perspektîfên Rêbertî yên li ser vê pêvajoyê bi kûrahî fêhm bike, mirov bi hêsanî dikarin vê encamê werbigirin. Lewma em dikarin xwe ji wê atmosfera hestewarî rizgar bikin. Ji aliyê xwe ve min ev yek jiya, dixwazim vê yekê bibêjim. Bêguman perspektîfên Rêbertî gelekî balkêş in, Rêbertî rapora polîtîk pêşkêşî her kongreyê kir. Di gelek kongreyên em tevlîbûn de ew raporên polîtîk hatin xwendin, li ser wê perspektîfê nîqaşên kongreyê hatin kirin û bi encam bûn. Di encama têkoşîneke bêhempa de ku tecrîd hate şikandin, bi tevlîbûna Rêbertî re em kongreyeke bi vî rengî pêk tînin. Me rapora polîtîk a Rêbertî weke şensekî mezin xwend. Bêguman afirandina vî zemînî di encama têkoşîneke mezin de pêk hat. Yanî destpêkirina vê kongreyê li ser rapora polîtîk a Rêbertî, encama têkoşîneke gelekî mezin bû. Û navenda vê têkoşînê teqez Îmrali bû. Li Îmraliyê 26 sal in têkoşîneke bêhempa heye. Weke tevger jî ji sala 1999’an û pê ve, bêguman beriya wê jî heye, lê dixwazim bi taybetî piştî komployê binirxînim, weke tevger em li dora xeta Rêbertî têkoşînekê bimeşînin. Em li ber xwe didin, berxwedêrî û baweriya xwe ji wir werdigirin. Eger parêznameyên ji 5 pirtûkan ên Rêbertî nebûna, ji kongreya 7’an û pê ve bi rê û rêbazekê eger tevlî pêvajoyê nebûya, tevlîbûn û destwerdana wî nebûya bi rastî jî 26 salan me yê karîbûya têkoşîneke ewqasî mezin bimeşanda, karîbûna li ser piyan biman, bi têkoşîneke bi heybet karîbûna xwe bigihanda vê serdemê? Dema ku li bersiva vê pirsê digerim, bi dîtina min bêyî Rêbertî temenê me ewqasî dirêj nebûya. Rêbertî bi tevgerê re pêngav da avêtin. Rêbertî her ku xwe afirand, xwe jinûve ava kir vejîn bi tevgerê da kirin, tevger nû kir, ji nû ve ava kir, guhert. Kir ku biguhere, mezin kir, xurt kir. Niha weke endameke rêveberiya vê tevgerê, eger weke rêveberiya vê tevgerê ya pratîkî xwe neguherîne, neafirîne, azad neke, wê çawa karibe di vê tevgerê de guhertinê bike? Di nava gel, sempartîzan û girseyê de wê çawa mezinbûnê biafirîne? Wê çawa guherîn û veguherînê pêk bîne? Nikare biafirîne. Rêbaza Rêbertî di vê mijarê de gelekî balkêş e. Rêbertî dibêje min kurteberiya 10 salan ava kir, di nava 10 salan de min 10 hezar carî xwe afirand. Bi vê afirandinê ez vê guhertinê dikim. Wêrekiyê ji vê guherînê re dikim. Û rapora niha ya polîtîk li ser wê veguherînê dike. Dema ku dibêje, ez dest ji têkoşîna çekdarî berdidim jî xwe dispêre wê guherînê. Ev gelekî girîng in. Em careke din pêvajoyeke guherîn û veguherînê nîqaş dikin.

Hevala Sozdar jî nirxandineke girîng kir. Di hemû raporên polîtîk ên Rêbertî de, bi taybetî di rapora polîtîk a niha de bi wî rengî ye. Derdora 21 rûpelî ye, hema bibêje nîvê wê li ser dîrokê ye. Dîrok jî li ser pirsgirêka jin û mêr, li dora jinê nirxandineke dîrokî heye. Guherîna mejî li ser wê dide rûniştandin, guherîna çandî li ser wê dide rûniştandin. Guherîn û veguherîna civakî li ser wê dide rûniştandin. Feraseta demokratîk, komunal sosyalîst li ser wê dide rûniştandin. Ev yek bi tena serê xwe nîqaşeke hîn berfireh ferz dike. Em dîrokeke nû dinivîsînin. Dîrok wê li ser lingê xwe bê rûniştandin. Em ê bibin pêşengên vê. Dîroka azadiyê ya gelan wê bê nivîsandin. Rêbertî hemû rastiyan radixe pêş çavan û dîroka azadiyê ya gelan hemûyan bi hemû rastiyê li ser lingên wê dide rûniştandin. PKK bêguman rola xwe lîst. PKK’ê mohra xwe li dîrokê xist. Nirxên gelekî mezin afirand, wate afirand. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ne tenê ji bo jinan ji bo tevahiya mirovahiyê û gelan nirxên gelekî mezin, wateyên gelekî mezin afirand û ev yek bû malê dîrokê. Lewma mîrateyeke gelekî mezin li pey xwe hişt. Em ê pêvajoya nû jî li ser vê mîrateya mezin ava bikin. Bi hêza jê wergirtî, bi baweriya jê wergirtî, bi wê bawerî û biryardariyê em ê vê pêvajoyê bi pêş ve bibin. Em ê bibin milîtan û pêşengên vê pêvajoya nû. Ev yek rûmeteke mezin e. Kelecaneke mezin dide mirovan. Ez jî bi kurtasî van dibêjim û hemû hevalan silav dikim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di 47 salan de 12 kongre: Siyaseta înkarê hate tasfiyekirin, dora avakirina civaka demokratîk e
Nûçeya Pişt re Karayilan: Divê dewleta Tirk tavilê guhertinên qanûnî bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên din jî çareser nabin!

Li Amedê danezana “Divê em ji nû ve çareseriyê biaxivin” hate eşkerekirin û peyama “Heta…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşa dewleta Tirk daketin qadan

Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst yên li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rewşenbîrên Rojava dijî îxanetê bang kirin

Mezher Şêxo û Civîn Hebîb anîn ziman ku PDK ji dîroka xwe heta roja îro…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hawagê meş û çandina şitlan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?