Cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed, diyar kir ku ew her tim rêyên diyalog û çareseriyê esas digirin lê hikûmeta Sûriyeyê û ‘mûxalefet’ di siyaseta şer de israr dikin û got, “Ev demeke em amadekariya kongreyekê dikin ku beşên demokratîk li hev bicivînin. Weke MSD’ê em jî di komîteya amadekar de ne. Ev kongre jî, ji bo amadekariyên kongreyekê li Sûriyeyê di demên pêş de wê bibe gava yekemîn.”
Cîgira Hevserok Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Canda Mihemed bersiv da pirsên ANF’ê.
Di sala 2011’an de pêvajoya ku bi navê bihara gelan hat pênasekirin, di demeke kurt de veguherî dijî şoreşê. Ev pêvajoya ku belavî gelek welatên Ereban bû, bandora wê ya herî giran li Sûriyeyê hat jiyîn. Hûn derbarê sedem û mercên destpêkirina pêvajoyê de dikarin çi bibêjin?
Li van xakan gelan gelek caran li dijî pêkanînên sîsteman ji bo parastina vîna xwe û azadiya xwe serî hildane. ‘Bihara gelan’ ku çirûska wê ya destpêkê li Tûnisê vêket û li hemû welatên Ereb belav bû jî serî rakirina gel a li dijî sîstema van dewletan bû. Li dijî sîstema Sûriyeyê ji xwe nerazîbûnek hebû; Di nava xwe de krîzeke mezin dijiya. Di vê wateyê de bûyerên li Sûriyeyê, eger di sala 2011’an de neqewimîbûna jî wê di dîrokeke cuda de pêk hatiba. Sûriyeyê xwe li ser yek milet, yek ziman, yek fikrî ava kiribû. Lê Sûriye xwedî rastiyeke ku gelek netewe, bawerî, çand, gel û reng di nava xwe de dihewîne. Sîstemeke ku wê li vir ava bibe jî, divê van hemûyan di nava xwe de bihewîne. Komara Ereb a Sûriyeyê ev rastî qet nedîtiye û înkar kiriye.
Beriya her tiştî divê mirov behsa komkujiya li bajarê Qamişlo ya di sala 2004’an de bike. Ew teqîna nefretê ya li hemberî dewletê kom bûyî bû. Serhildan ku li Qamişlo dest pê kir, di demeke kurt de belavî Kobanê, Efrîn û heta Heleb û Şamê bû. Hewldana rêjîma Baas vala derket. Vê yekê ne tenê rê li ber yekbûna Kurdan vekir, di heman demê de yekîtiya di navbera Kurd û Ereban de jî derxist holê. Serhildana Qamişloyê bingeha şoreşa Sûriyê ku di sala 2011’an de destpê kir, ava kir. Şoreşa Sûriyê li Deraa ku rêjîma Baas herî zêde li wir êşkenceyên giran li dijî zarokên gelê Deraayê pêk aniye, destpê kir. Wan avêtin girtîgehan. Ev şoreş encama hovîtiyên mezin ên ku rêjîma Sûriyê li dijî gelê Sûriyê pêk anîn, destpê kir. Ji bo vê jî pêşî li Deraayê dest pê kir û li Heleb, Şam û hemû herêmên Sûriyeyê belav bû.
Di nava 13 salan de li dijî gelên Sûriyeyê zext û zilmeke mezin hat kirin Gelên li Sûriyeyê hatin qetilkirin, neçar man ji xaka xwe koç bikin, di warê aborî de zehmetiyên mezin dîtin û weke civak ji hev belav bûn. Şoreş ev e di heman demê de bû wesîle ku gelê Sûriyeyê daxwaza mafên xwe bikin û îrade û hebûna xwe biparêzin.
Şoreşa ku weke bihara gelan destpê kir û piştre veguherî dijberî gelan û bû sedema trajediyên mezin, hûn bi çi ve girê didin?
Şoreşê bi rengekî demokratîk û aştiyane destpê kir. Gel daxwaza azadiya xwe, îradeya xwe û rûmeta xwe kir. Mixabin piştî demeke pir kurt em bûn şahid ku ev şoreş ji xeta xwe ya rast derket. Li hemberî şoreşê destwerdanek pêk hat, şoreşa gel a ku bi awayekî aştiyane û demokratîk dest pê kir, veguherî şerên çekdarî. Bi temamî veguherî qada şer. Jixwe rejîma Sûriyeyê li dijî van serhildanên gel tundî bikar anî û veguherand şerekî navxweyî yê bêdawî. Bê guman sedemên ku ji şoreşê bingeha xwe digirtin jî hebûn. Ji van sedeman a herî girîng jî ji bo şoreş bigihêje armanca xwe ya resen, nebûna rêber an jî pêşengên wê bû. Ev rewş bû sedem ku gelek hêzên derve mudaxele bikin. Sedema herî bi bandor a ku şoreş ji armanca wê ya esasî dûr xist ev bû. Bi taybetî dewleta Tirk roleke pir xirab di şoreşa Sûriyê de lîst. Dîsa em bûne şahid ku kesên xwe weke muxalefeta Sûriyeyê pênase dikin çawa bûne amûr di destê dewleta Tirk de. Ev yek hişt ku gelên li Sûriyeyê bi temamî ji armanc, hêvî û berjewendiyên wan bên dûrxistin. Muxalefeta Sûriyeyê li şûna ku bi çareseriyên alternatîf zextê li desthilatdariya Şamê bike û li rêyên diyalogê bigerin, berê xwe da herêmên cuda yên Sûriyeyê. Mînaka vê jî em dikarin Efrîn bidin. Di wê demê de bi sed hezaran penaber hebûn ku ji gelek deverên Sûriyeyê ji ber şer reviyabûn û xwe li Efrînê ragirtibûn. Efrîn cihê aramî û aştiyê bû. Gel di nava sîstema ku avakiribûn de bi hev re dijiyan, lê belê di encama rêxistinbûyîna dewleta Tirk de ev kesên ku xwe weke muxalîf pênase dikirin, êrîşî Efrînê kirin. Ji bo vê jî şoreş bi temamî ji armanca xwe dûr ket.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêyek cuda şopand…
Tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanca şoreşê pêk hat û sîstemeke demokratîk ava bû. Li vir hêza pêşeng û rêxistinbûyî hebû ku wê şoreşê bi rê ve bibe û bigihîne armanca wê ya rast. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî vîneke mezin bû. Li dijî vê herêmê êrîşên mezin pêk hatin, rastî gelek êrîşên hêzên weke DAÎŞ û çeteyên din hat. Êrîşên hikûmeta Şamê çêbûn. Dewleta Tirk jixwe her tim di nava êrîşê de bû. Heta roja îro jî êrîşên dewleta Tirk dewam dikin. Tevî van êrîşan hemûyan jî Rêveberiya Xweser a ku nûnertiya îradeya hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, hate avakirin. Di destpêkê de parastina hemû qadan û pêkhateyên gelan hat pêkanîn. Rêxistinbûyîneke xurt hat avakirin. Di qadên weke aborî, leşkerî, siyasî, civakî û hemû qadên jiyanê de sîstemeke mezin û berfireh hat avakirin. Îro piştî 13 salan dema em li hemû herêmên Sûriyeyê dinêrin gelên li herêmên di bin kontrola kesên ku xwe weke muxalefeta Sûriyeyê pênase dikin, rastî gelek pêkanînên dijmirovahî tên. Gelê li herêmên di bin kontrola desthilatdariya Şamê de ne, di bin zexteke mezin de dijîn. Kes nikare li van herêman bi awayekî azad fikrên xwe bînin ziman an jî dengê xwe bilind bikin. Gel di nava tirsek mezin de dijîn. Tiştek bi navê mafê mirovan nehiştine. Zehmetiyên mezin ên aboriyê hene. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke demokratîk heye. Gel bi awayekî azad dikare daxwaz û nêrînên xwe bîne ziman.
Modela ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêşxistin îro weke tekane alternatîf xuya dike. Ev pergal ji bilî herêmên derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê gelê Sûriyeyê ve çawa tê pêşwazîkirin?
Em weke MSD’ê bi hemû gelên ku li Sûriyeyê dijîn re di nava danûstandinê de ne. Şam, Siwêda û heya Idlibê jî têkilîyên me bi gel re heye. Gel jî dibêjin pergala Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekane modela çareseriya krîza Sûriyeyê ye. Tekane daxwaza gel ew e ku ev pergal li hemû herêmên din ên Sûriyeyê pêş bikeve. Gelê Siwêdayê bi mehan e li ser piyan e. Daxwaza azadiya xwe û mafên xwe dikin. Li gorî reseniya xwe daxwaza pergaleke demokratîk dikin. Şerekî ku bi salan e tê meşandin heye, pergaleke ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve dihat meşandin hebû û dîsa siyaseteke şerî ya ku kesên xwe weke mixalîf nîşan didan, hebû. Derket holê ku siyaseta wan ji tu pirsgirêkan re nabe çareserî. Beravajî wê yekê dibe sedema komkujî, koçberî, êşkence û talanê.
Me tim ev yek aniye ziman; Ev siyaset nikare ji tu pirsgirêkan re bibe çareserî. Me bi sedan caran destnîşan kiriye ku pêwîstî bi diyalogê û sîyaseteke ku rêyên çareseriya digere û hev qebûl dike, heye. Di van salên dawiyê de me di navbera gelên Sûriyeyê de gelek xebatên ji bo pêşxistina diyalogê pêk anîn. Me gelek civîn û hevdîtin kirin. Hem li hundirê Sûriyeyê û hem jî li derveyî Sûriyeyê xebat û diyalogên me çêbûn. Li Sûriyê çi diqewime, krîzên me çi ne û çareserî çi ye? Sûriyeya ku gel dixwaze divê çawa be? Sûriyeyeke ku lê mafên hemû gelan, jinan û civakan were parastin hewce ye çawa be? Bi rastî jî me girêdayî van mijaran bi gelek aliyên navdar ên Sûriyeyê, aliyên demokratîk, kesayetên girîng û gel re nîqaşên berfireh kirin û berdewam jî dikin. Ev demek e em weke MSD’ê amadekariya kongreyeke ku wê beşên demokratîk bîne li ba hev dikin. Em jî weke MSD’ê di nava komîteya amadekar de ne. Ev kongre di heman demê de wê ji bo lidarxistina kongreyeke pêşerojê bibe gaveke yekem.
Hikûmeta Şamê bi erênî bersivê nade bangên diyalogê yên Rêveberiya Xweser û MSD’ê. Çima gav nehatin avêtin, astengiyên bingehîn çi ne?
Bi salan e em ji aliyên fermî û hikûmeta Şamê re ji bo diyalogê bang dikin. Gelek bangên me çêbûn û em bi awayekî eşkere dibêjin ku em ji diyalogê re amade ne. Mixabin ku ev pergal ne çareseriyê peyda dike ne jî kesî qebûl dike. Ev jî heye; Rêveberiya hikûmeta Şamê ne di destê wan de ye. Di bin kontrola Rûsya û Îranê de ye. Ji ber vê yekê jî heta niha ji tu hewldanên me encameke erênî nehatiye bidestxistin. Daxwaza me ew e ku di navbera hemû aliyên Sûriyeyê de dîyalogek hebe. Biryara kesên ku xwe weke mixalîf nîşan didin jî ne di destê wan bi xwe de ye. Îradeya van girêdayî wan dewlet û hêzan e ku berjewendiyên wan li ser Sûriyeyê hene. Em her tim girîngiyê didin diyalog û çareseriyê, lê Sûriye û ‘mixalifên’ wê tim siyaseta şerî diemeşînin.
Em hêvî dikin ku gelên Sûriyeyê wê di zûtirîn demê de helwesta xwe li dijî vî şerî nîşan bidin, çimkî piştî 13 salan jî ji bo çareseriyeke siyasî tu pêngav neavêtine. Pirsgirêka Sûriyê hatiye sekinandin, yanî ji bo ji bo van demên nêzîk jî tu çareserî xuya nakin. Hewce ye çareserî di destê me de be. Gel dikarin bi hev re çareseriyê peyda bikin. Hewce ye li benda dewletan nemînin, çimkî hemû dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin.