Bi operasyonên ku navenda wan Stenbol e, ji bo 60 kesên ku di nav wan de rojnamevan, hunermend û siyasetmedar jî hene biryara binçavkirinê hat dayîn û di serdegirtina malan de 52 kes hatin binçavkirin. Hefteya borî bi operasyonên li dijî şaredariyên CHP’ê û “lihevkirina bajarî” Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hat hedefgirtin. Hat diyarkirin ku ev operasyon dê heta 6 hezar kesî berfireh bibe.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê û hevberdevkê berê yê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku mebesta desthilatê ji van operasyonan ew e ku mixalefeta civakî lawaz bike û mixalefetê parçe parçe bike. Cengîz Çîçek di vê mijarê de pirsên me bersivandin.
EV OPERASYON LI DOR MANTIQEKÊ TÊ BIRÊVEBIRIN
Destpêkê cîgirên şaredarên CHP’ê û endamên meclîsên navçeyan di nav de 10 kes hatin girtin. Bi awayekî eşkere hat diyarkirin ku hedefa wan lihevkirina bajarî ye û HDK ji hêla dozgeriyê ve hat krîmînalîzekirin. Niha jî di operasyona li dijî HDK’ê de 52 kes hatin binçavkirin. Her wiha eşkere bû ku dosya bi hezaran kesî dihewîne. Hûn vê tabloyê çawa dinirxînin?
Tişta ku ez dibînim ev e; ev operasyon li gor mantiqekî pêş dikeve. Hedefgirtina lihevkirina bajarî, desteserkirina şaredariya Wanê û operasyonên li dijî HDK’ê hemû xwedî armanceke bingehîn e. Desthilat dixwaze bi her awayî mixalefetê lawaz bike û heger pêkan be wê tasfiye bike û ew jî nebe wê li pêş çavê mixalefetê krîmînalîze bike. CHP jî di nav vê de ye, yanî desthilat hem mixalefeta civakî hem jî ya pergalê dixe nav heman kategoriyê. Bo nimûne li metna ku dozgeriyê bi armanca ku raya giştî ji operasyona dawî yên li dijî CHP’ê agahdar bike parve kiriye binêrin, hûn ê bibînin ku mantiqekî gelek zelal heye.
Bi ya we ev mantiqa zelal a ku derdikeve holê çi ye?
Mantiqeke komploger li dar e ku têkoşîna demokratîk a civakê ya li dijî desthilatdariyê, tifaqa civakî ya ji bo vê têkoşînê pêş xistiye, çanda lihevhatina civakî ya ku li dor lihevkirinên bajarî afirandiye hedef digire, van hemûyan ji xwe re wek rîsk dibîne û ji ber ku wek rîsk dibîne hewl dide wan krîmînalîze bike. Yanî em bi aqilekî re rû bi rû ne ku ku hiqûq kiriye pêlîstoka xwe û bi wê operasyonên tasfiyekirina siyasî bi rê ve dibe. Divê em vê yekê ji wan bipirsin; Gelo wekî Tifaqa Gel, mafê we hebû hûn di hilbijartinên giştî de namzedên partiyên din ku ne ji we bûn wek parlamenter hilbijêrin, lê belê gelê Kurd û hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê nikarin bi awayekî demokratîk li Stenbolê îradeya xwe bigihînin desthilatdariyê. Feraseta ku ku vê yekê tenê ji bo xwe dixwaze, feraseteke li dijî hiqûq û exlaqê siyasî ye û dijminane ye.
EM VÎ AQILÊ KU BÛYE BELAYA HERÎ MEZIN A WELATÎ NAS NAKIN
Em ji wan kesan re yên ku miameleya rêxistineke derqanûnî li me dikin vê yekê dibêjin, em ji kesên ku fermana kûmpasê li dijî me dane û vê kûmpasê bi rê ve dibin, têkoşîneke zelaltir, qanûnîtir û vekirîtir bi rê ve dibin. Bila ew li têkiliyên xwe yên tarî û derqanûnî binêrin. Emniyet û darazê milê xwe dane ber milê çeteyan. Her cure çeteyên neteweyî û navneteweyî, mafya û çekfiroş bi serbestî li vî welatî digerin. Lê polîs her roj êrîşî karkerên li ber xwe didin dike. Em behsa pergaleke sermaye-hez dikin ku kardêran li hember karkeran diparêze. Kesên ku dixwazin ev pergal bidome esasen di nav van hemû têkiliyên tarî û qirêj de cih digirin. Hewl didin tiştên ku ew dikin wekî ku mixalefeta civakî dike nîşan bidin.
Li dijî van zextan dê têkoşîneke çawa bê dayîn?
Ji niha û pêde em ê careke din rê nedin van nêzîkatiyên komploger û operasyonên qirkirina siyasî. Em ê tim li kêleka edalet, wekhevî û rûmetê bin. Tevî her kesî û her tiştî, tevî vî aqilê komploger jî, di serî de çareseria pirsgirêka Kurd em ê têkoşîna xwe ya demokratîk û rewa li ser bingeheke demokratîk û aşîtiyane ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê bidomînin.