Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hemze Mihemed Elî li Minbicê şehîd bûbû. Şêniyên Tebqayê bi merasîmekê şehîd Hemze li Pakrewangeha Şehîdan a Tebqayê spart axê.
Merasîmê bi rêzgirtinê û toreneke leşkerî ya şervanên QSD’ê destpê kir. Piştre endamê Hêzên Erka Xweperastinê Ehmed El Cabir axivî. El Cabir sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Hemze da ser şopa şehîdan û di oxira avakirina bingehên neteweya demokratîk de şehîd bû. Em ê heta mîsogeriya serkeftinê têbikoşin.”
Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Gelan a Kantona Tebqayê Mûsa El Xalid got ew ê heta serkeftinê û ewlehiya gelan şopdarên xeta şehîdan bin.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Hemze Mihemed Elî hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd Hemze bi tilîliyan û dirûşma “Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd” hat veşartin.