Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Pêvajo bi hêviyê nameşe, garantiya qanûnî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevgirtina Akbelen û Tarim-Sen: Em ê Esra Işik ji destê dadweriya holdingê rizgar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Textê hişk li Kurdistanê çawa şîn bû?

    Ji aliyê Stêrk TV

    4’ê Nîsanê tê wateya afirandina jiyana azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Me bi fikrê Rêber Apo xwe û axa xwe azad kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: 4’ê Nîsanê em ê li Rihayê, 19’ê Nîsanê em ê li Gemlîkê bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Boldaş: Bi zîhniyeta talankirinê madenvanî nabe
Civak & Ekolojî

Boldaş: Bi zîhniyeta talankirinê madenvanî nabe

Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr ya TMMOB’ê Canfidal Boldaş li hemberî madenvaniya li Çewligê nerazîbûnên xwe nîşan da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Çewligê roj bi roj kanên madenan û projeyên bendavan zêde dibin ku ev yek jî zirareke mezin didin xweza û daristanên herêmê. Li herêmên Gêxî û Dojeha Reş madenvaniya zêrî heye û darên li herêmê tên birîn. Ji ber avaniya erdnigariyê li bajêr Santralên Enerjiya Rojê (GES) tên avakirin û qadên xwezayî yek bi yek tên tunekirin.

Tevî nerazîbûnên gel jî hejmara projeyan roj bi roj zêde dibin û girêdayî vê yekê daristaniya bajêr jî her ku diçe kêm dibe. Bêdaristanîbûn bandoreke xirab li mêşvanî û sewalkariyê dikin ku debarên bajêr ên sereke ne û ev yek li herêmê  rê li ber koçberiyê jî vedike.

Li Çewligê 113 qadên madenê hene. Li bajêr madenvaniya zêr, paxir û çînkoyê bi awayekî zêde tê kirin û qadên madenvaniyê bi taybetî jî li derdora Gundê Servîn ê navçeya Dara Hênê û navçeya Gêxî zêde bûne. Ev qadên madenê yên li herêmên berbehs hem zirareke mezin didin hewayê paqij hem jî zirareke mezin didin avên herêmê û şîrket jî ji bo qadên madenê rêyan vekin, darên li herêmê dibirin.

Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr ya TMMOB’ê Canfidal Boldaş têkildarîmijarê ji ANF’ê re axivî. Boldaş diyar kir ku polîtîkayên bêdaristanîkirinê bi awayekî sîstematîk tê sepandin û anî ziman ku tehrîbata ekolojîk ya li bajêr ber bi talaneke mezin ve diçe.

‘MADEN GEFAN LI JIYANA LI HERÊMÊ DIXWIN’

Boldaş ev yek anîn ziman: ‘’Çewlig bi awayekîsîstematîk bûye armanca polîtîkayên bêdaristanîkirinê. Ev talan bes ne li dijî hebûnên xwezayî di heman demê de li hemberî jiyana li herêmê jî weke gefekê ye. Ev pêvajoya ku girêdayî madenvanî û projeyên enerjiyê tê birêvebirin, rê li ber koçkirin û jicihûwarbûna gelê li herêmê vedike.’’

‘EM MADENVANIYÊ BI TEMAMÎ RED NAKIN’

Boldaş di dewama axaftina xwe de diyar kir ku weke endazyarekî hawirdorê ew bi temamî ne li dijî madenvaniyê ye û got: ‘’Weke mirovên teknîkî em madenvaniyê bi temamî red nakin; lê belê ev kiryar ji hewcehiyên gel derbas bibin û bes di çarçoveya berjewendiyên aborî de werin kirin wê demê talana karesata xwezayî dest pê dike.  Xweza dikare di nava xwe de hin tiştan heya astekê tolere bike lê belê gava sînor hatin derbaskirin wê zirarên mezin rû bidin. Daristan hefikên karbonê ne. Dema daristan tên tunekirin xazên karbonê nayên girtin û ev yek jî germbûna gerdûnî zêde bi lez dike. Krîza avûhewayê ya ku em îro rû bi rû ne jî encameke van poltîkayên rûxîner in.’’

‘DI BIN NAVÊMADENVANIYÊ DE HIN TIŞTÊN DIN TÊN ARMANCKIRIN’

Boldaş piştre anî ziman ku li Çewligê gelek maden tên derxistin û got: ‘’Li Gundê Olmez ê girêdayî navçeya Gêxiyê madenvaniya zêrî tê kirin. Ev kiryarên ku di bin navê madenvaniyê de tên kirin, dewlemendkirina şîrketan, tunekirina daristanan û valakirina herêmê armanc dikin. Kiryarên madenvaniyê bi awayekî rasterast bandorê li çandinî, sewalkarî û avên li herêmê dike. Hevsengiya ekolojîk bi lez têk diçe.

Teqînên ku di projeyên madenvaniyê de tên kirin, toz û avên qirêj çavkaniyên avê yên li ser rûyê erdî û binerd qirêj dikin. Ev yek jî bi awayekî rasterast bandoreke xirab hem li tenduristiya herêmê hem jî ya gel dike. Her wiha çandinî û sewalkariyê jî tune dike.’’

‘DIVÊ MADENVANIYEKE RÊZÊ LI XWEZA Û CIVAKÊ DIGIRE WERE PÊŞXISTIN’

Canfîdal Boldaş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê madenvaniyeke ku rêzê li xweza û civakê digere were pêşxistin û ev yek anîn ziman: ‘’Madenvanî ne bi zîhniyeta mêtingehkariyê; divê di çarçoveya hewcehiyên gel de û bêyî zirardayîna xwezayê were kirin. Ger wisa nebe wê hem krîza ekolojîk hem jî karesata civakî zêde bibin. Divê dewlemendiyên xwezayî yên Çewligê werin parastin û li hemberî vê tehrîbatê gel were serwextkirin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÇEWLÎG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çelebî: Ger rejîma Îranê bimîne jî, wê emrê wê ne dirêj be
Nûçeya Pişt re Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Emîne Şenyaşar ket emeliyetê: Ez ê çalakiya xwe dewam bikim

Emîne Şenyaşar a ku li Meclîsê Nobeta Edaletê didomîne, beriya ji bo emeliyat biçe nexweşxaneyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ozturk: Divê sosyalîst bi erk û berpirsyariyê rabin

Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk anî ziman ku divê sosyalîstên Tirkiyeyê bi erk û…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroz wê li 7 bajarên Rojava bi girseyî bê pîrozkirin

Newroz wê li 7 bajarên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Bi ruhê yekîtiya neteweyî em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Hewaya herî qirêj a Ewropayê li Tirkiyeyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Gimgimê projeya JES’ê hate protestokirin: Em ê xaka xwe biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Ji çar parên heywanên koçber parek bi xeteriyê re rû bi rû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Qendîl bi rengê biharê xemilî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?