Bijîjkên Amerîkî ragihandin ku wan neqla nîv rû û neqla çav li nexweşekî kirine.
Tu dikarî bi maîla xwe bibî abone, em ê ji te re nûçeyên lêzgin bişînin.
Gelê Dêrsimê ji bilî baweriya xwe ya bi Tevgera Azadiya Kurd, bi taybetî rexne û pêşniyaran li siyasetmedarên herêmî û DEM Partiyê jî dike. Gel dixwaze dike ku di pêvajoya…
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Li gundê Dugir ê Amûdê bi boneya salvegera 11’emîn a Qirkirina Êzidiyan de çalakiyek bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de bingehê perestgeheke Êzidiyan hat danîn.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî, di 11’emîn salvegera qirkirina Êzidiyan de, bang li civaka navneteweyî kir ku edaletê pêk bîne û got: “Komkujiya li Şengalê divê di asta navneteweyî…
Di 11’emîn salvegera Qirkirina Şengalê de, 15 jinên ciwan ên Êzidî tevlî refên YJŞ’ê bûn. Jinan diyar kir ku ji bo tolhildana jin û zarokên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê…
QSD’ê ragihand ku 5 şervanên wan di berxwedana li hember êrîşên şaneyên DAÎŞ`ê de li Dêrazorê şehîd bûne. QSD’ê got ku em ê tola şehîdan hilînin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di êrîşa şaneyên DAÎŞ`ê ya li dijî bendeke kontrolê de sivîlek hate qetilkirin. Piştî êrîşê lêpirsîn hate destpêkirin.
Li Erebistana Siûd roja Şemiyê 8 kes hatin bidarvekirin, 7 ji van ji ber qeçaxçîtiyê tiryakê ceza girtibûn.
Li girtîgeha Qizilhesar a li bajarê Kerec ê Îranê greva birçîbûnê ya 9 girtiyên siyasî didome, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jî mamosteyek jin car din hate binçavkirin.
Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî bi boneya 11’emîn salvegera komkujiya Şengalê peyamek weşand û got; “Emê jenosîda Êzidiyan qet ji bîr nekin û wê YNK hertim piştgiriya daxwazên Êzidiyan bike.”
Di salvegera 11'emîn a qirkirina Êzidiyan de ku DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê pêk anî, li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
Filozofa Elman Lisa Herzog piştgirî da “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” û got, “Di demeke ku jiyana mirov her diçe kêm qîmet dibîne de, her têkoşîna ji bo aştiyê dilê…
Meclisa Jinan a DBP, TJA, Platforma Yekitiya Jinên Kurd û Baroya Amedê di salvegera 11’emîn de Qirkirina Êzidiyan şermezar kir û xwestin ku jenosîd were naskirin.
Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera 11’an a Qirkirina Şengalê de bal kişandin ser êrîşên li Siwêdayê li hemberî jinan û bang li civaka navneteweyî kir ku…
SOHR’ê ragihand ku di êrîşên ji Adara 2025’an heya dawiya Tîrmehê dom kirin de, herî kêm 3 hezar û 278 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Têkevin hesabê xwe