Ji ber ku ev demeke dirêj e di navbera YNK û PDK’ê de di mijarên Qanûna Hilbijartinê ya Parlamentoya Kurdistanê û Kotaya Kêmaran de lihevkirinek çênedibû, mijar birine Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê. Ji ber vê yekê jî hem wextê karkirina Parlamentoya Kurdistanê hatibû dirêjkirin hem jî hilbijartin hatibûn paşxistin.
Li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di danişîna 21’ê Sibatê de biryarên ku wê çarenûsa Herêma Kurdistanê biguherînin, hatin dayîn. Biryarên ku di mijarên hilbijartinan û aborîyê de hatin dayîn, dike ku pergala siyasî û aborîyê ya Herêma Kurdistanê gelekî biguherîne. Lê belê biryarên ku hatine girtin di nav raya giştî de rê li ber tevliheviyê vekir.
Me xal bi xal mijarên guhertina madeyên qanûna hilbijartinê û veguhastina dahatên heremê ji bo Bexdayê lêkolîn kir.
Di nava raya giştî ya Başûrê Kurdistanê de bandora biryarên ku hatine girtin û li DYE’yê darizandina Barzanîyan û gelek mijarên din niha tên nîqaşkirin.
Biryar hate girtin ku hilbijartinên ku wê li Başûrê Kurdistanê werin kirin, li şûna Komîsyona Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê wê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ve werin meşandin. Di Parlamentoya Kurdistanê ya ku di sala 1992’yan de hate avakirin ji xwedî kapasîteya 111 parlamenteran e. Di parlamentoyê de ji bo kêmaran kotayeke 11 kesî dihate veqetandin ku ew jî 5 ji bo Tirkmenan, 5 ji bo Keldaniyan û Suryaniyan û 1 jî ji bo Ermenan bû.
WÊ AVAKIRINA HIKÛMETÊ DIJWAR BIBE
Lê belê tevî ku ev kotaya ji 11 kesan pêk dihat, ji bo kêmaran be jî hemû ji aliyê PDK’ê ve dihat diyarkirin. Bi vî awayî PDK’ê beriya ku bikeve hilbijartinan 11 parlamenter ji bo xwe garantî dikir. PDK’ê bi sîstema hilbijartina parlamenteran ku bi xwe diyar dikir, her tim hêza ku bi tena serê xwe hikûmetê ava bike, di destê xwe de digirt. Bi vê biryarê hejmara parlamenterên ku werin hilbijartin, daket 100’î û êdî partiyên ku sedî 50’yî zêdetir dengan bistîne wê bikare hikûmetê ava bike. Lê belê li Başûrê Kurdistanê diyar e ku tu partî nikare bi tena serê xwe di vê rêjeyê de dengan bistîne û ji niha û pê ve ji bo avakirina hikûmetê wê tifaq di navbera hêzên siyasî de werin kirin.
REWŞA TIRKMENAN
Her wiha Iraq, Tirkmenan weke kêmarên sereke yên Iraqê dibîne û biryar daye ku hewce ye kêmarên li Iraqê li şûna Parlamentoya Herêmî beşdarî parlamentoya giştî ya Iraqê bibin. Bi vî awayî rê li ber Tirkmenan vebû ku bi lîsteyên xwe bikevin hilbijartinan. Ev yek jî mijara bihêzkirina Eniya Tirkmenan a Iraqê ku li Kerkûkê ye û dewleta Tirk piştevaniya wê dike, tîne rojevê. Lê belê ji ber ku hilbijartinên li Kerkûkê tên kirin û encamên wê li şûna Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya giştî ya Iraqê ve tên kirin, tê payîn ku wê bandoreke wê nebe.
DABEŞBÛNA 4 HERÊMAN WÊ KÎJAN PARTIYÊ BIHÊZTIR BIKE?
Her wiha biryara bi herêmekê têketina hilbijartinê jî hate guhertin û biryar hate girtin ku ji niha û şûnde hilbijartin wê li 4 herêmên weke Silêmaniye, Hewlêr, Duhok û Helebçeyê werin kirin. Di çarçoveya hilbijartinan de ji Silêmaniyeyê re 38 ji Hewlêrê re 34 ji Duhokê re 25 û ji Helebçeyê re jî kotaya 3 parlementeran hate dayîn. Li Başûrê Kurdistanê partiyên herî bihêz YNK û PDK ye û piştî van jî partiya herî bihêz Partiya Newey Nwêyê ye.
Li gorî encamên hilbijartinên beriya niha tê texmînkirin ku PDK wê li Hewlêrê 20 li Duhokê 10 li Silêmaniyeyê 4, li Helebçeyê jî 1 û YNK jî wê li Silêmaniyeyê 25 li Hewlêrê 5 li Duhokê 4 û li Helebçeyê jî 2 parlamenteran derxîne. Her wiha tê texmînkirin ku Partiya Newey Nwêyê wê bi giştî 10 Yekgirtû Îslamî 4 û Komela Dadgerî jî 4 parlamenteran derxîne. Li gorî tabloya ku tê texmînkirin jî YNK bihêztir xuya dike. Ev yek jî nîşanî me dide ku piştî hilbijartinan ji bo avakirina hikûmetê wê tifaq û koalîsyon werin kirin.
GELO WÊ HEMÛ DAHATAN BIDIN BEXDAYÊ?
Biryarên din ên girîng ên ku ji aliyê Dadgeha Federal ve hatine girtin jî biryarên derbarê aboriya Herêma Kurdistanê de ne. Di vê çarçoveyê de dadgehê biryar da ku hemû dahatên Herêma Kurdistanê yên weke yên petrol, xaz, sînor û bacan ji Bexdayê re werin veguhastin û dadgehê biryar da ku mûçeyên hemû personelên Herêma Kurdistanê, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve werin dayîn.
HIKÛMETA IRAQÊ AMADE YE KU HEMÛ MÛÇEYAN BIDE
Her wiha girêdayî vê yekê tê plankirin ku mûçeyên personelan ku bi salan e ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nayên dayîn, ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve werin dayîn. Her wiha tê texmînkirin ku hikûmeta Iraqê ji bo vê yekê di rojên pêş de ji Herêma Kurdistanê lîsteya personelên herêmê bixwaze. Ji bo dayîna mûçeyan amadekariyên avakirina komîteyeke çavdêriyê jî hatin destpêkirin û hate diyarkirin mûçe wê ji aliyê bankayeke navendî ya Iraqê ve were dayînû ger ev biryar bikeve meriyetê wê ji personelan re kartên elektronîkî yên girêdayî vê bankayê, werin dayîn.
JI IRAQÊ RE DANIYA PETROLÊ WÊ ENCAMEKE ÇAWA DERXÎNE HOLÊ?
Biryareyeke din a girîng ew e ku li şûna Herêma Kurdistanê petrol wê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve were firotin. Ev yek jî nîşanî me dide ku ev rewş wê bandorê li hevsengiyên aborî yên ku ev 20 sal in berdewam dikin, bike. Bi taybet jî tê nîqaşkirin ku ev yek wê bandoreke çawa li têkiliyên aborî yên di navbera Tirkiye, Îsraîl û PDK’ê de bike. Di Destûra Bingehîn a Iraqê de her cure bazirganiya bi Îsraîlê re weke sûc tê qebûlkirin û rewşa peymanên veşartî yên ku PDK’ê bi Îsraîlê re kirine jî nayê zanîn. Girêdayî biryarên ku hatine dayîn, dahat eger ji Bexdayê re neyên veguhastin, artêşa Iraqê wê ji bo kontrolê bikare hêzên xwe bişîne li cihên petrol û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê. Ev jî tê wê wateyê ku komîteyek wê ji aliyê hikûmeta navendî ve were avakirin da ku çavdêriya çavkaniyên dahatan bike.
NÎQAŞÊN KU LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TÊN KIRIN
Nayê zanîn ku ev biryar wê werin cîbicîkirin yan na lê belê tê zanîn ku ev biryar di encama polîtîkayên PDK’ê yên navxweyî û derve de ku ev 20 sal in berdewam dike, hatine girtin. Bingehtirîn mijara ku tê nîqaşkirin jî danûstandinên PDK’ê yên bi dewleta Tirk re ne ku ev yek ji aliyê gelê Kurd ve weke ‘xeta îxanetê’ tê qebûlkirin. Nerazîbûnên li dijî van polîtîkayên PDK’ê her ku diçe zêdetir dibin. Tevî ku gelê li herêmê bi dudilî li nêzîkî biryarên hatine dayî dibe jî PDK bêdengiya xwe ya li hemberî van yekan didomîne. Ev bêdengiya PDK’ê jî rê li ber şîroveyên weke ku PDK bi planên cuda û gendeliyên xwe wê pêşeroja gelê Başûrê Kurdistanê zêdetir bixe di nava talûkeyê de, vedike û her wiha nîqaşa ku PDK ji bo desthilatdariya xwe bidomîne peymanên qirêj kirine yan na, tê rojevê.
DOZA BARZANÎ YA KU LI DYE’YÊ TÊ KIRIN Û ENCAMÊN WÊ YÊN MUHTEMEL
Her wiha piştî biryarên Dadgeha Federal ya Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê, DYE’yê ji bo doza ku li dijî Mesrûr Barzanî hatiye vekirin, ew gazî kirine bangî DYE’yê. Ev rewş her çend ji aliyê medyaya PDK’ê ve weke têkilîyên erênî werin serwîskirin jî rewşa heyî rastiyeke din derdixîne holê. Tê payîn danişîna doza ku wê Mesrûr Barzanî weke bersûc îfadeyê bide, di rojên pêş de bê kirin. Barzanî wê li DYE’yê bi sûcên weke; ‘kuştin, gendelî, qirkirin, revandin. êşkence, rehîngirtin û hevkariya bi DAÎŞ’ê re’ were darizandin.
Pêşiya danişînê, nêrîna ku DYE ji bo ku polîtîkayên xwe yên li herêmê pêk bîne PDK’ê amade dike, tê rojevê. Tê zanîn ku Emerîkayê ji ber zextên Îranê ji gelek deverên Iraqê hêzên xwe vekişand û niha li herêmê bi tenê li Herêma Kurdistanê hêzên wan hene.
Xaleke din ya balkêş ew e ku bandoreke mezin a Îranê li ser Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê Herêma Kurdistanê de biryaran digire, heye.