Dem 9-10’ê Tîrmeha 2025, çiyayên Qendîlê…
Her dîrokeke ku li eniya gelê Kurd hatiye nivîsandin li pala çiyayekî deng vedide. Ev dengvedan carna dibe zêmar, carna dibe raperîn; lê îro li Qendîlê, vediguhere dilê gelekî ku li wan çiyayan digere. Û ew dil niha giran e, lê bi biryardarî lê dide.
Em li Qendîlê ne. Roj ji serê çiyê hiltê, gelî mîna barekî giran li pêşiya me ye. Hewaya li vê derê ne hênikiya sibehê ye, ne jî xwezayiya cografyayekê ye; li vê derê dem jî carna bi dîrokê dipeyive. Her kevir zimanekî di nava xwe de vedihewîne. Her dar xwe dispêre navekî û mezin dibe.
Li gel hevalên xwe yên rojnamevan; Ciwan Tûnç, Amara Harûn, Denîz Gafûr, Roger Westan û Nûjiyan Îsyan em kêliyên amadekariyê yên gerîla dişopînin û qeyd dikin. Em hemû ne tenê dişopînin, dinivîsîn û qeyd dikin. Tişta ku em îro li vir dibînin, ne tenê tê belgekirin, her wiha tê hîskirin. Ev ne nûçeyek e. Ev şopek e. Em ji wê kêliyê re şahidiyê dikin ku gelek çarenûsa xwe dixe destê xwe.
Di binê her kevirekî de zimanek, di gewda her darekê de navek veşartî ye. Ev çiya ne tenê erdnîgariyek e; rêyên wê, sozên wê hişek ji hevrêyên ji dest dayî ne. Her bihosta wê ne xakek bi tenê ye; ya li vê derê barê gelekî ye.
Niha li vî çiyayî dem bi rengekî cuda diherike. Her kêlî ne tenê îro, her wiha rabirdûyê, sibehê jî vedihewîne. 30 gerîlayên tevlî Koma Aştî û Civaka Demokratîk bûn ji bo çekên xwe bişewitînin wê ji vî gelî derkevin. Her yek ji wan xwedî nasnameyeke salan a gerîla ne; niha xwe ji bo meşeke cuda amade dikin. Berê vê meşê ne tenê li deştê ye; berê wê li rûpelekî nû yê dîrokê ye.
Li kampê liv û tevgereke bi pîvan heye. Ne dilezînin ne jî ji hev belavbûyî ne. Her titş di nava dîsîplînekê de bi rê ve diçe. Di sibeha 9’ê Tîrmehê de gerîla destpêkê li peyama bi dîmen a Rêber Apo temaşe dikin ku piştî 26 salan yekemcar hate weşandin. Nêrîn ne tenê li ser ekranê ye, êdî her kes di wê kêliyê de ne xwe, lê gelê xwe dibîne. Ev ne tenê temaşekirinek e, kêliyeke bîranînê, piştrastkirinê û tayînkirina rêgehê ye.
Ew dîmen ne tenê dengê rêberekî ye; cihê ku dîrok careke din bi gel re diaxive ye. Her îfadeya rûyekî xwedîderketina li fikrekî ye. Ev kêlî ne kampeke li çiyê ye, ev kêlî kêliya deriyekî li wijdanê siyasî yê gel vekirî ye.
Gelê Kurd îro weke gelekî biryara xwe dide. Derketina ji şer û meşa ber bi siyasetê, daketina çi çiyê ber bi deştê nîne, jinûve pênasekirina têkoşîna li deştê ye. Ev derbasbûn ji rêzê nîne. Ev guhertina şêweyê têkoşîna 50 salî ye, parastina dewamiya îdeolojîk e.
Sibe 11’ê Tîrmehê, dema ku çek hatin şewitandin wê ne tenê çalakiyek hatibe kirin. Wê gelek bi destê dîrokê bigire.
Ber bi êvarê ve amadekarî li ber qedandinê ye. Li kampê ne tengezarî heye ne jî xatirxwestineke dramatîk. Her kes zane bê wê çi bike. Pratîka jiyana rêxistinbûyî ya salan vê rojê jî asayî dike.
Gerîla beriya meşê kontrolên dawî dikin. Hinek jê çenteyê xwe baş dişidîne, hinek jê henekan bi hev dike. Kêfxweşî û dîsîplîn bi hev re ne. Çûyîn heye, lê xatirxwestin nîne. Ji ber ku ev meş ne tenê ber bi derve ve ye, gav ber bi şêweyê nû yê têkoşînê tê avêtin.
Kes nafikire ku cara dawî ji vî gelî derbas dibe. Dibêje ‘Em ê vegerin’ û dikenin. Bersiv di cih de tê. “Lê belê ne bi çekê, bi rakirina tiştekî din’. Her kes dikene, lê belê kes sivik nebûye. Ji ber ku her gava li vir hate avêtin, ne tenê ber bi cihekî ve ye, şopê li dîrokê datîne.
Her nêrîn li rabirdûyê asê nebûye. Her rû di vê demê de ye. Ev mirov ji şer venagerin, ber bi şêweyekî nû yê têkoşînê ve dimeşin. Berê vê meşê ne tenê li derveyî çiyê; ne tenê li qadeke merasîmê ye. Ev meş meşa wê yekê ye ku gel derbasî nava qada siyasetê dibe.
Her gerîlayên di nava vê komê de ziman, dîsîplîn û estetîka vî çiyayî bi salan li bedena xwe neqişandine. Niha heman beden bi heman têgihiştinê ber bi cihekî din ve gavê diavêje. Çek êdî ne li milan e, fikir êdî li ser milê wan e.
Em xwe nêzî wan dikin. Axaftin kurt e, cewherî û zelal e. Kes êdî napîve bê wê çi bike. Ji ber ku biryar ji zêdeyî hatiye dayin. Dengê gerîlayeke jin ku dibêje ‘Em bi mîsyoneke dîrokî dimeşin’ ne biryardariya şexsekî ye, wijdanê rêxistinbûyî yê gelekî ye.
Amadekarî temam e. Gerîla dikevin rêzê. Li nava kampê ji rîtmeke ji rêzê wêdetir liv û tevgereke zêde heye. Biryar zelal e, lê belê hest nayên nixumandin. Ev meş ne tenê ber bi wezîfeyekê ve ye, jiyaneke li salan belav bûye, radestkirina fikir li şêweyekî nû ye.
Pêwîstî bi gotinên zêde nayê dîtin. Lê belê di her nêrîn, hembêzkirin û dilsoziya rêxistinî de hesteke xurt heye. Tiştek naqede, lê belê tiştek cih diguhere. Ev kêlî ne tenê çalakiyek e, ew kêlî ye ku jiyana bi hev re li hişê kolektîf tê qeydkirin.
Ji fermandarên HPG’ê Amed Malazgîrt û Seyîdxan Dersîm yek bi yek bi rê dikin. Hembêzkirin kurt e lê belê têr û tijî ye. Yên dimeşin şexs nîne; hişmendiyeke wezîfedarkirî ye. Yên mayî jî bi vê zanin: Ev yek ne vekişîneke, veguhestina pozîsyoneke rêxistinî li qadeke cuda ye.
Geliyê Qendîlê li pişt dimîne. Lê belê ya li pişt dimîne valahî nîne, têkoşîneke dewamkirî li pişt xwe dihêlin. Her gavek ne ber bi rabirdûyê, lê belê weke parçeyek ji paşeroja rêxistinî tê avêtin.
Û sibeha 11’ê tîrmehê li jorê gundê Surdaşê yê navçeya Dukanê ya Silêmanî, em li pêşiya şiketa Casenê ne.
Koma gerîla ya ji Qendîlê bi rê ket, gihîştiye qadê. Her yek ji wan salên xwe di rêya çiyê de derbas kirine. Lê belê îro ev sal ne tenê rabirdûyeke, her wiha zemîna pêvajoyeke nû ye. Ev yek vekişînek nîne, lê derbasbûna li nava stratejiyeke vekirî û rêxistinî ye.
Û piştre dor tê kêliya herî sembolîk a çalakiyê.
Piştî ku daxuyanî bi dawî bû, gerîla çekên di destê xwe de yek bi yek dixin nava agirdanê. Lê belê ev ne danîneke ji rêzê ye. Her tevgerek bi pîvan e. Ne dilezînin, ne jî weke xwepêşandanekê datînin.
Çek ne barek e ku bi salan hatiye hilgirtin, weke îfadeya berpirsyariya rêxistinî tê danîn. Weke ku her yek ji wan ne tenê metal e, lê weke parçeyekî dîrokê ye. Kalaşnîkof, BKC, roketavêj… Her yek bi baldarî tê danîn. Gerîla wan navêje û naçe.
Nêrînek, seknek, veguhestinek. Di nava vê helwestê de şer nîne, hişmendiyeke rêxistinî, nazikiyeke siyasî heye. Ev ne çekek e, danîna bi hurmetdarî ya serdemeke ku ew temsîla wê dike. Ne pîrozmend nîşan dide, ne jî mehkûm dike. Tenê bicihanîna xeleka dawî ya asta temambûyî ye.
Agir pê dikeve.
Agir bi metal dikeve. Çav li ser êgir e, lê hiş li cihekî din e: Li paşerojê ye. Ji ber ku ya tê şewitandin ne tenê hesin e, giraniya şêweyê têkoşînê ye. Ew bar wê êdî derbasî şêweyekî nû bibe. Ti sekneke dramatîk, nepisandin an jî jesteke sembolîk nîne. Ji ber ku gerîla li vir mîzansenê nake.
Ya ku li vir dibe birêxistinkirina îradeya gel e ku estetîka şer derbasî estetîka siyasetê dibe. Agir gur dibe. Û gerîla gerîla li agir venagerin û gotina dawî nabêjin. Ji ber ku ev yek xatirxwestinek nîne. Ev yek rawestgeha destpêkê ya meşeke ber bi zemîneke cuda ye.
Îro li ber şikefta Casenê ne tenê biryarek hat ragihandin; sekna gel a li pêşberî dîrokê hat ragihandin. Ev çiya ji bo Kurdan ne tenê cihê parastinê ye; ew cihê ku fikir, bîranîn û nasnameyên wan lê mezin bûne. Vîna ku li van çiyayan teşe digire nîşan dide ku amade ye bi zimanekî din biaxive, lê bi banga Rêber Apo navnîşana vî zimanî diyar kiriye.
Gelê Kurd ne bi tiştên ku winda kiriye, berevajî bi têkoşîna ku dev jê bernedaye re, mezin bû. Îro jî îlan kirin ku ew amade ne têkoşîna xwe ne di siya çiyê de, di bin sîwana siyasetê de bi vîna gel bimeşînin.
Gerîla ji nû ve vedigerin. Lê êdî li ser milên wan ne çek, berevajî barekî siyasî li ser navê gel hildigirin. Ev bar hem berxwedana dehan salan di nava xwe de dihewîne, hem jî vîna ji nû ve avakirinê di salên pêş de hildigire.
Ev çiya hê jî aîdî wan e. Lê vê carê wê ne bi zimanê çiyê, bi zimanê gel ê bi banga Rêber Apo teşe digire biaxivin.
Ji ber ku şêweya têkoşînê ya nû ev e: Bi gotinan ava kirin, bi rêya siyasetê veguherîn û bi gel re ava kirin.
Agirê îro li vir vêket ne tenê çekên dema bihurî, di heman demê de rêya siberojê jî ronî dike.
Ji bo Kurdan agir ti carî ne tenê şewitandin bû; dihate wateya bi zimankirina gelekî, jinûve avakirina gelekî. Ev biryareke siyasî ye ku ji aliyê gelekî ve hatiye dayîn ku ji agir derketiye û bi êşa xwe ya berê re rû bi rû maye. Êdî ew îrade diyar dike ku ne ji çiyê ber bi deştê, ji bo azadkirina deştê bi qasî çiyê azad bibe.