Di yekemîn salvegera berxwedana Bendava Tişrînê de êrîşên çeteyan ên li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde bûn. Li hember wan êrîşan ku berxwedana rûmetê tê meşandin. Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zarîn Kobanê û Harûn Zagros têkildarî salvegera berxwedana Tişrînê û êrîşan nêrînên xwe anîn ziman.
Zarîn Kobanê salvegera berxwedana Bendava Tişrînê pîroz kir û got, “Ez şervan, fermandar û xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên têkoşer pîroz dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim. Wê berxwedana Bendava Şehîdan (Tişrînê) qet neyê jibîrkirin. Ev berwedan îro li Helebê li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqdsûd di pêşengiya jin, ciwan û gaziyên şer de didome.”
Zarîn Kobanê anî ziman ku berxwedana Bendava Tişrînê nîşanî her kesî da dema gel û şervan bibin yek wê ti dijmin û hêzên şerxwaz nikaribin bigihîjin hedefa xwe û got, “Ev ruh, îrade û berxwedana li Tişrînê bi ser ket, wê ji sedî sed li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd jî bi serketinê tacîdar bibe. Di pêşengiya jinan de em ê li hember her cure êrîşên nemerd bi ser bikevin. Têkoşîna Ronahî, Avaşîn Nesrîn, Delîla û bi dehan jinên evîndarên xak û gelên xwe li Tişrînê serketineke wê bi salan were behskirin pêk anîn. Em ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bi heman bawerî û îradeya hevrêyên xwe yên şehîd biparêzin û bi ser bikevin.”
Harûn Zagros jî salvegera berxwedana Bendava Tişrînê li hemû gelan pîroz kir û ev anî ziman, “Ev berxwedana bêhempa wê di bîr û hafizeya gelan de her zindî be. Em weke gelê Kurd bi salan e ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşîn dikin. Rêber Apo em fêrî têkoşîn û berxwedanê kirin. Bi fikir û felsefeya xwe em serwext û zana kirin. Em ne şerxwaz in, lê yên li hember me timî ji bo tinekirina me êrîş dikin. Em ê xwe biparêzin û teqez di nav civakên azad de bi serbilindî bijîn.”
Harûnn Zagros bal kişand ser êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û wiha domand, “Bi salan e gelê Kurd li Sûriyeyê li hember çeteyên DAÎŞ’ê û yên girêdayî dewleta Tirk şer kir. Bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jî li ser esasê pêk ve jiyana hemû gel û baweriyan rêveberiyeke xweser ava kirin. Lê belê kesên çavnebar îro bi êrîşan dixwazin me ji holê rakin. Em ê qet dest ji nirxên xwe bernedin.”
Harûn Zagros berxwedana li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd silav kir û got, “Êrîş çiqasî dijwar bin bila dijwar bin, wê ti hêz nikaribe me ji armanca me ya jiyana azad a li ser esasê xwişk û biratiya gelan vegerîne. Em weke hevalên gazî ji bo gelan û xaka xwe li rex hêzên xwe ne. Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya tê parastin rûmeta gelan e. Em hêza xwe ji şehîdan û Rêbertiya xwe digirin. Bi têkoşîn û berxwedanê em ê wan tevahî hêzên hov û tarî ji vê erdnîgariya dergûş û mîrasa gelan û baweriyan e biqewitînin.”

