Çalakiyên Nobeta Edaletê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatin destpêkirin, bi piştevaniya gel didome.
LI WANÊ ROJA 64’AN
Li Wanê çalakî bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER) ket roja 64’an. Çalakî li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didome. Rêxistina navçeya Şaxê ya DEM Partiyê û şêniyên Taxa Xaçortê serdana çalakiyê kirin. Namzetê Hevşaredariya Şaxê ya DEM Partiyê Reşat Eraslan wiha got: “Em çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan pîroz dikin. Em Nobetên Edaletê yên xizmên girtiyan pîroz dikin û em her tim li gel vê têkoşînê ne.”
LI AMEDÊ ROJA 64’AN
Li Amedê çalakiya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya rêxistina navçeya Rêzan a DEM Partiyê di roja 64’an de didome. Bi wesîleya salvegera erdheja 6’ê Sibatê çalakiyeke bêdeng hat lidarxistin. Dayikan qurbaniyên erdhejê bi bîr anîn.
LI ÊLIYÊ ROJA 6’AN
Li Êlihê çalakiya Nobeta Edaletê di roja 6’an de li avahiya rêxistina Bajêr a DBP’ê didome. Namzetên Hevşaredariya Êlihê ya DEM Partiyê Gulista Sonuk û Mehdî Oztuzun jî di nav de gelek kesan bi armanca piştevaniyê serdana çalakiyê kirin.
LI MÊRDÎNÊ ROJA 31’AN
Li Mêrdînê çalakî di roja 31’an de didome. Gelek serdana çalakiya li avahiya DBP’ê kirin. Di çalakiyê de stran û kilam hatin gotin. Bal hat kişandina ser ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ û qurbaniyên erdhejê hatin bîranîn.
LI EDENEYÊ ROJA 65’AN
Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) ve hatî destpêkirin, di roja 65’an de dewam dike. Çalakî bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin.
LI MÊRSÎNÊ ROJA 65’AN
Li Mêrsînê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çûkûrova (Çûkûrova TUAY-DER) di roja 65’an de didome. Dayikên Aştiyê piştgirî dan çalakiyê û daxwazên xwe anîn ziman.
LI STENBOLÊ ROJA 56’AN
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), di roja 56’an de dewam dike. Çalakî li avahiya Esenyûrt a DEM Partiyê hate lidarxistin. Rêveberê MATUHAY-DER’ê Ridvan Karataş diyar kir ku heta ku tecrîd dişikê, wê çalakiya wan dewam bike.