Bi sedan kes ji şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Behadîn (Behadîn Kecel), şehîd Samî (Samî Hemzê), şehîd Eymen (Eymen) ku di 19`ê Çileyê de li Sirînê şehîd bûbûn û şervanên QSD`ê şehîd Henan Eqreb (Ehmed Mistefa), şehîd Baran Kobanê (Mihemed Qere Elî), şehîd Bawer Xizênê (Macêd Bozo) ku di 19`ê Çileyê de Sirînê û şehîd Nîhad (Nîhad Elî) ku di 21`ê Çileyê de li Qiz Elî şehîd bûbû, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle oxir kirin.
Di merasîmê de berdevkê Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Bekir Cedarê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku ew ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û wiha got: “Em xwedî şehîd in, lewre divê em xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin li hemberî dijminê hovane tê bikoşin. Em ê bi hemû hêza xwe dijminê hovane têk bibin û dê ji dijmin re Kobanê bibe goristan.”
Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nisrîn Ebdullah jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Dem dema azadiyê û serfiraziyê ye. Em ê bi hemû hêza xwe tê bikoşin û dijmin têk bibin. Em ji hêza xwe bawer in ku em ê bi ser bikevin. Ji ber ku em xwedî şehîd in û em şopdarên rêya şehîdên xwe ne. Ji ber vê yekê em ê her tim bi ser bikevin û wê serkeftin ya me be. Em ê tu carî xeta azadî û têkoşînê bernedin. Em ê êş û xemên xwe di dilê xwe de bihêlin û li hemberî dijmin tê bikoşin. Em ê dijmin têk bibin. Em ê li ber xwe bidin heta ku em bi ser bikevin. Em ê Kurdistanê di Kobanê de bibînin.”
Nisrîn Ebdullah anî ziman ku ew sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û soza xwe ya ji bo berxwedan û têkoşînê nû kir.
Li ser navê malbata şehîd Behadîn Kecel, Nebîl Kecal jî soz da ku ew ê tu carî dest ji xeta berxwedanê bernedin û şopdarên rêya şehîdên xwe bin û got: “Em xwedî hêz in, bi hêza xwe em ê bi ser bikevin. Hemû cîhanê çavên xwe li Kobanê girtiye û xwe lal kirine. Em ê xwe bi xwe li ber xwe bidin û em ê dijmin têk bibin. Em jî bi şehîdên xwe serbilind in.”
Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hate kirin.
Dûre cenazeyê her heft şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” oxir kirin.

