Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku şaneyên terorîst ên DAÎŞ’ˋê êrîşî erebeyeke wan kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Piştî nîvro, li ser rêya bejahiya bajarokê Muheymîda yê rojavayê Dêrazorê şaneyên girêdayî rêxistina terorîst a DAÎŞˋ’ê bi motorsiklêtan êrîşî erebeyeke beşa Têkoşîna Dijî Naroktîkê kir. Di encama êrîşê de du endamên hêzên me birîndar bûn. Lê piştî ew her du endam hatin tedawîkirin, niha rewşa wan baş e.
Di van demên dawîn de, ji ber valahiya ewlehî li hin herêmên li rojavayê Firatê çalakiyên şaneyên terorîst zêde bûn. Hêzên me li hember têkbirina van gefan hewldanên xwe didomînin. Hêzên me teqez dikin ku ew bênavber bi ser van komên terorîst de bigirin, ewlehî û îstîqrara herêmê pêk bînin. Li kêlek wê jî hêzên me li gorî delîlên di nava destên wan de lêpirsînên xwe didomînin ku wan sûcdaran bigirin.”