Yekşem, 9 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro bi gava me ya Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE: Ti planek ji bo nû ve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 4 bajaran çalakiya xizmên windayan: Têkoşîna me dê heta dawî bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Em ê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş timî edaletê bixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li depoya parfuman şewat: 6 mirî, birîndarek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîçek: Divê qanûnên pêvajoya derbasbûyînê bên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Şiyar Serdar hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşanî cîhanê da ku gelê Kurd aştiyê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal: Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîda li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘PDK bi tirsa windakirinê gef li hêzên ewlehiyê dixwe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê festîvala ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bi gotinên Ramon Mantovanî rojên Ocalan ên li Romayê – 2
Rojane

Bi gotinên Ramon Mantovanî rojên Ocalan ên li Romayê – 2

“Heke îro li cîhanê rêberekî rasteqîn ku hevsengî Nelson Mandela be, ew jî Serok Abdullah Ocalan e. Azadiya wî dikare dawî li şer bîne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Siyasetmedarê Îtalî Ramon Mantovanî ku wê demê endamê Komîsyona Karên Derve ya Îtalyayê bû û di balafira Rûsya-Romayê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bû, rojên Abdullah Ocalan ên li Romayê û pêvajoya komployê ya ku dîl hat girtin ji ANF’ê re nirxand.

25 sal in dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de berdewam dike. Ji şert û mercên giran ên îro û pêvajoya esaretê hêzên navneteweyî berpirsyar in. Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji bo pêvajoyek aştî û muzakereyê ji Sûriyeyê derket, panoramaya siyasî ya di navbera vê dîrokê û 15’ê Sibata 1999’an de ku li paytexta Kenyayê Naîrobî hat girtin, weke “komploya çarmixê” nirxandibû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de hat Moskovayê, di 12’ê Mijdara 1998’an de bi balafira Rêhewayên Rûsyayê li balafirgeha Leonardo da Vîncî ya Romayê daket. Li Romayê pêvajoyeke dijwar a 66 rojan li benda Abdullah Ocalan bû. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe Îtalyayê weke şanseke aştî û muzakereyê dît.

Ji roja girtina Abdullah Ocalan û vir ve, rola Îtalyayê ya di pêvajoya komployê de gelek caran bû mijara nîqaşê. Wê demê hinan digotin hikûmeta Îtalyayê ya di bin serokatiya Massîmo D’Alema rola xwe di komploya navneteweyî de nelîst, hinekan jî rexne li hikûmeta D’Alema kirin ku ji bo ku Abdullah Ocalan li Îtalyayê bimîne wêrek tevnegeriyan. Ya rast ev e ku Abdullah Ocalan di 16’ê Çileya 1999’an de bi derketina ji Îtalyayê re pêvajoyeke ku wê ber bi dîlgirtinê ve biçe destpê kir.

Partiya Komunîst a Îtalyayê ku beriya vê pêvajoyê û piştî vê pêvajoyê yek ji şahidên rojên Roma yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Di 12’ê Mijdara 1998’an de di sefera Moskova-Romayê de bi Abdullah Ocalan re çûbû balafira Moskovayê. Ji bo Abdullah Ocalan li Îtalyayê bisekine pir li ber xwe da. Ew kes parlamenterê Partiya Ji Nû Ve Sazkirinê ya Komînîst ya Îtalyayê û endamê Komîsyona Karên Derve ya Îtalyayê Ramon Mantovanî bû. Ramon Mantovanî pirsên me bersivand.

Abdullah Ocalan digel daxwaza penaberiya siyasî neçar ma û ji Îtalyayê derket. Pêvajoya piştre bû sedema dîlgirtina wî ya li Kenyayê. Ocalan di daxuyaniyên xwe yên der barê dîlgirtinê de ev rewş weke komployeke navneteweyî ya li dijî xwe bi nav kir. Hûn li ser vê yekê çi difikirin?

Bi taybetî hêzên wek DYE’yê, şîrketên pirneteweyî yên ku dixwazin îstismarkirina çavkaniyên Kurdistanê bidomînin, partiyên siyasî yên dostên Tirkiyeyê (divê em ji bîr nekin ku Ecevît serokê partiyeke girêdayî Enternasyonala Sosyalîst e), mîna pîşezasiyên çeken taybet û giştî ku Tirkiyeyê weke muşteriyeke girîng dibînin. Ji bo ku pêşniyara aştiyê ya PKK’yê asteng bikin bêşik di nav xwe de piştgirî didan hev. Di vî warî de ez bi temamî beşdarî Birêz Serok dibim.

Dema ku Îtalya dibû mijar, zexta eşkere û nepenî ya hikûmeta DYE’yê ku min berê behs kiribû. Ligel zextên li ser hukûmeta D’Alema ji astên herî bilind ên saziya ewlehiyê ya Îtalî bû ku ji hikûmeta xwe bêtir dilsozê fermanên Dewletên Yekbûyî bûn. Ez vê rewşê ji gotinên ku siyasetmedaran û di heman demê de nûnerên hikûmeta Îtalî ya wê demê ji min re vegotine dizanim.

Her kesê ku bi dîroka Komara Îtalyayê dizane, mîna ku di gelek dozên cezayê de jî dizane ku dezgehên dewletê di salên 1960’î, 1970’i û hetta 1980’î de di amadekirina êrîşên terorîstî yên ji bo astengkirina desthilatiya Partiya Komînîst ya Îtalyayê bi CIA’yê re hevkariyekê de ye. Ji ber vê yekê di vê rewşê de jî ne ecêb e ku CIA mirovên xwe bi kar anîbe.

Piştî zextên dewleta Îtalyayê, kesên ku li ser navê hikûmeta D’Alema bi Ocalan re têkilî danîbûn, rasterast zext li Ocalan kirin ku ji welêt derkeve. Hewl dan vê zextê bi zimanê ‘rast’ bidin meşandin. Deqeyekê piştî ku Îtalya bersiva neyînî da daxwaza radestkirina Tirkiyeyê. Li gorî peymana hevkariya li dijî terorê ku di salên 1970’î de di navbera Îtalya û Tirkiyê de hatibû îmzekirin û piştî derbeya 1980’an li Tirkiyeyê qet nehat betalkirin, her dadwerekî Îtalî dikarîbû Ocalan bigire. Her wiha gef li girtina Ocalan jî xwarin ku ji aliyê yekîneyên taybet ên polîsên Îtalyayê ve hatibû organîzekirin.

Piştî vê rewşê bi Serok Ocalan re demeke dirêj axivîm û min jî wek parêzerek jê re rave kir ku dê girtina wî kurt be û dadgeh wê bi beraetê bi encam bibe. Min tiştek pêşniyaz nekir ji ber ku divê PKK Û Ocalan biryarê bidana.

Heke rasterast nêrînek ji min bihata xwestin jî, ji ber ku ez alternatîfên muhtemel ên ku PKK li ser dixebitîne nizanim, min nedikarî vê yekê bikim. Gotûbêjek dirêj bû ku Ocalan di hin mijaran de israr kir. Her wiha teqez kir ku girtina wî û têkçûna pêşnûmeya danûstandinan, ji bilî ewlehî û asayîşa wî ya şexsî, ji aliyê gelê Kurd ve weke têkçûneke dawî dihat şîrovekirin û bêguman dê meyl û kiryarên bêhêvî geştir bikira.

Ji ber vê yekê wî dixwest ku ji Îtalyayê derkeve û li alternatîfekê bigere. Piştî hevdîtina min a bi Serok Ocalan re, nûnerên pêşeng ên PKK’ê  xwestin bi min re hevdîtinê bikin û ji min re gotin ku li gorî têkiliyên me yên xwişk û biratî, PKK meyildar e ku Serok Ocalan li Îtalyayê bimîne. Li ser vê yekê min ji wan re got ku heke ew bi fêde bin, dikarin ji Serokomar re bibêjin ku partiya min mîna PKK’ê difikire û ji bo wî ya herî baş ew e ku li Îtalyayê bimîne.

Ez tenê dizanim ku piştî ku Serok ji Îtalyayê çû ku ji aliyê hikûmeta D’Alema ve hat teşwîqkirin û piştgirî dan wî. Piştre ji aliyê rêveberên PKK’ê ve tiştên ku qewîmin ji min re hat gotin. Ne ez û ne jî kesek ji partiya min bi tu awayî tevlî pêvajoya çûna Serok ji Îtalyayê nebû.

Li gorî ku ez fêm dikim, Serok piştî mayîna xwe ya li Îtalyayê û di civaka navneteweyî de girîngiya doza Kurd, vegeriya Rûsyayê. Li ser bingeha nûçe û zanyariyên eşkere yên bêbingeh ku şert û mercên ji bo dayîna mafê penaberiyê û piştgirîkirina pêşniyara danûstandinan hatine çêkirin, vegeriya Rûsyayê.

Piştre ji ber xetereya jiyana xwe û girtinê ew neçar ma ku careke din ji Rûsyayê derkeve. Piştî gereke kurt, bi hikûmeta Yewnanistanê re lihevkirinek hat kirin ku ew ê li welatekî sêyemîn di balyozxaneya Yewnanistanê de di bin parastina dîplomatîk de bê bicihkirin û di demek ne diyar de mafê penaberiyê bê dayîn. Bi rastî, Serok wekî ku hatibû plankirin gihîşte Balyozxaneya Yewnanistanê ya li Kenya, ji taybetiya dersînorî ya balyozxaneya dîplomatîk sûd wergirt. Ez vê yekê rasterast dizanim, ji ber ku wê demê Gîulîano Pîsapîa yê ku parêzerê Ocalan û endamê berpirsê edaletê derfet dîtibû ku biçe Naîrobî û di balyozxaneyê de bi wî re hevdîtin pêk bîne.

Lê ji nişka ve di 15’ê Sibata 1999’an de hikûmeta Yewnanistanê ferman da balyozê ku Ocalan ji balyozxaneyê derxîne.

Li gorî ku ji min re hat gotin, yekîneyeke komando ku ji ajanên Tirk û servîsên din ên veşartî pêk dihat li derve li benda wî bûn û bi awayekî neqanûnî ew revandin û birin Tirkiyeyê. Ji ber van bûyeran 3 wezîrên Yewnanî yên ku operasyonê hêsan dikirin neçar man îstifa bikin. Di nav wan de wezîrên karên derve û hundir jî hebûn.

Li gorî we hikûmeta Îtalyayê ya wê demê û welatên din di girtina Abdullah Ocalan de berpirsyar in? Heke hikûmeta Îtalyayê bixwesta, gelo Ocalan dikaribû li Îtalyayê bimîne yan jî ji bo ku Ocalan li Îtalyayê bimîne wê çi bihata kirin?

Ez di vê baweriyê de me ku dema ku mirov şert û mercên serdana Romayê ya Ocalan tîne ber çavên xwe û bi gewlemperî bêçareseriya Yêkîtiya Ewropayê ya li hember pirsgirêka Kurd em dibînin ku berpirsiyariyeke wan a cidî heye. Berevajî vê, di bin zextên DYE û Tirkiyeyê de piştî êrîşên El Qaîdeyê yên li New Yorkê ji aliyê Îtalyayê ve hat amadekirin, PKK’ê bêyî biryara parlamentoyê û hikûmetê (Îtaliya nikare biryareke bi vî rengî qebûl bike, nikare bikeve lîsteya rêxistinên terorê. ji ber biryara parlementoyê ya ku min berê behs kiribû û helwesta ku girtibû).

Ev yek paradoks e ku îro jî PKK ku yekane rêxistina ku li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê şer dike, li Ewropayê bi talîmata welatekî mîna Tirkiyeyê ku li dijî DAÎŞ’ê tiştek nekiriye, zilmê dibîne. Ev xwezaya rastîn a Yekîtiya Ewropayê nîşan dide.

Derfeta Hikûmeta D’Alema ji ber rewşa wî ya dîrokî li Deryaya Navîn jî ji bo pêvajoyek aştiyê û siyasetek derve ya ku ji Îtalyayê re guncav e pêş bixe hebû. Diyalog û muzakere pêkan bû. Ji ber ku nêzîkatî û danûstandin di navbera PKK û hikûmeta Erdogan de çêbûn ku bi awayekî eşkere ji ber rol û giraniya siyasî ya artêşa Tirkiyeyê bi ser neketin.

Heta bi baweriya min hewla derbeyê ya sala 2016’an û paqijkirina hin rêveberên payebilind ên hêzên çekdar li Tirkiyeyê jî pêwendiya wê bi helwesta îhtîmal a hikûmeta Erdogan re hebû ku di demekê de Ocalan bi wan re danûstandinê bike.

Divê neyê jibîrkirin ku berî derketina Serok ji Îtalyayê, Massimo D’Alema û wezîrê edaletê yê wê demê Olîvîero Dîlîberto du daxuyanî dan çapemeniyê û gotin destura hikûmetê tune ku mafê penaberiya siyasî bide û tenê daraz dikare vê yekê bike.

Ev jî dereweke din e. Her kes dizane ku di rewşa Ocalan de, dewlet penaberî û parastinê dikin û tenê wê demê û heke nakokî çêbibin, daraz pê re mijûl dibe. Her wiha, tenê çend saetan piştî daxuyaniyên D’Alema û Dîlîberto, sê wezîrên din, Wezîrê Derve Lamberto Dînî, Wezîrê Parastinê Carlo Scognamîglîo û Wezîrê Bazirganiyê Pîero Fassîno, bi gotinên D’Alema û Dîlîberto bersiv dan ku hikûmetê ‘nekariye mafê penaberiya siyasî bide.’ Van 3 wezîran gotin ku hikûmet ji bo dayîna mafê penaberiya siyasî heye û tiştekî ecêb e ku pêwîstî bi daxuyaniyeke wiha heye.

Tu rojnamevanên Îtalî yên di çap û televîzyonê de, yên ku bi gelemperî pir baldar in ku gelaciyan berhev bikin û nakokiyên di navbera siyasetmedaran de bipeyitînin, ev yek nedîtîn. Bi rastî pir ecêb bû.

Ji Abdullah Ocalan ê 25 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin ev 3 sal in tu agahî nayê girtin.Dewleta Tirk a ku hemû mafên Abdullah Ocalan ji dest girtiye, tecrîda girankirî li ser Abdullah Ocalan ferz dike. Hûn vê tecrîdê çawa dinirxînin?

Dewlet û hikûmeta Tirk ji Ocalan ku heta niha jî bênîqaş rêberê gelê Kurd ê bêhempa ye ditirse. Tecrîd û pêkanînên dijmirovahî yên li girtîgehê, xwezaya faşîst a dewleta Tirk nîşan dide. Divê seferberiya navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan li hemû cîhanê berfireh bibe û zêde bibe. Dewleta Tirk çiqasî bi hêz be jî, her çiqas ji DYE û heta YE’yê piştgiriyê bigire jî hiş û raman li cem gelê Kurd û Serok Ocalan e.

Hûn dixwazin li ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de çi bibêjin?

Ji bo çareseriya pirsgirêkê ya bi muzakereyan, divê Serok Ocalan wek mirovekî azad rola siyasî bilîze. Mîna azadiya Nelson Mandela ji bo bidawîkirina apartheidê û destpêkirina pêvajoya demokratîkbûna Efrîkaya Başûr pêdivî bi vê yekê hebû.

Heke îro li cîhanê rêberekî rasteqîn bi qasî Nelson Mandela hebe, ew jî Serok Abdullah Ocalan e. Rizgarkirina wî dikare dawî li şer bîne û pêvajoyeke aştiyê ya pêbawer bide destpêkirin ku dê bi beşdariya welatên xwedî kapasîteya siyasî û exlaqî, rolek hevgirtî bilîze.

Ramana siyasî, nivîs û ramanên Ocalan ne tenê ji bo doza Kurd, ji bo tevahiya çepên cîhanê û hemû gelên azad û gelên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin, tevkariyek e. Şoreşa jinan a Ocalan ku îro di nav gelên Rojava de rû da, paradîgmaya konfederalîzma demokratîk û nêzîkatiya dewleta cîhanê ya hegemonîk ku di ezmûna gelê Rojava de hatine jiyîn, divê di asta gerdûnî de bên nirxandin. Divê hemû hêzên şoreşger û pêşverû yên cîhanê van teoriyan bi kûrahî lêkolîn bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ROMA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meşvanên Azadiyê: Pirsgirêka Kurd wê bi Abdullah Ocalan çareser bibe
Nûçeya Pişt re Meşvanan şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gendeliya ji bo cerdevanan

Li navçeya Şax a Wanê, ji bo cerdevanên ku li Şirnexê dijîn 4 hezar û…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: 4’ê Nîsanê mizgîniya rizgariya gelê Kurd ji çarenûsa qirkirinê ye

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya 4'ê Nîsanê daxuyaniyek da û got, "Ev zayîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Em piştgiriyê didin Meşa Azadiyê

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, "Gelek saziyên me ji bo azadiya Birêz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro bi gava me ya Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DYE: Ti planek ji bo nû ve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 4 bajaran çalakiya xizmên windayan: Têkoşîna me dê heta dawî bidome

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê: Em ê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş timî edaletê bixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?