Serokên eşîran, rûspiyên herêmê, nûnerên hêzên leşkerî, malbatên şehîdan, saziyên sivîl û Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrazorê û bi dehan şênî tevlî merasîma veşartina şehîd Ehmed Necî El Xelef bûn.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê û merasîmeke leşkerî destpê kir. Piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hecînê Xebat Şiêtî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Em wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk dibêjin ku em ê bi israr rêya şehîdên xwe bişopînin û em ê li dijî hemû planên terorîst ên ku dixwazin ewlehî û aramiya herêmên me têk bibin, li ber xwe bidin.”
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Îman Xelef jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz da ku heta ku armancên şehîdan pêk werin, têkoşînê bidomînin.
Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşm û tilîliyan spartin axê.

