Duşem, 9 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ETHA’yê banga piştevanî û nûçegihantiya bi dilxwaziyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elyakut: Pevajoya li Rojavayê têkoşîna hebûn û statuya Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîk ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tê payîn koma nivîsê ya Komîsyona Meclîsê roja Çarşemê kom bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Abdullah Ocalan ji bo gelan deriyeke dîrokî vekir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    MIA-FED: Êrişên li dijî Kurdan sûcekî li hemberî Îslamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê konferansa yekîtiya demokratîk: Berxwedana Kurdan zîhniyeta netewe dewletan têk bir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mîdyadê Kurd, Suryan û Ereb ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê jinek serhildêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariya Gelê Şengalê ber bi Rojava ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nergîz Muhammedî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Nivîsa Der Spiegel parastina îdeolojîk a tundiya serdest a mêran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJAD: Em nûçevaniya Der Spiegel a ku jinên Kurd hedef digire red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê hate vekirin
Jin

Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê hate vekirin

Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmeke leşkerî hate vekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmekÊ navenda xwe li bajarê Hesekê vekir. Di merasîma vekirina biryargehê de dayik û malbatên şehîdan, fermandarên QSD’ê, Hêzên Asayîş, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, HPC-Jin, TEV-DEM, kesayetên Ermen, Suryan, Asurî û he rwiha şervan û fermandarên YPJ’ê beşdar bûn.

Di  Konferansa 4ˈan a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de di çarçoveya jinûve avabûnê de, yek ji biryarên girîng jî avakirina Biryargeha Navendî ya Parastinê Jinê bû. Li ser vê bingehê bi merasîmekê Biryargeha Navendî ya Parastinê Jinê hate vekirin. Piştî deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşa azadiyê, merasîma leşkerî des tpê kir. Di merasîmê de Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn axivî.

Rohilat Efrîn vekirina Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, tevahî gelan, jinan û şervanan pîroz kir û got: “Di Konferansa 4ˈan a YPJ’ê de biryarên girîng hatin girtin. Yek ji wan biryaran jî navendîkirina xebatên parastina jinê bû. Li dijî dagirkerî, êriş û tundiyê pêwîstiya hemû jinan heye ku xwe birêxistin bikin. Divê jin bi zanista parastinê li gel hev bi civin. Pêwîst e jin bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe di qada parastinê de pir xurt araste bikin.”

Rohilat Efrîn behsa keda şehîdên şoreşê kir û got: “Di van 13 salan de, ango ji 2011 heya niha bi sedan destanên qehremaniyê hatin jiyîn. Şehîdan bi ked û tekoşîna xwe rê nedan dagirkeran. Her wiha mîraseke mezin a jinan û şehîdan ava bûye. Divê em jin jî bi vê mîrateyê xwe birêxistin bikin û biparêzin. Di pêvajoya ku em tê re derbas dibin, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn di asteke herî jor de tê jiyîn. Li beramberî vê jî pêwîste em jî ‘erka xwe parastinê’ weke erkeke stratejîk bibînin. Bi pêşengtiya jinan divê tevahiya gel li ser bingehê parastinê xwe birêxistin bikin û bi erka xwe rabin. Jixwe 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan nêzîk dibe. Pêwîstiya jinan jî ji her demê zêdetir bi zanista jin heye. Pêwîstî bi zanista parastinê heye. Ger ku zanist, têkoşîn û parastin nebe em nikarin hebûna xwe biparêzin.”

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn rola Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê wiha destnîşan kir: “Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê ji bo hemû pêkhateyên bakur-rojhilatê Sûriyeyê û tevahî jinan bi erka parastinê radibe û li ser vê bingehê jî dê di xeta parastina rewa de jinan di bin sîwana parastinê rêxistinê bike. Di vê çarçoveyê de em ê danehev û ezmûnên xwe bi jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re parve bikin. Em ê ji bo parastina nirx û destkeftiyên şoreşê, berdêl çi dibe bila bibe têkoşîna xwe bilind bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn got: “Li hemberî her cure êrişên ku ji hundir û derve pêşbikevin, bi taybet jî êriş, gef û xeterêya çeteyên DAIŞ, El Nusra û dewleta dagirker ya Tirk ku di demên dawiyê de zêde bûne, em ji her hêlî ve xwe amade dikin ku berxwedaniya xwe ya mafdar û rewa bilind bikin û serketinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê jî em hemû jinan û gelan vedixwînin eniyên berxwedanê.”

Piştî merasîma leşkerî, şahî hate lidarxistin. Di şahiyê de dayika şehîd Jîndar Hemide Kutê û dayika şehîd Xebat Tirkmen Xewla Mihemed Mistefa axivîn û vekirina biryargehê li hemû jinan pîroz kirin. Dayikên şehîdan dan zanîn ku dê jin ji her temenekê erka parastina axa welat pêk bînin.

Di berdewamiya şahiyê de peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Paşê koma çandê ya Hîlala Zêrîn bi hunera xwe coşa şahiyê bilind kirin. Di dawiya şahiyê de jî şervanan dîlan gerandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mehmet Karayilan: Ez bang li gelê me dikim ku xwedî li şaredariyê derkevin
Nûçeya Pişt re Li Rêber Apo 6 mehên din hevdîtin hate qedexekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Reco (Çîrokên Kolanên Ewropa ên Xemilandî)

Dema Reco li bajarê xwe bû haya wî ji çûyina Ewropa ne bû,karê wî baş…

Ji aliyê Ferat KEVIR

Koreya Bakur bi sedan balonên bi çopê dagirtî şandin Koreya Başûr

Koreya Bakur nêzî 600 balonên ku bi çopên mîna îzmarîta cigarê û plastîkê dagirtî, şandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hindîstanê germahiyên zêde bandor li ser tenduristiya mirov dike

Pisporan hişyarî dan ku li Hindîstanê germahiyên zêde bandoriyeke cidî li tenduristiya mirovan dike.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ETHA’yê banga piştevanî û nûçegihantiya bi dilxwaziyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin a ku hêzên pasdaran êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya Kurd diçe Şamê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?