Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd di bin banê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de hatibû avakirin, piştî xebatên xwe rapora amadekirî di komîsyonê de deng da. Ji endamên komîsyonê 47 parlamenteran dengê “erê” dan raporê, endamên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) û Partiya Kedê (EMEP) dengê “na” bi kar anîn û parlamenterekî CHPê jî “bêalî” ma. Tevî ku di raporê de li ser lihevkirina aliyan hat ragihandin, nirxandin û rexneyên cuda jî derketin pêş.
Meral Daniş Beştaş a ku wekî endama DEM Partiyê di komîsyonê de cih digire, di nirxandina xwe de destnîşan kir ku hîna salnameyeke şênber a li ser hatibe lihevkirin nîn e, lê divê pêvajo zêdetir neyê dirêjkirin. Beştaş diyar kir ku divê pêşî zagona çarçove û sererastkirinên zagonên ceza bên destgirtin û pêngavên demokratîkbûnê bi sererastkirinên derbarê pirsgirêka Kurd re bi awayekî paralel bimeşin.
Beştaş bal kişand ser giringiya xistina bin mîsogeriya zagonî ya prensîba hemwelatiya wekhev û azad û bi taybetî destnîşan kir ku divê darizandina bêyî girtin esas be. Beştaş anî ziman ku wan jî şerh daniye ser raporê û got ku rexne bi qîmet in. Beştaş da zanîn ku ji bo mijara zimanê dayikê di raporê de cih bigire muzakereyên gelekî dijwar hatine kirin û hin partiyan li dijî vê yekê berxwedaneke mezin nîşan dane. Beştaş got: “Bi hewildan û israra me, wekî mafên jidayikbûnê yên nayên dewrkirin û jê nayên berdan di raporê de cih girt.”
Derbarê raporê de rexneyên giran hene ku tiştekî şênber li ser pirsgirêka Kurd nahewîne. Jixwe du partiyan dengê na dan û dengê bêalî jî heye. Şerhên we jî hene. Tê rexne kirin ku navê pirsgirêka Kurd tê de derbas nabe û rapor zêdetir bi çarçoveyeke ewlehiyê hatiye xêzkirin. Hûn hem van rexneyan hem jî rapora derketî holê çawa dinirxînin?
Beriya her tiştî, normal e ku rexne li ser vê raporê hebin. Çarçoveya ku em jî rexne dikin ev e. Ev rapor ne bi wî rengê ku diviyabû derket. Pêşniyarên me jixwe berê di rapora me de wekî 99 rûpel bi awayekî berfireh cih girtibûn. Ji pênaseya pirsgirêka Kurd, paşxaneya wê ya dîrokî, pêşniyarên çareseriyê; ji rûbirûbûnê heta heqîqetê, ji kiryarên nediyar heta mijara êşkenceyê û polîtîkayên bêcezahiştinê, ji perwerdehiya bi zimanê dayikê heta mafên çandî û statuya ziman, pêşniyarên me yên pir berfireh hene. Rapora me ya bingehîn ew e.
Em van rexneyên ku we rêz kirine bêqîmet nabînin. Ji ber ku me jî şerh nivîsî. Me jî nêrînên cuda anîn ziman. Çarçoveya rast ev e; di vê raporê de ne paşxaneya dîrokî ya pirsgirêka Kurd, ne sedemên bingehîn û ne jî îtiraz û serhildanên ku di vê paşxaneya dîrokî de derketine holê hatine nirxandin. Yanî zêdetir giştî, zêdetir razber e û mixabin ew ezberên sedsalî û nêzîkatiyên ewlehîparêz wekî ziman hatine bikaranîn. Me di îtirazên xwe de jixwe ev anîn ziman. Me got ku em vê yekê nayê qebûlkirin dibînin. Di vê mijarê de di navbera me û kesên nirxandinê dikin de nakokî nîn e. Mesela, pirsgirêka Kurd wekî mijara terorê nayê binavkirin. Em gotina “Tirkiyeya bêteror” ji koka wê ve red dikin. Em vê pêvajoyê di çarçoveya banga 27ê Sibatê de û wekî pêvajoya civaka demokratîk û aştiyê ya ku hewcedariya Tirkiyeyê pê heye pênase dikin. Di dema ku navê komîsyonê dihat danîn de nîqaşên pir xurt hatin kirin û di encamê de têgeha “teror” di navê wê de derbas nabe. Wekî “Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” derbas bû.
Lê li vir hinek, hin partî û bi taybetî partiya desthilatdar û bi rastî gelek partî mixabin ji wê dera ku em lê ne li mijarê nanêrin. Di navbera me de cudahiyên mezin hene. Ya herî girîng jî, em di serdemeke wisa de re derbas bûn ku înkarek mezin li ser pirsgirêka Kurd hebû û hîna jî ev înkar berdewam dike; xuya ye me ev yek li paş xwe nehiştiye. Yanî vê raporê di rastiyê de ev yek jî derxist holê.
Mesela ji bo nivîsandina mijara zimanê dayikê muzakereyeke pir cidî hat kirin. Lê hin partiyan berxwedaneke mezin nîşan da ku ev di tekstê de cih negire. Bi hewl û israra me, wekî mafên jidayikbûnê yên nayên dewrkirin û dev jê nayên berdan derbas bû. Niha em dikarin wekî DEM Partiyê yan jî endamên komîsyonê zimanê dayikê nebînin? Yan jî îmzekirina vê raporê nayê wê wateyê ku em ê di pêşerojê de dev ji têkoşîna wê berdin.
Ji bo ku pirsgirêka Kurd ne mijara terorê ye, berdêla ku me nedaye nema. Ji mirinê heta êşkenceyê, ji êrîşan heta her cure mijarê em rûbirû man. Ji ber vê yekê em pêşniyar dikin ku bi vî rengî li raporê bê nêrîn: Ev rexne pir bi qîmet in. Bê guman divê bê rexnekirin, divê bê nirxandin. Lê îmzeya me tê vê wateyê: Di gel ku di navbera me û partiyên din de cudahiyên mezin hene, em ji bo çareserî, aştî û demokratîkbûna vê mijarê rola bingehîn digirin ser xwe. Em li wir avaker in. Em xwediyê vê karî ne.
Bi taybetî daxuyaniyên endamê komîsyonê yê MHP’ê Fethî Yildiz ev çend roj in tên nîqaşkirin. Tê gotin ku danîna çekan wekî pêşmercek hatiye ziman. Dê zagonên serbixwe derkevin lê sererastkirinên bingehîn dê ji bo pêşerojê bimînin. Çima ev her du pêvajo bi hev re nameşin? Çima di qonaxa yekem de tenê zagonên serbixwe û demkî tên fikirîn? Gava hiqûqî ya mayînde dê çi be û divê çi be?
Di vê mijarê de jixwe PKK’ê kongreya xwe kir û ragihand ku xwe fesh kiriye. Di 11’ê Tîrmehê de bi merasîmeke ku em jî çûnê, çek hatin şewitandin. Di vê mijarê de vîn li derveyî nîqaşê ye. Ev jixwe tiştekî li derveyî me ye. Paşê dîsa diyar kirin ku hêzên wan derketine derveyî sînorên Tirkiyeyê. Li vir erk li ku ma? Li Tirkiyeyê ma ku gavan biavêje. Niha em nêzîkatiyeke ku tespît û piştrastkirina vê yekê wekî hincet nîşan dide û pêvajoyê paş ve dixe, qebûl nakin. Hevalê me di komîsyona nivîsandinê de jî ev yek bi awayekî pir xurt anî ziman. Di raporê de jî bi rastî îfadeyek derbas dibe ku divê ev pêvajo bi hev re bimeşin. Ev têgehek e ku em pir giringiyê didinê. Lê daxuyaniyên cuda ji endamên komîsyonê tên. Ev jî mijarek e ku dê di pêvajoya muzakereyê ya berdewam de car bi car bê axaftin. Lê nêrîna me pir zelal e.
Em di xaleke wisa de ne ku çek hatine berdan, hatine şewitandin, derketine derveyî sînorên Tirkiyeyê û rêveberan di vê mijarê de daxuyani berbelav kirine; Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de deklerasyoneke pir zelal derxist holê û bi daxuyaniyên piştî wê got ku êdî divê ev yek bikeve jiyanê. Divê ew zagona çarçove bikeve meriyetê û hêzên çekdar werin Tirkiyeyê. Ji bo vê jî divê em zagon derxin. Hewcedarî bi qanûnekê heye. Mesela ji aliyê hiqûqî ve yek ji encamên herî girîng ev e. Di çarçoveya vê entegrasyona demokratîk de ev ne teslîmiyet e; ne ew e ku yekî wan fesh bike. Encameke ku bi fesihkirina wan a bixwe derketiye holê ye. Heke hûn balê bikişînin, îfadeya “rêxistin xwe tasfiye dike” tê bikaranîn. Kesekî din nake; ew bixwe vê biryarê digirin. Dibe ku ev têgeh di navbera rêzan de winda bibin; loma ez bin xêz dikim. Gava ev pêk hat, dê bi hezaran mirov di jiyana civakî û siyasî de berdewam bikin. Nêzîkatiyek ku dibêje “armanca me pêk hat” nîn e; dibêjin “amraza me diguhere, êdî em ê bi kanalên siyasî têkoşînê bimeşînin.” Birêz Ocalan jî herî dawî, di roja civîna komîsyonê de daxuyaniyeke wiha da. Ji bo vê yekê, em ê bixebitin ku mijar di zûtirîn demê de were komîsyonên Meclisê û Civata Giştî. Jixwe em qet nesekinîn. Hewcedarî bi xebateke bênavber heye.
Aliyê herî girîng ê vê raporê ev e: Neh partiyên siyasî, partiyên ku ji cihên pir cuda li siyaset û mijara welat dinêrin, di raporeke hevpar de li ser zemînekê gihîştin hev. Ev pir girîng e. 47 deng ne dengekî asayî ye. Kesên ku behsa mirinê, cudakariyê, tunekirinê û darvekirinê dikirin, îro îmze avêtin bin sernavê aştî û demokratîkbûnê. Divê em ji vir bigirin û mezin bikin. Ev di heman demê de raporeke berpirsiyariyê ye. Em bi gotina “erê” rola xwe ya partiya damezrîner a bingehîn berdewam dikin. Ji bo ku naveroka wê baştir bibe û zagonên demokratîktir derkevin, karê me nû dest pê dike. Ev ne dawî ye. Mirov dixwazin bibînin. Dixwazin têkilî deynin. Dixwaze biçe walîtiyê û bi zimanê xwe biaxive. Dixwaze daxwaznameyê bide. Cudakirina zarokê xwe ya ji ber zimanê dayikê qebûl nake. Heke girtiyekî wî yê nexweş hebe, li benda azadiya wî ye. Li benda sepandina tavilê ya Mafê Hêviyê ye. Dixwaze li televîzyonan wî aktorê siyasî yê ku jê re dibêje “rêberê min” bibîne. Dixwaze nêrînên wî ji devê wî bixwe bibihîze.
Gelo heta ku parlamento were girtin, dê ev kar qet nebe ji aliyê salnameyê ve pêk werin? Di navberê de cejnek heye lê gelo salnameyek bi vî rengî heye?
Niha salnameyeke şênber, ku li ser hatibe lihevkirin û hevpar hatibe kirin, hîna pêknehatiye. Ji ber ku meha dawî û nîv, komîsyona nivîsandinê li ser naveroka raporê xebitî. Me jî di pêvajoya muzakereyê de ev sernav bi awayekî berfireh nîqaş kirin. Ka kîjan têgeh were bikaranîn, kîjan bîhnok yan jî kîjan xal were danîn jî hat axaftin. Ev ji bo gihîştina hevpar pir girîng bû.
Lê em difikirin ku divê ev pêvajo zêdetir neyê dirêjkirin. Divê em bi leza herî mezin bigihîjin encamê. Heke hûn balê bikişînin, rayedarên desthilatê jî ji partiyên cuda daxuyaniyên dişibin hev didin. Ji ber ku Tirkiye, di zemîna navneteweyî de jî heta ku pirsgirêka Kurd çareser neke; heta hemwelatiya wekhev û azad neyê qebûlkirin; zagonên pêwîst dernekevin û paşveçûna di mijara demokratîkbûnê de neyê guhertin, nabe welatekî bi hêztir. Li derva, mijara ku herî zêde derdikeve pêşberî Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Ne em, ew vê yekê dibêjin. Di zemînên cuda de em dibin şahidê vê. Di têkiliyên xwe yên dîplomatîk de jî em vê dibînin. Desthilat vê yekê wekî “xurtkirina eniya hundur” pênase dike; em jî wekî lihevhatina Tirkiyeyê bi hemwelatiyên xwe re, avakirina aştiya civakî û avakirina demokrasiyê dinirxînin. Em di mijara demokratîkkirina Komarê û têkoşîna xwe de biryardar in. Heta îro tu êrîş û tu berdêlên me dane, me ji vê meşa me venegerandiye, ji niha pê ve jî nikarin vegerînin.
Dema ku mijar tê ser demokratîkbûnê; em her tim bi heman hevokê tînin ziman: Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe demokrasî çareser nabe, heta demokrasî neyê avakirin jî pirsgirêka Kurd çareser nabe. Ji ber vê yekê divê pêngavên demokratîkbûnê bi awayekî paralel bên avêtin. Jixwe wekî naverok jî dê hevdu temam bikin. Mînak, prensîbeke ku hêsan xuya dike lê pir girîng e heye: Darizandina bêyî girtin esas e. Ji me dipirsin, hûn ê jî bipirsin: “Heta îro jî wiha dihat gotin lê nehat sepandin.” Belê, nepejirandin û girtinên berfireh çêbûn. Ji bo ku ev dubare nebe, divê em bi hev re bibin yek û têkoşînê mezin bikin.

