MEBYA-DER’ê ji bo yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Riza Altûn û gerîlayên HPG’ê yên di meha Îlonê de şehîd bûne, bernameya bîranînê lidar xist.
Bîranîn li Navenda Çandê ya Bahar hate lidarxistin. Ji xeynî malbatên şehîdan, partiyên siyasî û nûnerên rêxistina civaka sivîl jî beşdarî bîranînê bûn. Ji MEBYA DER’ê Mehdiye Demîr di bernameya bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de axivî û ji bo Riza Altûn û şehîdên Îlonê peyama bîranînê da.
Beşîr Bîlîr ê di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de kurê xwe ji dest daye, diyar kir ku malbatên şehîdan piştgiriya herî mezin daye Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
Bîlîr îfade kir ku ew ê her tim dilsozê bîranîna şehîdan bin.
Li ser navê Dayikên Aştiyê ya Êlihê Horî Acar jî bang kir ku hewldana ji bo aştiyê were mezinkirin.
Bername piştî temaşekirina sînevîzyonê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

