Şemî, 22 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 22’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akyol ê ku piştî 30 salan hate berdan: Em ê li ser şopa Serokatiyê welatekî demokratîk ava bikin.”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya girtiya 32 salan Nuriye Adet caran 6’an hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîst Pûriya Nadirî ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Wengrow nivîsa piştgiriyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Julîde Kural: Ger qanûnên demokratîk zêde bibin wê piştgiriya pêvajoyê jî zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Welatiyên beşdarî sersaxiyên gerîlayan bûn: Bila êdî xwîn nerije, em aştiyê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dest bi vekirina gorên komî   yên li Şengalê tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayan şahiya 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya şehîdên têkoşîna azadiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Cîlan Berces li Şengalê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parlamenter Fernandez: Hewce ye ku tecrîd bi dawî bibe
Rojane

Parlamenter Fernandez: Hewce ye ku tecrîd bi dawî bibe

Endamê delegasyona Fransayê ya li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Emmanuel Fernandez diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd bi dawî bibe û YE têkiliyên xwe bi hêzên ku tundiyê organîze dikin re qut bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parlamenterê Meclîsa Neteweyî ya Fransayê, endamê “La France Insoumise” û endamê delegasyona Fransayê ya MPKE’ê Emmanuel Fernandez, têkildarî tecrîda 27 salan a li ser Rêber Apo, helwesta saziyên Ewropî û êrîşên li ser Rojavayê ji ANF’ê re nirxandin kirin.

Fernandez destnîşan kir ku hem wekî parlamenterekî Fransî û hem jî wekî endamê MPKE’ê di mijara standardên girtîgehan de berpirsyar in û got ku şert û mercên girtina Rêber Apo ne li gorî pîvanên navneteweyî ne.

 

Fernandez wiha axivî: “Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û bi taybetî di mijara mercên girtîgehan de mecbûr e ku li gorî standardên navneteweyî tevbigere. Birêz Ocalan 27 sal in di girtîgehê de ye û salên dawî di şaneyê de tê girtin. Bi biryarî şert e ku karibe bi parêzerên xwe re bi rêkûpêk hevdîtinê bike, bi cîhana derve re têkiliyê deyne û ev tecrîd bi dawî bibe.”

DIVÊ CPT ERKA XWE BI CIH BÎNE

Fernandez bi bîr xist ku saziya berpirsyarê kontrolkirina mercên girtîgehan CPT ye û bal kişand ser berpirsyariya saziyên Ewropî:

“Saziya ku erkdar e van mercan mîsoger bike CPT ye. Divê herî kêm rêz li mercên girtîgehê bê girtin.”

Fernandez anî ziman ku ew li ser navê La France Insoumise û Meclîsa Neteweyî ya Fransayê diaxive û daxwaz kir ku mafên Rêber Apo bên mîsogerkirin.

DIVÊ KOMKUJIYÊN LI SER ROJAVA BÊN RAWESTANDIN

Endamê MPKE’ê Fernandez bal kişand ser êrîşên li ser Rojava ku ji 6’ê Çileya 2026’an vir ve berdewam dikin û bal kişand ser rabirdûya Colanî ku di serê “Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê” de ye.

Fernandez got, “Em dizanin ku Birêz Colanî bi navê xwe yê li ser dikê El-Şara– ji ku tê û rabirdûya wî ya cîhadî çi ye. Bi êrîşên mehên dawî yên li ser Kobanê û Rojava re cewherê wî yê rastî careke din derket holê.”

Fernandez li ser navê La France Insoumise axivî û xwest ev êrîş demildest bên rawestandin û got, “Ez piştgiriya xwe ya tam ji bo gelê Kurd tînim ziman.”

DIVÊ TEKILIYÊN XWE BI HÊZÊN TUNDIYÊ BIRÊXISTIN DIKIN RE QUT BIKE

Fernandez helwesta Yekîtiya Ewropayê û dewletên Rojava bi tundî rexne kir. Fernandez bal kişand ser kiryarên tundûtûjiyê yên komên ser bi rejîma Sûriyeyê ve û got ku nayê qebûlkirin ku Ewropa têkiliyên xwe bi van hêzan re bidomîne.

Fernandez diyar kir ku, “Yekîtiya Ewropayê divê têkiliyên xwe bi wan hêzên ku rêzê li yekparebûna fîzîkî ya gel nagirin û van kiryarên sûc organîze dikin an teşwîq dikin re qut bike.”

Fernandez destnîşan kir ku dewleta Tirk jî di vê pêvajoyê de rol lîstiye û got, “Em dizanin ku berjewendiya Birêz Erdogan jî heye ku bi Birêz Colanî re bixebite.”

DIVÊ BOMBARDIMAN BI DAWÎ BIBE Û AMBARGO RABE

Fernandez destnîşan kir ku divê welatên Rojavayî ne tenê di asta gotinê de, di asta kiryarê de jî gavên berbiçav biavêjin: “Divê ev komkujî bi dawî bibin. Divê bombarduman raweste. Divê av û elektrîk ji nû ve bên peydakirin. Divê herikîna alîkariya mirovî bê mîsogerkirin. Û di encamê de divê ewlehiya gelê Kurd bê dabînkirin.”

Daxuyaniyên endamê MPKE’ê Emmanuel Fernandez nîşan da ku hem tecrîda li ser Rêber Apo û hem jî êrîş û ambargoya li ser Rojava divê li ber saziyên Ewropî careke din werin rojevê.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 21’Ê SIBATA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Beştaş: Divê meclîs demildest zagona çarçove û sererastkirinên cezakirinê bigire dest
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî xwe ji kongreyê re amade dike

DEM Partiyê li ser amadekariyên Kongreya Mezin a Asayî ya 5'emîn giştînameyek weşand ku wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Ispartayê helîkopter ket: 6 leşker mirin

Li Ispartayê helîkoptereke leşkerî kete xwarê. Di encamê de 6 leşker mirin ku yek jê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 22’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê ji bo 3 şehîdan merasîma bîranînê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Akyol ê ku piştî 30 salan hate berdan: Em ê li ser şopa Serokatiyê welatekî demokratîk ava bikin.”

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dest bi vekirina gorên komî   yên li Şengalê tê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?