Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Mihemed Fîras El Casim bi merasîmê hat veşartin. Xelkê Kantona Minbic, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonê, deste û saziyên girêdayî wê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya, rûspiyên eşîran û endamên partiyên siyasî tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Yasmîn Berkel axivî û got: “Em ê timî li pey şopa şehîdan bin.”
Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Babê Fîras El Elî axivî û got: “Şehîd lehengê ku di oxira parastina welat, pêkanîna azadî û rûmetê de canê xwe daye. Wî rêya azadiyê ronî kir.”
Li aliyekî din jî cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Kantona Minbicê Cuma Heyder axivî û got: “Şehîd rêya me ronî kir. Em jî sozê didin şehîdên xwe ku li dijî her dijminatiyekê li ser welatê me bisekinin.”
Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.